Cîgehîbûna Hizrê û Gerdûnîbûna Felsefeyê

Cîgehîbûna Hizrê û Gerdûnîbûna Felsefeyê

CÎGEHÎBÛNA HIZRÊ Û GERDÛNÎBÛNA FELSEFEYÊ [1]

   Hizirîn di qonaxeke pir girîng de tê holê. Çawa ku em nikarin pêş-mirovan ji şiyana “hizirînê’’ serbixwe bigirin dest, em nikarin şiyana hizirînê xweserî cureyê mirovan Homo Sapîens Sapîens jî bigirin dest. Lê xuyaye ku Hizirîn rapêçana bûneweriyê ya ligel hebûnê ye. Hizirîn ji qonaxên curbicur dertê asta ramanê. Raman hizirîna herî bilind ya mirovan e. Kûr bûna wê pendê dertîne holê ku, cara yekem ji aliyê hizirvanên Somerî ve li ser van mijaran hatibû nivîsîn bi awayek wêjeyî.[2] Dastana Gilgamêş û Efsaneyên Enûma Elîş di derbarê vê de du mînakên xweşin. (Enkidu, legerina nemiriye, ali şeriati |< medeniyet u modernizm>..

Hizir, encama xwezayî ya daneheva peresîna xwezayê ye. Ji ber vê raman (asta herî bilind ya xebitîna mêjî) bi tu awayî zanînên kiryarî bi pêşniyazên pêşbîrî negengaze ku bixebitîne. Divê ji bona ev bê têgihiştin serî li peresîna xwezayê baştir bê hûrnêrîn. Xweza, ji dirûvek ne-jîndeyî[3] perisî û xwe gihand asta herî bilind ya pêzeyî. Cara duyem, bi perisîna jîndeyî ya navxweyî, xweza xwe gihand asta hizrandinê. Ji diyardeyên dem û war ne serbixwe, di nav sînorên teng de, şiyana hizirînê, têdeyî gelek cureyê ajalan e.

Divê kevanek di vir de vekim ji bona erka agir di peresîna diyardeya hizirînê de. Tê zanîn ku bi vedîtina êgir, mirov qonax qevastin û bi saya vedîtina êgir komên mirovan ber bi civakîbûyinê pêşket. Bilind bûna asta peresînê, veguherînek çewanî di hişmendiya mirovahiyê de afirand. Agir, vebînerê bilindbûyinê ye! Çewaniyek ku derveyê hişê takekesî lê xwerû mirovî diafirîne ku em jê re dibêjin civakî bûyîn. Bertek nîşandayînên hişînî, bixweber jîrî ye û di xwe de agir vedihewîne. Ji ber vê dema em qala jîrî û tiştên pê girêdayî dikin, agir tê hişê me û em dibêjin “çirûskek li mêjiyê me veda’’.

Dema girtina kevanê hat. Lê her tim wê ji kevanê tîna agir ber bi derdorê bide û emê sûd ji wê tînê wer-bigrin. Agir, çewa madî be huqas jî olî ye û ev tişt, agir dike afirîner û kirdeyê sereke yê pêşketin û hevgirtina civakî. Agir, ew xwedaye ku di nava yek bi yekê neferê civakê de cih digre û heya ku ew parçeyek ji civakê bin hêvî dide wan. Hêviya tenê neberdana wan ya ligel tenê bûnê. Madî bûna çanda hizirî, bi xwe-bîrbirineke (oto-noetîk) navxweyî, digihije asta herî bilind ya ku em niha xwe lê dihesibînin. Tîreyên pêşîn yê pêşiyên me di kîjan astî de bûn xwedî xwe-bîrbirinekê? Hizir, girêdanên razber yên di navbera tiştan de ye. Çêkirina alavek kevirîn, ku ew jî berhemek çanda madî ye,  berhemek ji berhemenên raseriya hizirê ye di nav çanda berê, îro û sibê de. Veguhertina pêzeyê ber bi alavekê ji bo pêdiviyên xwe, bilindbûna hişî dixwest û mirovahî bi vedîtina agir ev rêze-xelekên ku heya îro domiya da destpê kirin.

Divê dawiya her nivîsê were û bi zimanek helbestî bi dawî bibe. Mîna harakîrî ya japonan; xwe-kuşti-nek bi narînî û ligel wê xwe-kuştinek têr wate. Hizirîn diyariya pêş-mirovan bû, pêşket rê li şoreşa gundan, serdema neolîtîkê vekir û ew jî ramanê diyariyî me kirin û raman jî bû pend gihaşt zerdeştê rastgo û cîhan bi ronahiya gotinên wî ji nû ve pîroziya xwe bidestxist û gulek çand di mêrgê da ew gula ku divê her kes bêhn bike û bide hevalê xwe.

 Parastina tevna civakî, berpirsyariyeke li ser milê pendyar. Pendyar, divê di her danişîna dadgeha dilê xwe de ji kesayetiya xwe bibuhure û jinûve li civaka xwe vegere. Mîna gerdîşên berê, mîna keyên civakên sere-tayî, ji bo pendyar xwe paqij bike û ji daxwazan azad be, divê her carê xwe bikuje û di zeryaya ramanê de kuştara çêjên cîhanî bîne û cardin û cardin xwe jinûve bi deh caran biafirîne.

Xwe pal dayîna pendyarek ya li nirxên xwe yê netewî, wî dike rûniştimanek ji axa wî. Her pendyar, lêgerê zanînê, hozanê evînê ye, ji ber ku heya evîn tune be zanîn xwe ranaxe li pêşberî çavan. Divê meriv berê xwe bide rojê, xwedayê zanînê û bang bike weke dîkê berbangê; “spêdeya hilatî, tu banga roja nû yî! Tu rêzdarî li ser dilê min, tu dadgerî li dadgeha dilê min û tu pendyarî li ber zanîna min. Ez bawermendê te me, ez bawermendê zanîna te me, lêgerê rasteqîniya te me!’’

Lezgîn Oncu

31.05.2016

[1] Pend: felsefe

[2] Di derbarê vê de divê ez bi bîr bînim ku Somer, tenê nivîskarên pêşîn yên li ser pendê ne. Lê hizra li ser pendê bi awayek ne birêkûpêk di bawerî û çandên gelan de qels be jî cih girtiye û ev tişt pêşî li pêşketina zanist û wêjeyê vekiriye û wî gelî di her qadê de, li gor nirx dayîna pendê, kiriye serwer.

[3] Jînde: bîotîk

Bersivekê binivîsin