Hevpeyvîn Ligel Mistefa Melikîyan (2)

Hevpeyvîn Ligel Mistefa Melikîyan (2)

Êşa daîmî ya mirovê bêpar ji hîndekarîya bi zimanê dayikê.

Nêzikayîtêdaneke rihnasane/psîkolojîkî li mafê zimanê dayikê di hevpeyvîneke ligel Mistefa Melikîyan de -2

Mistefa Melikîyan: Min ti goman jê nîne ku ziman yanê zimanê dayikê, ger ez nebêjim hêmanê herî girîng e, divê ez bêjim yek ji hêmanên herî girîng ên ku avakerên siruşt, nasname û kesayetîya mirovî ne ye. Ev rastîyek e, bitaybet jî dema em dibînin ku bêyî zimên esasen em nikanin bifikirin ango bêyî zimên îmkan û hêza me ya hizrînê tineye. Em her tim bi zimên û bi navbeynkarîya zimên difikirin, diponijin. Di zimanê Yûnanî de jî ku <axaftin> û <ponijîn> her du bi peyvekê dihatin ragihandin, ji ber vê yekê bû ku di wê demê de jî çanda giştî pejirandibû ku esasen fikr û hizr ji bilî axaftina bi xwe re, dengkirina bi xwe re ne tiştekî din e.

Esxer  Kuhenmûyî: Mirovê bêpar ji zimanê dayikê, mirovekî/e çawa ye? Vê pirsê, memoste Melikîyan gava êş û janên mirovekî visa dide ber dahûran û analîzê, hanekî/wuha dibersivine: “Divê bi eşkere were gotin ku zimana min yê dayikê, cîhanbînî û cîhannêrîya min dişekiline, dişêwîne. Kesê ku zimanê min yê dayikê ji min digre di rastîyê de cîhannêrîya min ji min girtîye; ango ez di nav maddeyeke xam ya bi navê cîhanê de serberdayî û sergerdan kirime. Êdî ez cîhanê wek girseyeke kaotîk û aloznak dibînim. Ji ber ku ez ji zimanê dayikê bêpar im êdî nikanim tiştekî ji tiştekî din weqetinim û ji hev derxim ango ez bûme sergerdan û sergêj”. Di vê beşa hevpeyvîna me ya ligel memoste Melikîyan de ji xeynî dahûrandina çi-ye-tî-ya (ma-hî-yet-a) zimên û têkilîya xwe ya bi nasname û ezîtîya mirov re, ve-xwendina rihnasane û psîkolojîkî ya êş û janên kesên ku ji zimanê dayikê bêpar in jî tê vegotin. Ew (Melikîyan), hîndekarî jî têde di warên cûrecûr yên jiyanê de bêparkirina mirovan ji zimanê dayikê wek ferzkirin û pozberkirina êşeke daîm dizane û vî mirovê ji zimên bêpar mayî jî wek <lalê xewndîtî> bi nav dike.

                                                                                             *** 

Esxer Kuhenmûyî: Hûn li ser zimên bi çi awayî difikirin? Hûn wek feylesofekî, rola zimên ya di pêkhatin û şekilgirtina nasnameya mirov û cewherê wî yê derûnî de çawa dibînin? Dibe ku hûn bixwazin van miftepeyvan/kilîdpeyvan tev pênase bikin. UNESCO, zimên wek <zimanê dayikê> terîf dike. Dema sernavên frensî, îngîlîzî, farisî û hwd. bi ser zimên ve tên kirin wek zimanê diyem tên hesibandin. Bi awayekî giştî, li gorî we di navbera însên û zimên de nîspet an têkilîyeke çawa li dar e?

Mistefa Melikîyan: Min ti goman jê nîne ku ziman yanê zimanê dayikê, ger ez nebêjim hêmanê herî girîng e, divê ez bêjim yek ji hêmanên herî girîng ên ku çêkerên siruşt, nasname û kesayetîya mirovî ne ye. Ev rastîyek e, bitaybet jî dema em dibînin ku bêyî zimên esasen em nikanin bifikirin ango bêyî zimên îmkan û hêza me ya hizrînê tineye. Em her tim bi zimên û bi navbeynkarîya zimên difikirin, diponijin. Di zimanê Yûnanî de jî ku <axaftin> û <ponijîn> her du bi peyvekê dihatin ragihandin, ji ber vê yekê bû ku di wê demê de jî çanda giştî pejirandibû ku bi rastî fikr û hizr ji bilî axaftina bi xwe re, dengkirina bi xwe re ne tiştekî din e. Wek însanekî di gewdeyê min de du heb ziman hene. Gava ez bi te re di halê axaftinê de me, zimanê ber devê min jî her di halê/rewşa livînê de ye. Lê gava ez di halê fikirînê de me zimanê li ber devê min tev bêdeng û bêliv e; belam zimanê min ê biçûk yê ku li dawîya gewrîya min e, di rewşa livîn û hereketkirinê de ye. Ya rast, ez li vir jî deng dikim, qal dikim lê bi dengekî pir aheste û giran ku nayê bihîstin. Li gor vê yekê, eger zimanê min ê dayikê tinebe hêza min ya hizrînê jî tineye. Xala ku di rihnasîya civakî de wek xaleke bêguman tê qebûl kirin ev e ku heger zarokek zimanê dayikê nizanibe û ji hev dernexe nikane bifikre. Bo nimûne, ger hûn zarokekî hema ji ewil de têxin hawireke an muhîteke ku têde bi ti awayî bi ti însanekî din re dan û standinê neke û lewra ti zimanekî wî tinebe, bêguman dê hêza wî ya fikrînê jî tinebe. Kesê ku di nêvengeke visa de mezin bûbe tenê ji hêla biyolojîkî ve însan tê hesibandin, gerne/hekena ji hêla psîkolojîkî ve qet ne însan e  û bi wateya rastîn a peyvê ti cara nabe were gotin ew însanekî psîkolojîk e. Yek ji hêmanên herî girîng ên însanê psîkolojîkî jî fikrîn e û îcar ji ber ku bi wî re fikrîn tineye ew însan nîne.

Zimanê dayikê ligel pêvajoyeke mirovnasane (antropolojîk) a bi çi rengî bi fikrînê re hewqas kelijîye ku tu dibêjî qey ziman û fikrîn misawîyê hev in?

Dema em diponijin anku dema em di qada zanyarî û bawerîya xwe ya derûnî de ne, em bi zimanê dayikê re mijûl dibin û mefhûmên me yên derheqê cîhanê de, dikevin bin bandûra peyv û îbareyên ku di zimanê me de hene; yanê li hemberî her peyvekê an îbareyekê a ku di zimanê me yê dayikê de ye mefhûmek an têgînek pêk tê û em cîhanê li ser bingeha van mefhûmên zihnî diwesifinin û rave dikin. Ji xwe diyar e ku zimanê dayikê li ser feraseta me ya derheqê cîhanê de çi qas bitesîr e. Bi gotineke zelaltir, bi qasî peyv û lefzên ku em di zimanê xwe yê dayikê de hîn dibin hewqas jî em dibin xwedîyê têgeh û mefhûman; ango di navbera gotinên lefzî yên zimanî û mefhûmên zihnî de hevnêrîneke yek bi yek li dar e. Her ku di qada zimên de peyv û lefzên me yên zimanî zêdetir dibin di qada zihn de jî mefhûmên me zêdetir dibin û her ku em di qada zimên de di navbera lefzên nêzîhev de hînî cudatîyên hûr yên semantîk dibin hema di qada zihnê me de jî mehhûmên ku bi van lefzan re mitenazir in ango hevnêr in ji hev vediqetin. Lewra zihnê min û nîştecihên zihnê min an zihnê min û mefhûmên min ên zihnî ligel zimên û nîştecihên zimên ango bi zimên û lefzên zimanî re têkilîyeke xwe ya tengîn/şidandî heye.

Ev mefhûm û têgihên zihnî bi çi hawî di hevnêrîneke yek bi yek ya bi çekûyên/îbareyên zimanî re tevhev de heyînê rave dikin? Li vira zimanê dayikê xwedîyê cîgehekî çawa ye? Ango li vira rolekî çawa dilîze?

Têgehên me yên zihnî eynî wekî şablonekî ne ku em wî davêjin ser cîhanê. Ferz bikin kaxezeke we ya bi şiklê rektangel (çargoşeya çik) hebe û ji bilî şiklê xwe yê rektangel ti şiklekî xwe yê din ê geometrîk tinebe; ango şiklê wê tenê şiklekî rektangel be. Heyînê wek kaxezeke ku ji serî heya binî tev spî ye û bi şiklê çargoşeya çik e li ber çav bigrin. Tenê şiklekî geometrîk yê vê kaxezê heye û ew jî çargoşeya çik ango rektangel e. Nika şablonekî rakin û neklî ser vê kaxezê bikin. Em dibînin ku niha di vê kaxezê de –ya ku berê tenê bi şiklê çargoşeya çik bû – şiklê berê jî têde hindek daîre, lakêşe, çarkenar, lebzîne, çargoşeya yeksan, hêkanî, sêgoşeya duhevsan û hwd. pêkhatine. Heger hûn vî şablonî ji ser rakin  kaxez dîsa vedigere heman rewşa xwe ya ewil û tenê şiklek ango çargoşeya çik dimîne. Yanê hemû ew şiklên daîrewî, hêkanî, sêgoşeyî û hwd. tev ji nav diçin, çiko ew tev ne ji kaxezê bûn an ne yê kaxezê bûn belkî ji şablonê ku ketibû ser kaxezê bûn û ji wî hatibûn der. Têkilîya cîhana heyînê bi mefhûmên me yên zihnî re jî tamûtam xwedîyê rewşeke bi rengî ye; ango di navbera cîhana heyînê û têgehên me yên zihnî de jî rewşeke tam bi vî hawî li dar e. Têgehên zihnî şablonek in ku em wî davêjin ser kaxeza heyînê û hema li gorî van têgehên zihnî, pareyên cîhana heyînê yên ku bêyî van têgehan tevahîyek û tiştekî yekdestî bûn ji hev cihê dibin û vediqetin û ev cîhan dabeşî rasteqînîyên cihêreng/muxtelif dibe. Heke bi vî hawî be hemû tiştên ku em derheqê cîhanê de biliv dikin; çi di qategorîya wesfandina cîhanê de cih bigrin û çi di qategorîya şîrove kirina cîhanê de cih bigrin tev ji şablonekî bi navê zihn derdiçin û têgehên zihnî roleke xwe ya wek ya şiklên geometrîk ên li ser şablonê yên ku kaxeza wî ya rektangel dabeşî van şiklên geometrîk dikin heye û mîna şiklên geometrîk dixebitin. Ku bi vî hawî be wê demê cîhan jî maddeyek xam ya bêşikl û bêform e û li derveyî her cure diyarmendîyê (teeyyun) ye û ev şikl, form û dîyarmendîyên hane pişt re bi tenê ji têgehên ku di zihnê me de bicî bûne têne der. Ji hêla din ve têgehên ku di zihnê me de bicî bûne, ji tebîr û peyvên zimanî yên ki di zimanê me de bicî bûne çêdibin. Lewra zimanê min cîhanbînîya min dişekilîne, dişiwîne. Wekî nimûne, di zimanê erebî de bona hêştir/deve 1200 peyv hene û dema ev hejmar peyv di vî zimanî de tên bikar anîn hêştir jî bi 1200 têgehan xuyayî zihnê me dibin. Bi gotineke din, hêştirê ku Ereb dibîne her ew hêştir e ku ez dibînin; lê ez wî hêştirî bi têgehekî dibînim ango min şablonekî yek-şiklî lê piçandîye û Ereb şablonekî ku 1200 şiklê xwe hene lê piçandîye ango avêtiye ser. Lêbelê hema ev Erebê ku bona hêştir 1200 peyvên xwe hene, bona cemed û berfê bi tenê peyveke xwe heye û cemedê ji berfê cihê nake û berfê jî ji cemedê cihê nake. Ew ji her duyan re dibêje <selc>. Dema ji her duyan re bi tenê çekuya binavê <selc>ê  bikar tîne di zihnê wî de jî bi tenê têgehek bona her duyan (cemed û berf) heye ango her duyan jî bi têgehekî diramîne. Lewra tiştê ku ez û tu wek du tiştan dibînin ango vînî wek cemed dibînin ne berf û wînî jî wek berf dibînin ne cemed; ew her duyan wek mînakên rêel ên têgeha <selc>ê  dibîne. Yanê ji ber ku ew li vir ji hêla zimanî ve tengdest û feqîr e, lewra ji hêla têgînî û mefhûmî ve jî qels û zeîf e û dema ji hêla zimanî û mefhûmî ve qels be wê çaxê di navbera ya ku em jê re cemed dibêjin û ya ku em jê re berf dibêjin de cudatîyên hûrik ên heyî li ber çav nagre. Niha vî mirovî Ereb bi Eskîmoyekî ku berf li alîyekî, ji bona cemedê bi tenê 40 heb peyvên xwe hene re beramberî hev bikin. Yanê ez ê farsîziman bona cemedê bi tenê rasteqînîyekê dibînim lê ew 40 rasteqînîyan dibîne. Lewma tebîî ye ku cîhannêrîya wî ji ya min ferq bike. Gelo hêştir bi tenê rastîyek e yan ji rastîyekê zêdetir e? Bona yê Ereb ji rastîyekê zêdetir e lê bona yê Îranî tenê rastîyek e. Gelo berf rastîyek e yan ji rastîyekê zêdetir e? Bona min ê Îranî rastîyek e lê bona Eskîmoyan 40 rastîyan radigîne. Tiştê ku bona Ereban rastîyek e, eynî tişt ji min û te re du rastîyan an du realîteyan îfade dike; yek berf e û ya din cemed e. Ev yek tê vê manê ku em di rastîyê de cîhanê bi rêya şablona têgehên xwe yên zihnî dibînin û lewra çeku û îbareyên zimanî jî, ji têgehên zihnî peyda bûne ango di navbera wan de hevnêrîneke yek bi yek li dar e. Li gorî van şîroveyan divê eşkere were gotin: Zimanê min ê dayikê, cîhannêrîya min dişêwîne, dişekilîne û lewra kesê ku zimanê min ê dayikê ji min digre di rastîyê de cîhannêrîya min ji min digre; ango min di nav maddeyeke xam ya bi navê cîhanê de sergerdan û serberayî dike. Ez êdî cîhanê wek girseyeke kaotîk û aloznak dibînim. Çimkî di nava vê rewşa kaotîk de divîya bû min bi rêya çekuyên zimanî û têgehên ji wan derçûyî, ve tişte ji ew tiştê han cihê bikira û ev her du ji tiştê siyem cihê bikra lê ji ber ku ez ji zimanê dayikê bêpar im êdî nikarim tiştekî ji tiştekî cihê bikim û ji hev veqetinim ango ez bûme sergerdan û serberedayî.

 Ez mînakeke din bidim, dibe ku hûn bîst perçe qumaş li ber min deynîn û ji min bipirsin ka de bêje ev qumaş çi rengî ne? Ez bala xwe didimê û dibêjim ev qumaş hemî rengsor in. Lê dema hûn van qumaşan bibin cem wênesazekî an bibin bal keçeke ku xalî radiçîne û jê bipirsin ka ev qumaş çi rengî ne, hûn ê bibînin ku ji wan her yekî re peyveke taybet bikar tînin û navê rengekî lê dikin. Ango qet nabêjin ev qumaş hemî rengsor in; yekî bi peyva A, yê din bi peyva B û ewê dî bi peyva C biliv dikin. Yanê kesekî/e ku hevzimanê min e û bi min re eynî zimanî diaxife jî bona rengan çekuyên cuda yên wusa bikar tîne ku min hay jê nîne. Ez bîst heb tişt wek tiştekî dibînim lê wek nimûne ew keça xalî-raçîner bîst heb tiştên jihev-cihê dibîne, li hemberî van tiştan bîst heb têgehên zimanî li bal wê hene lê li bal min ji bona wan hemîyan tenê têgeheke zimanî heye. Yanê tiştê ku min şablonekî yek-qetî diavête ser, wê şablonekî bîst-qetî avêtîye ser. Ev yek ji bona hemû lefzan û têgehan derbas dibe; ji lefz û têgehên di jiyana rojane û rutîn de tên bikar anîn bigre heya lefz û têgehên ku di mentiq û felsefeyê de, di zanyarîyên tecribî ên fizîkî û însanî de, di zanistên dîrokî, îrfanî, wêjeyî, hunerî û heta di îlmên olî û dînî de tên bikar anîn.  Em di hemû warên jiyanê de bi navbeynkarîya zimên zihnê xwe dişêwînin û bi navbeynkarîya zihn jî cîhanê dişêwînin. Cîhanbînîya min beşa girîng a nasnameya min pêk tîne û wer xuya dike ku ti kes nikane vê yekê înkar bike; çimkî gotine: Ey bira! Tu tev aqil û kakil î / jê pê ve qafik û qalik î. Ger beşa girîng a nasnameya min cîhanbînîya min be wê demê cîhanbînîya min bi navbeynkarîya zihn dikeve ber bandûra nasnameya min a zimanî. Yanê zimanê min zihnê min dişêwîne û zihnê min dîtina min a li ser cîhanê ango cîhanbînîya min dişêwîne û cîhanbînîya min jî nasnameya min dişêwîne û dişekilîne. Têkilîya di navbera meriv û zimanê meriv de jî têkilîyekî bi vî rengî ye û li gorî dîtina min gelek zelal û vekirî ye.

We di navbera axaftina xwe de li cîyekî got ku heger hûn zimanê min ji min bigrin we cîhanbînîya min ji min girtîye. Vêca ez dixwazim vê pirsê bikim: Ma bi rêya zimanê diyem ê ku hîn dibim ez nikanim bibim xwedîyê cîhanbînîya xwe? Bi rêya zimanê diyem ma ez nikanim bihizirim? Dibêjin berî serdema netew-dewletê mirovên Îtalyayî bi zimanên cihêreng û cureûcur diaxifîn. Lê di heyama netewsazîya li Avropayê de mecbûrîyetek derxistin û zimanekî tenê bi awayekî mecbûrî û resmî bi her kesî dan hîn kirin. Niha mirovên Îtalyayî ji %90 zêdetirê wan bi zimanekî diaxifin ku berê bi tenê ji sedî çar jê pê diaxifîn. Ez dixwazim bêjim eger em zimanê dayikê ji mirovekî bigrin û zimanê diyem bixin şûnê, gelo ma ev mirov nikane bihizre? Eger dikane bihizre nexwe ji vî mirovî çi tê girtin?

Xala yekem ev e ku dema we zimanê dayikê yê kesekî jê girt û we zimanekî din xiste şûna zimanê wî yê dayikê, li gor şîroveya ku ez ê paşê bikim we neheqî û zilmeke herî mezin der heqê nifşên ku heyama bihorîna ji zimanê dayikê ber bi zimanê pêneketî yê piştre divê derbas bikin, kiriye. Erê, dema ev heyama boranê qediya em dibînin ku zarok pir hêsantir bi zimanê pêneketî û deynkirî diaxifin; lê ev yek ji ber wê hindê ye ku ve zimane ji wan zarokan re êdî ne zimanekî lênehatî û deynkirî ye, belkî êdî bûye zimanê wan ê dayikê.  Ji ber ku nîştecihên li Îtalyayê ji zimanê nika yê Îtalî bi hêsanî û bi awayekî herî lezgîn jê sûd werdigrin û bi kar tînin nabe ku tu xwe ji vê yekê bigihênî vê encamê û bêjî ew bi zimanê pêneketî qal nakin, bi zimanê dayikê qal dikin. Ev têgihîşt ne têgihîşteke rast e, ji ber ku ji Îtalîyên îro re zimanê Îtalî êdî zimanê diyem û pêneketî nîne û êdî bûye zimanê wan ê dayikê. Hûn, nifşên ku ji dema zimanê gelê li Îtalyayê hîna nebûbû Îtalî û hênê dixwastin zimanê dayikê ji wan bigrin heya dema ku zimanê xwe yê dayikê ji dest dan û zimanê Îtalî kete şûnê, dijîyan li ber çav bigrin. Ango nifşên di vê navberê de jiyan dikirin wênin ber çavên xwe. Gerne/hekena, guman jê nîne ku niha zarokek dema li nav malbeteke Îtalî tê dinyayê, zimanê Îtalî zimanê wî yê dayikê ye. Lewra li îro menêrin û nebêjin ew çiqas bi hêsanî û bi lezanî vî zimanê bikar tînin, li şûna wê bêjin heya ku rewş gihişte vê qonaxê, di nav van deh salan û sed salan de çi hate serê wî nifşê ku dewra boranê a ji zimanê dayikê ber bi zimanê pêneketî ve diborand. Bi gotineke din, di dewra ku zimanê pêneketî/arîyetî şûna zimanê dayikê dagir dikir û êdî diçû ku bibe zimanê dayikê çi zilm û sîtem hat serê wî nifşê ku bi darê zorê zimanê wan dihate helandin û zimanê arîyetî hindik hindik û bi darê zorê dibû zimanê wan ê dayikê.

Nîqaşa min li ser heyam an dewra boranê ye, li ser heman dewr û mirovê ku asîmîle dibe û dibişive. Ez dixwazim bipirsim ew mirovê ku di rewşa bişavtin û asîmîlekirnê de ye, ma nikane bi zimanê diyen bifikre? Gelo kesê ku li vir lîsansa bilind ya felsefeyê digre û diçe Almanê û bi almanî perwerdeyê dibîne ma nikane bi zimanê almanî hizra xwe pêş ve bibe? Gelek kesên ku li dijî zimanê dayikê ne dibêjin bi sadan memoste û ustadên ji radeya yekem hene ku li gel ku zimanê xwe yê dayikê –ku tirkî ye – hîn nebûne lê hatine zimanê farisî hîn bûne û him baş difikirin û him jî bûne xwedîyê gelek hilberînên fikrî.

Na, wisa nîne. Ferz bike zimanê min ê dayikê farisî ye û niha bîst sal in ku ez li Amerîkayê dijîm. Li gor xuya dike, ji ber ku ez bi zimanê îngilîzî diaxifim dibe ku hûn wer guman dikin ku ez bi zimanê îngilîzî dihizirim jî. Lê we qet jê hay nîne ku ez li şûna ku bi zimanê xwe biaxifim ez î tim zimanê xwe li zimanê îngilîzî werdigerinime an lê diqulibinime û wî zimanî ne di hindurê xwe de, tenê di axaftinê de bikar tînime. Yanê min bîst salan li Emrîkayê jiyan kiribe jî, hîna jî dema ez dixwazim ji te re –te yê ku binkîyê wê derê yî û zimanê te îngilîzî ye- şorekê bijêm, ewil vê şorê bi zimanê farisî di zihnê xwe de dibêjim û pişt re wê hevoka farisî li zimanê îngilîzî werdigerinim û paşê jî forma wergerandî ji te re tênim zimên. Kesên ku jibilî zimanê xwe yê dayikê bi zimanekî din dipeyîvin her tim di halê wergerê de ne û heke hûn bala xwe bidinê, hemû taybetîyên wergerê jî di vî zimanê wan yê gotinî de eyan in û li ber çav in. Yanê çawa ku dema ez pirtûkekê li ber xwe datênim û ji zimanê îngilîzî wedigerinim zimanê farisî, ji wergera min bêhna wergerê tê we; her usa jî dema ez wek koçberekî li Emrîkayê bi zimanê îngilîzî diaxifim kesê îngilîzî-ziman bêhna wergerê ji gotinê min ê farsî-ziman radike. Çimkî ya rast ev e ku dema ez bi zimanê diyem qal dikim ez tim di rewşa wergerandinê de me. Pir kêm caran tê dîtin ku kesek jibilî zimanê xwe dayikê di zimanekî din de jî hewqas serdest e û wî zimanî baş bi kar tîne ku bi rastî him bi wî zimanî difikire him jî pê diaxife.

 Berê me ji perspektîfa exlaqî behs kiribû. Çi pêwîstî pê heye ku em rabin êş û janeke nelazim berdên canê kesekî? Kakil û gewherê jiyana exlaqî ev e ku ez êş û jana nepêwîst ne li xwe û ne jî li keseke/î din ferz bikim. Helbet êş û jana pêwîst bi exlaqê re nakokîya xwe tineye; lê mafê min nîne ku ez êş û jana nepêwîst li yekî din ferz bikim. Heger we hat ez ji zimanê farisî bêpar kirim û we zimanê îngilîzî li min ferz kir, we êş û janeke bi qasî temenê min dirêj li min ferz kiriye û ew êş ji vê yekê dertê ku divê ez di tevahîya temenê xwe de her tim wergera îngilîzî bikim; li gel ku ez dikanim bi zimanê xwe biaxifim û pê bihizirim lê eger nika ez bixwazim biaxifim û bihizirim pêwîste ez di nav pêvajoyeke wergerê re derbas bim; divê ez di hindurê xwe de bi farisî bipeyvim, paşê ji vê peyvîna farisî re hemtayê wê yê îngilîzî peyda bikim û wî hemtayî radestî te bikim. Ev pêvajoya qulibandina zimanê farisî li îngilîzî, êş û janeke nelazim e ku li min hatiye ferz kirin. Min dikanîbû ku ez mebesta xwe derbibrim bêyî ku vê janê bibînim. Lewra kesên ku di dewra boranê de ne, her tim di rewşa wergerê û tercumekirinê de ne û we jê hay nîne ku dema pêvajoya wergerê wisa bênavber dewam dike, ji hêla tûreyî, zihnî û rûhî ve zexteke çi qas mezin li ser wî kesê ku mecbûrî axaftina bi zimanekî jibilî zimanê dayikê hatiye kirin, ferz dike.

Memoste hûn her tim qala êş û janê dikin. Bi rastî ew kes an nifşa ku ji zimanê dayikê tê mehrûm kirin çi êş û janê dikşîne? Berî vê, ez dixwazim pirseke din bikim. Gava em dibêjin kesek ji zimanê dayikê hatiye bêpar kirin mebesta me jê çi ye ango wateya vê gotin çi ye? Çimkî hin kes dibêjin hûn li mala xwe bi dayik û bavê xwe re diaxifin. Ma me devê tifingê/çekê li enîya we daye? Bêpar hîştina ji zimanê dayikê tê çi mehnayê? Gelo ma wateya wê ne ev e ku em derfetê nadin ku bi zimanê dayikê hîndekarî were kirin?

Ferz bikin we zarokekî ku li nexweşxanê tê dinyayê hetanî deh salîyê ji nexweşxanê dernexist û we hîşt ku di heman odeya lê hat dinyayê de bijî û her vuha ferz bikin dayik û bav û xweşk û birayên wî jî di eynî odeyê de bijîn. Hûn dibêjin ki di van deh salên ku ew zarok li nexweşxanê ye, bi zimanê wî yê dayikê pê re hatiye xeber dan. Û paşê hûn îddîa dikin û dibêjin di hemû deh salên ku wî li nexweşxanê jiyan dikir, hînî zimanê dayikê hatiye kirin û ti pirsgirêkek jî derneketiye. Lê ez ji we re bêjim ku serdestîya wî ya li ser zimanê dayikê, roja ku ji nexweşxanê derket û hate nav warên cureûcur ên jiyanê divê were pîvandin. Heger ew hate nav sîstema perwerdehîyê an li keştîyekê nîşt (lê siwar bû) an li balafirê siwar bû û di hemû qadên jiyanê de û di warên cihêdar yên hîndekarî, çandî, hunerî, zewqî û hwd. de zimanê dayikê bi kar anî, wê demê pir zûtir fêm dike ku zimanê dayikê yê li nexweşxanê hîn bûbû çi qas li kêrî wî tê; çimkî di hawirdoreke ku têde hemû serpêhatî û tecribeyên jiyanê nayên bidest xistin hînî zimanê dayikê bûye. Yanê dema li nexweşxanê hînî zimanê dayikê dibe, zimanê dayikê yê ku bi kêrî nexweşxanê tê baş dizane; lê gava li lotkeyekê siwar dibe, bi lotkevan re nikane baş xeber bide, çimkî ji gelek serpêhatîyên ku di lotke-siwarîyê de rûdidin re ti peyveke xwe tineye. Ez dixwazim bêjim ku bi qasî hejmara dorhêl û derdorên ku em lê dijîn çeku û îbareyên me yên zimanî hene. Dema mirov zimanê xwe yê dayikê li nav îdareyên bajarê xwe bi kar nebe, li nav medrese û zanîngehên xwe pê perwerde nebe, dema dixwaze nameyekê binivîse, bi zimanê xwe nikabe binivîse…. di rastîyê de ew mirov hînî zimanekî stewr û kulek bûye. Ev ziman bi tenê dikane tecribeyên ku di bin banê malê de tên bidest xistin, rave bike. Lê ma tecribeyên jiyana mirov bi tenê di bin banê malê de dikanin werin bidest xistin daku em bêjin heger hûn di mala xwe de bi zimanê xwe yê dayikê biaxifin besê we ye? Beşeke mezin ya tecribeyên jiyana mirovî, di bin sîwana malê de qet nayên bidest xistin.

Li vira hîndekarî li kû cî digre? Hefteya bihorî giyannasekî ji min re got; nivisîn di giyannasîya îro de derman e. Ez dixwazim bêjim ji axaftinê jî wêdetir, nivisîn û hîndekarîya bi zimanê dayikê li kû cî digre? Gelo li gor dîtina we, perwerde û hîndekarî jî hema di şûna axaftinê de ye? Û wek axaftinê di jiyan û nasnameya mirovî de xwedîyê roleke bingehîn e?

Bêguman wisa ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê û nivisîna pê jî mîna axaftinê, mijareke bingehîn e. Em qada hîs û hest û dilîn û kelecanên xwe ji hemû qadên xwe yên egzîstansîyel/hebûnî kêmtir dinasin. Yanê heger kesek ji we re bibêje bîr û bawerîyên xwe bîne zimên, hûn hêsantir tînin zimên an tînin ser kaxezê. Heta heger kesekî ji we xwast ku hûn daxwaz û miraz û bengînîyên xwe binivîsin, hûn hêsantir dinivîsin. Lêbelê heger kesek bibêje dilîn û hestên ku tu li hember filan dîmenê dijî bîne zimên, tu wisa bi hêsanî nikanî wênî zimên. Bi vê gotinê re ez dixwazim bêjim ku carna di jiyanê de li me her yekî halekî rûhî yê taybet peyda dibe û ji ber ku li bal me keseke/î hemdem û hemnefes nîne em dixwazin vî halî xwe li ser kaxezê binivîsin, bo nivîsandinê em gelek hewl jî didin lê pêştî nivîsandinê dema en nivîsa xwe dixwenin em dibînin ku ya me nivisîye ne ew tiştê hane ye ku di hindurê me de dikelîya û diherikî; wekî ku ew coş û peroşên zindî û ew kelînên jîndar yên di hindurê me de bûn nika tev tinene û tenê cesedê wan li ser kaxezê maye. Lewra em bi xwe re dibêjin min dixwast ez halê xwe binivîsim lê ew tiştê min nivisîye ne halê min e. Di hindurê me de hinek coş û peroş û kelecan hebûn ku dema hatin ser kaxezê tu dibêje qey nasnameya xwe ji dest dane. Çima wisa dibe? ji ber ku em hîs û kelecan û hestên xwe her wekî ku pêwîste û lazim e baş nasnakin û li beramberî her hestek û kelecanekê peyveka me nîne. Em di rastîye de çendîn halên psîkolojîk û giyanî tenê bi navekî dinavin. Hege em bixwazin tiştê em dinivîsin ji ya ku em di hindurê xwe dijîn baş xeber bide û raxîne ber çavan, divê me hindurê xwe baş ceribandîbe û divê lefzên zimanî û têgehên me yên zihnî ji çend lefz û têgehên ku li bal me hene, zêdetir bin. Wateya vê gotinê ev e ku heger em derdorên cihêdar necerbînin û me li wan derdoran jiyan nekiribe, wê demê bona wesifandina wan derdoran di ziman û pênûsa me de lefz û têgehên guncav jî peyda nabin.

Yanê nivisîna bi zimanê dayikê, di pêşkeşkirina wêneyeke zelaltir derheqê hindurê me de xwedîyê roleke bingehîn e?

Erê, di bara nivisînê de jî her wusa ye. Bêguman nivisîn cureyek derman e; lê ji bo ku ev derman bibe dermanekî baş pêwîste ew tiştê em dinivîsin tamûtam ya ku em di hidurê xwe de hîs dikin ragihîne an nîşan bide. Ji bo ev yek biqewime jî pêwîste me hindurê xwe baş jiyan kiribe. Bo nimûne, heger kesek bixwaze jiyaneke feqîrane biwesifine divê têra xwe lefz û têgehên wî hebin û tenê wê demê ev lefz û têgeh têra xwe hene ku wî bi xwe jiyaneke feqîrane jiyayî be. Gerne/hekena wekî zarokê dewlemendekî dimine ku dixwaze li ser malbeteke xizan û feqîr pexşanê binivîse. Her wekî ku zarokê dewlenmedekî derheqê malbeteke xizan de nivisîbû: <Malbeteke feqîr bû, ajovanê wan jî feqîr bû, pêjerê wan jî feqîr bû, zêrevanê wan jî feqîr bû, doktorê wan yê taybet jî feqîr bû, parêzerê wan yê taybet jî feqîr bû, bi kurtasî ew hemî feqîr bûn>. Vî zarokî ji ber ku di malbeteke zengîn de hatibû dinyayê û xizanî nedîtibû nedikanî xizanîyê analîz bike. Hûn li beramberî her derdoreke ji derdorên jiyanê ya ku hûn min jê bêpar dikin û destûra ceribandina wê nadim min an hûn destûrê nadin ku ez wê bi zimanê xwe yê dayikê biwesifinim û rave bikim hûn beşekê ji zimanê min ê dayikê kêm dikin. Heger kesek bêje ku bila yên din di mala xwe de bi zimanê dayikê biaxifin, dê zimanê wan yê dayikê bi tenê bona tecribeyên ku li malê pêkan in zindî û ragîner be. Ew mirovên ku me ew ji xebitandin û nivisîna bi zimanê dayikê mehrûm kirine, dema dixwazin meseleyên li derveyî malê biwesifinin xwe ji hêla lefz û têgehan ve feqîr dibînin. Lewra pêwîste mirov zimanê xwe yê dayikê di hemû derdoran de bikanibe bi kar bîne; ji derdorên zanistî û hîndekarî bigre hetanî derdorên din yên jiyanê divê bikanibe zimanê  xwe bi kar bîne daku zimanê wî yê dayikê bona van derdoran hemîyan xwe avbide, xwe amede bike û xwe bigihîne asta guncav ya pêwîst. Li gor vê yekê, ku em werin bêjin me destûr daye ku li cîyekî meselen li malê bi zimanê dayikê biaxifin û li cîyekî din meselen li zanîngehê me destûra bi kar anînê nadeye, ev gotin bi ti hawî nikane were pejirandin.

Di serdema me de xwedin û nivisîn ji her serdemeke din zêdetir wek şertekî jiyanê û bi gotina we wek zerûreteke jiyanê xwe dide der. Mirovê ku heya heft salîya xwe bi zimanê dayikê jiyaye û pê xeber daye, dema dikeve dewra zerûreta jiyanê û dixwaze perwerdehîyê bibîne em tên wî mirovî mecbûr dikin ku bi zimanekî din perwerde bibe. Ez dixwazim hûn li ser vê xalê rawestin: Mirovekî wuha dema bi vê xeribîya zimanî re rûbirû dibe êş û janên bi çi rehgî dijî?

Ger ez bixwazim vê janê bi gotinekê bînim ziman divê ez bêjim ku ew mirovên ji zimanê xwe dayikê bi taybet di warê nivisîn û hîndekarîyê de tên mehrûm kirin hemî dibin <lalê xewn-dîtî>. Lê rewşa wan ji du hêlan ve ji ya lalê xewndîtî xeraptir e; lalê xewndîtî, xewnek dîye û pir hezdike xewna xwe ji kesên din re bîne zimên lê ew lal e û nikane bîne zimên û lewma êşê dikşîne. Lê lalê me yê xewndîtî ango ew kesê ji zimanê dayikê hatiye bêpar kirin, du hep kêşeyê xwe hene ku bi wî lalê xewndîtî yê din re nînin. A yekem; ew lalê xewndîtî yê ku ji zimanê dayikê bêpar nîne, qe nebe xewneke rengîn dibîne û tenê nikane ji kesên din re biliv bike; lêbelê dema mirovek ji zimanê xwe dayikî bêpar e, tecribeyên wî rengarengîya xwe wuda dikin û tecribeya wî ya derheqê cîhanê de hewqas rengareng nîne. Lewra lalê xewndîtî yê zimanê dayikê heta xewna wî jî bêreng e.  Kêşeya diyem; ew lalê xewndîtî yê ji zimanê dayikê bêpar nîne, qe nebe bi xwe dizane di xewna xwe de çi dîtiye û tenê nikane ji kesên din re beyan bike. Lê gava însan ji zimanê xwe yê dayikê bêpar dibe, gelek tecribeyên jiyanê nedîtine û neciribandine ku were gotin ew dikane wan bîne zimên an nikane. Li gor min tebîra herî baş ya ku rewşa mirovê bêpar ji zimanê dayikê radixîne ber çavan <lalê xewndîtî> ye. Em mirovên ku ji zimanê dayikê bêpar dihêlin, dikin lalê xewndîtî. Ez lalê xewn dîtî me û dinya tev ker e / ez aciz im ji gotinê û xelk jî ji bîstinê. 

Çavkanî: http://neeloofar.org/mostafamalekian/dialogue/971-2-11293.html 

Werger: Ferzan Yezdanî 

Bersivekê binivîsin