Çîrokeke Evînî

Çîrokeke Evînî

‘Dîrok dê ne mîna şair û feylesofekî, lêbelê dê mîna dildarekî behsa min bike.

Erê, dê mîna dildarê te behsa min bike û ez bi hezkirinê nizanim.’

Petrus Abelardus / Ji nameya ku Heloisê re şandiye

Ez bi vî hawî hezdikim:
Ji zerafet, zalimtî, narinî, çorsî û ji wê şairiya te,
ji wê mêraniya ku tu ne xwediyê wê yî hezdikim.
Zemanekî tu zaro bûyî û rojekê tu dê bimrî û bibî cendeke,
lewma ji te hezdikim.
Hem ji bedena te û hem jî ji aqilê te hezdikim.
Ne tenê ji xetên stûyê te yên muntezam,
Ji xweydana binçengên te jî hezdikim.
Ji wê hêza te ya ku agir berdide xwîna min,
ji wê bêhêziya te ya ku mîna zarokekê,
hîsa girtina destê te dide min hezdikim.
Xweda nikaribe wiha hezbike,
nexwe ez ê jî hezkirina xwe bikim Xweda.

Heloise (Ji nameya ku Abelardî re şandiye)

ÇÎROKEKE EVÎNÎ
Çîroka evîna feylesofê Petrus Abelardusî û Hêloisê, bi qasî çîroka Mem û Zîn’ê, yan jî bi qasî çîroka Romeo û Julîet’ê navdar e. Hêloise biraziya Canon’ê Notre Dame’yî bûye. Petrus û Hêloisê dil ketine hev û bi dizî bi hev şabûne. Zarokek ji Hêloisê re çêdibe û piştî ku zaro tê dinyayê, bi awayekî dizî dizewicin. Canon’ê mamê keçikê, birayên keçikê sor dike û doza tolhilanînê li wan dike. Li ser vê yekê, birayên Hêloisê şevekê bi ser Abelardus ve digrin û wî dixesînin (xirê wî jê dikin). Di dawiyê de, Petrus dibe keşîş û Hêloisê jî dibe rahibe.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
12.05.2016

Bersivekê binivîsin