Lahîtên Misrî

Lahîtên Misrî

Di lahîteke Misirî de ku bi sedê salan kevn e, cenîneke mûmyakirî ya herî ciwan hate vedîtin. Şûnwarnas, di lahîteke pirr hûrik ku bi sedê salan berê li Gîzehê (bajarek ji Misirê) hatiye veşartin, cenîneke mûmyakirî ya herî ciwan vedîtin. Heya vê demê wisa dihate guman kirin ku lebatên miriyekê di wê lahîtê de bû. Dema şûnwarnas di sala 1907an de darbesta 44 santîmetre dirêj vedişêrin, wisa guman dikirin ku di nava pakêta ya di darbestê de lebatên miriyekê mûmyakirî hebû. Pispor heta vê demê jî nedikaribûn wê pakêta tevlihev vebikin û lê binêrin ka çi tê de hebû. Pispor di vekirina wê pakêta tevlihev de biserketin û dîtin ku ne lebatên miriyekê lê cenîna ciwanekê di wê pakêtê de ye.

Cenîna mûmyakirî piştî lêkolîneke berfireh niha li Muzeya Fitzwilliam ya li Cambridge ye tê ferişandin. Pisporên muzeyê pêşiyê hewl dan ku bi X-ray bizanin ku çi di nava pakêtê de heye, paşê bi alîkariya CT-scannerê cenîna mûmyakirî ya di nava pakêta tevlihev hate vedîtin. Pispor, ji encamên bidest xistî wisa guman dikin ku dema pêçeka mirî tê dinê 16 yan jî 18 hefteyî bûye.

Vedîtina vê cenînê pirr balkêş e, lewre ne ku bi tenê cenîneke 2.000 salan bi awayeke pirr xurt hatiye veşartin, lêbelê ji ber ku derbarê bîr û baweriya Misiriyên kevn agahiyên pirr girîng dide xuya kirin. Li Misira kevn wisa dihate bawer kirin ku vejiyîna cenînekê jî dikaribû piştî roja qiyametê pêk bê.Ji scanê tê dîtin ku her du pîlên cenînê çeprastkî li ser sînga wî ne, herwiha darbesta hûrik bi xelat û diyariyên rengîn hatiye xemilandin ku jê qedr û qîmet girtina miriyên xwe tê fahm kirin.Di gora Toetanchamonê de jî du heb cenîn hatibûn vedîtin lê her dû cenînên vedîtî ne bi qasî vê cenînê ciwan bûn.

Metîn Eser 

Çavkanî: ScienceAlert