Derheqê Baweriya Dînî de Nêrîna Ramanwerên Navdar

Derheqê Baweriya Dînî de Nêrîna Ramanwerên Navdar
Cirnexweşê Kal
Xirabiyên ku mirov bi riya baweriya dînî dikin, bi ti awayan din nikarin bikin. Dema ku dikin jî, vê yekê bi dilgeşî û bêkêmayî dikin.
Blaise Pascal
Ev dinya dikaribû bibe dinyayek baştir, helbet ku tê de dîn/ol tunebûya.
John Adams
Heke mirovek jiber têgihiştinên xwe yên çewt di rewşeke êşdar de be, ev yek dînîtî ye. Lê heke gelek mirov ji ber têgihiştinên çewt di rewşeke êşdar de bin, ev yek jî dîn/ol e.
Robert M. Pirsig
Oldarên ji cimeetên cihê mîna ecûzeyên ku ji şewqa rojê ditirsin, ji pêşveçûna zanistê ditirsin û bi awirên tûj li wê dawiya bêgav ya mizgîndêr ku dê pergala wan ya xapînok hilweşîne dinihêrin.
Thomas Jefferson
Çawa ku ez ji çîroka <Qaza Dayik> ê bawer nakim, wisa ji Xwedê jî bawer nakim.
Clarence Darrow
Ev dêlindêzên dînî/olî yên tewşikî ku pêdiviya wan bi dem, hewldan, êş û razdariyê heye, ji bo psîkologek î peresanê/ewrîmê nîşanên bikêrnehatina dîn bi xwe ne.
Mark Kohen
Bi awayekî wêrek, hebûn yan tunebûna Xwedê jî bipirse. Lew re heke Xweda hebe dê ji tirseke çavkor, zêdetir rûmetê bide aqil.
Christopher Hitchens
Nêrîna, <bawermendek ji septîkekê bêtir dilşad e>, qasî nêrîna <serxweşek ji hişyarekê bêtir dilşad e>, ne çespandinek rast e.
George Bernard Shaw
Rasteqîniya di meseleyên dînî de, ji bilî ramaneke bêbingeh ne ti tişt e.
Oscar Wilde
Heke mirov bi tenê jiber sebebê tirs yan jî xelatê xêrxwaz û çakbîn bin, wateya vê yekê ew e ku em di rewşeke belengaz de ne.
Albert Einstein
Siyasetê bi hezaran mirovên êsîr kuştiye, dîn/olê jî bi deh hezaran.
Sean O’Casey
Dîn, ber bi jêr ve daxistina gewretiya mirovî ye. Dîn hebe jî tunebe jî, herdem dê mirovan baş û xirab hebin. Lê ji bo ku mirovên baş bi xirabî tevbigerin, pêdiviya wan bi dîn heye.
Steven Weinberg
Ji bo aramkirina gel, dîn alaveke bêhempa ye.
Napolyon
Li her gundekî agirekî vêxistî heye: Mamoste.
Dîsa li her gundekî agirkûjek jî heye: Melayê gund.
Victor Hugo
Ol, efyona gel e.
Karl Marks
Sedema xwîna ku li ser rûyê dinyayê tê rijandin, pêvçûnên olî ne. Çavkaniya êşên mirovî ya herî mezin, ol e. Ol ne tenê afyona girsaye ye, siyanura wan e jî. Ol, mirovan perçe/cihê dike, zilmê li wan dike û hemû tiştên ku xwedayî ne, wan înkar dike. Herweha, ol fetisandina rihê mirovî ye jî. Hemû tawanên ku li ser navê Xwedê yan welatekî têne kirin, ji layê bîrûraya giştî ve, bi hêsanî têne efûkirin.
Rih/giyan, germ e û xwediyê giraniyekê ye. Tîn jî, sar e û cihê ye. Giyan, girêdayê avê û dinyayê ye. Tîn jî, girêdayê ezmên û elementên ezmanî ye. Ji elemantan, êgir der diçe. Ango, hêza êgir. Mirov dibîne ku sedemên hemû siyasetan, şer e. Ol, dema ku kirasekî siyasî li xwe dike, mirov dikare bibêje ku çalakiyên wê di dawiyê de dibin sedemê şer. <Şer, dojeh e.> Lewma jî, baweriya olî rasterast mirovan dişeyne dojehê. Guman têde nîne û dîrok vê nêrînê, dipeyîtîne. Her oleke nûjen/modern, dibêje ku Xwedê aligir û piştevanê me ye û bi vê angaştê, xwe dipesinîne. Bawermendên oldar jî, amade ne ku li ser navê ol xwe bidin kuştin yan jî, xelkê bikûjin.
Dojeh, tirsa ji her tiştî ye û bihûşt jî, redda tirsê ye. Ol, ew mîstîsîzm e ku xwe bi sazî kiriye. Rastiya vê yekê jî ev e: Mîstîsîzm nikare xwe bi sazî bike û ji bo vê yekê, ne guncan e.
Helwesteke bi vî rengî, resenî/naveroka wê ji holê radike. Nexwe, mirov dikare bibêje ku ol mîstîsîzmê ji holê radike, yan jî bandûra wê gelekî kêm dike. Oleka ku xwe birêxistî kiriye, ji bilî fikrên duyemînî rê nade fikrên din û mirovan, dike mehkûmê jiyaneka duyemînî/talî. Ev yek, di polîtîkayên tatalîter yên olî de, xaleka hevpar e. Elmanyaya Naziyan, Stalînîzm, Xaçperest û hwd. Hinek kes, weke rastiyan têne dîtin û dema ku mirov rê didine tiştên bi vî rengî, ev bûyer rû didin.
Hemû mirovên ku derheqê başî û xirabiyê de, xwediyê nêrîn/awireke ji rêza/standart in û wan di qalibekî de dibînin, xeternak in. Wekî dînekî ku demançeyek di destê wî de be, xeternak e. Herweha, mirovên ku tiştekî wiha diparêzin, ew dîn bi xwe ne jî.
Ti mirov, asta wî/wê ya nîjadî, olî û şexsî, çi dibe bila bibe; bi hebûn yan jî tunebûna dinyaya din, nizane. Ji xwe civak jî, bi vê vegotinê têne qontrolkirin. Ger mirov bawer bikin ku dê di dawiyê de, ew ê herin gundekî betlaneyê ya hewizdar; dê serî ranekin û wiha herdem, sitûxwar bimînin. Ji bilî vê yekê, bawermendên oldar jî; li ser xwestekên hiqumetan; amade ne ku jiyana xwe jidest bidin.
Têgeha dinyaya din, rê li rêveberiya girseyan vedike û hêza serdestan jî, zêdetir dike. Serokek, heke wisa bawer bike ku dinyaya me beredayî ye û bi tenê ji bo dinya din, ezmûnek e; bêguman dê di dema biryardayîna komkujiyeka nukleer de, ti caran dudil nebe. Balkişandina dinyaya din, redda/înkara jiyanê ye. Mijulahiya bi bihuştê re jî, afirandina dojehê ye. Perwerdehiya olî ya di dema zarokatiyê de jî, îstîsmara zaroka ye.
Tom Robbins
Beyî ku tu ji milyaketê li quncikê bexçê xwe bawer bikî, ma tu nikarî spehîtiya bexçeyê xwe bibînî?
Douglas Adams
Alfred Hitchcockê hostayê filîmên tirsdêr, li Swîsreyê li ser riya xwe li dîmenekî rast tê û hema wê kêliyê wiha dibêje: <Heta niha jî, min dîmeneke wiha tirsdêr nedîtiye.> Keşeyekî, destê xwe avêtiyê ser milê zarokek î biçûk û pêre diaxife. Hitchcock dema ku çav bi wan dikeve, hema di cih de wiha diqîre: <Lawiko bireve, lawo bireve! Bireve, da ku tu bikaribî jiyana xwe bijî.>
Richard Dawkins
Bawerî, nexwestina zanîna rastiyê ye!
Friedrich Nietzsche
Di dilê çanda me de xirabiya herî mezin a ku mirov ji xwe naxwaze bilêv jî bike, yekxwedayetî/monoteîzm e. Ji nivîsarek hovane ya beriya Serdema Tûncê, sê olên dijberê mirovahiyê der çûne. Cihûtî, Filehtî û Misilmantî. Ev sê dîn, dînên asîmanî û monoteîst in û seranser, bavkanî/patrîarkal in. Xwedê, bavê herî hêzdar e û serwerê hemû tişta ye. Lewma jî li wan deverên ku ketine bin bandûra wan olên asîmanî û nobedarên wan yên mêr, ev du hezar sal in ku li dijî jinan nefretek peyda bûye.
Gore Vidal
Behsa heyînên nedîtbar, behsa ji tunehiyê ye. Dema tê gotin ku rihê mirovî, milyaket û Xwedê, heyînên nedîtbar/razber in, wateya vê gotinê ew e ku ew tune nin. Heta ku ez xwe bernedim kûrahiya xewn û xeyalan, ez nikarim ji wan gotinan encameke din a cihêreng bi dest bixim. Ji xwe heyînên ku hene, têra xwe min mijûl dikin û têra xwe tetmînkar in. Bi rastî jî dibe ku ew heyînên nedîtbar hebin jî, lê ez dîsa jî naxwazim mejiyê xwe bi tiştinên wilo ku nikarin werin peyîtandin mijûl bikim û dê ez ê xwe nêxim bin êşa wê îşkenceyê.
Thomas Jefferson
Dîn. Di naveroka/navenda xwe de hinek ramanan dihewîne û em jî wan bi pîroziyê bi nav dikin, yan jî bi têgehên bi wî rengî. Maneya vê yekê ev e: têgeh yan jî ramanek qedexe, ku hûn nikarin li ser bipeyîvin. Qedexe! Baş e çima em nikarin? Lew re qedexe ye!
Heke yek raya/dengê xwe nede partiya we, mafê we heye ku hûn pêre mineqeşe bikin. Herkes dê ramana xwe bibêje û dê ev yek, kesî aciz jî neke. Heke yek rabe û bixwaze ku li welêt bila bac girantir bibe, hûn dikarin têbiniya xwe ragihînin. Lê heke yek rabe û bibêje ku <roja septê/şemiyê, lembeyên mala/odeyên xwe venekin.> wê demê jî hûn wiha dibêjin: <rêz digrim.> Çima piştgirî û xwedîlêderketina partiya kevneperest, demokrat yan lîberalan yan jî parastina modelên cuda yên ekonomîk û hilbijartin/piştevaniya Windows yan jî Macintoschê rewa/meşrû ye, lê çima derheqê afirandina cîhanê de, derbirîna ramanan qedexe ye? Gelo ma ji ber ku ew pîroz in? Heke em bi awayekî mantiqî li mijarê hûr bibin, dê em ê bibînin ku sebebeke mantiqî ya vê yekê tune. Helbet, heke me bi yekdengî biryara qedexekirina vê yekê nedabe?
Douglas Adams
Gel wiha difikire ku dîn/ol dengê rastiyê ye, remanwer dibêjin ku derew e û rêveber jî, dibêjin alaveke feydedar e.
Seneca
Pirraniya mêrên ku xwediyê jîrekiyeke raser in, ji dîn/ol bawer nakin. Lê vê rastiyê, ji civakê re eşkere nakin û vedişêrin. Çimku ji wendakirina berjewendiyên xwe ditirsin.
Bertrand Russell
Dînê serdemekê, kêf û şahiya serdema dahatuyê ye.
Ralph Waldo Emerson
Werger û Amadekarî: Cirnexweşê Kal
02.12.2014
* Ji Kovara Felsefevan, hejmara yekemîn hatiye wergirtin.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021