Gotibûn Ku Felsefe…

Gotibûn Ku Felsefe…

Gotibûn Ku Felsefe…

Zelal Denzî 

Enwer Karahan: Edebiyata herî hêsan jî bê felsefe nabe; felsefe xerca paşfikirîna berhemên edebî ye û di her form, mijar, teknîk û atmosfereke wan tekstên (bi rastî jî edebî) lîterer de, miheqeq mirov bîhna fîlozofiyekê dike. Helbet hin caran zanîn, têgeh, teorî û çareseriya meseleyan jî wek formeke edebî tê hesibandin, ew meseleyeke din e. Ez bawer nakim ku edebiyat çareseriyê pêşniyarî civatê dike, bi tenê destnîşan dike û rê dide, lê felsefe bi lêsiwarkirina maneya gotinan, ji jiyanê dawaza çareseriya bersiva hin pirsan dike.

Helbet nivîskar gelek caran di tekstên xwe de bi zaneyî qala felsefeyekê nake, ew li gora mijarê û atmosferê, qahremanên xwe bi goşt û hestî dikin û ev têgeh jî li gora çawayiya têgihîştina nivîskarî/ê bi xwe ye. Zimanê kurdî rê dide mirovî ku hemû awayên heyî, hemû teknîkên di derbarê edebiyata bedew de bi kar bîne. Ew rê dide ku mirov li ser hemû awayê zanistê, yê mîtolojî, xweza û felsefeyê rawest e. Ji xwe hebûna malpera felsefevanê jî delaleta vê yekê ye. Em xwediyê mantiqa felsefeyeke bindestiyê nin û teslîmî wê ralîteyê dibin. Bi gotineke dinê, em wek civat xwe bi destê realîteyan ve berdidin û ji qedera xwe razî dibin. Heger ne weha bûya, niha zarokên kurdan li Diyarbekir, li Wanê û Agiryê bi tirkî nedipeyivîn; heta li Îzmîr û Stenbolê jî.

Xizan Şîlan: Helbestvan wek feylezofan xwe di nav şer û bûyerên dîrokê de dibîne. Di dîrokê de helbestvanan, gelek caran serê wan ji ber gotinên rast û vekirî û felsefîk ketibe belayê jî, lê ji vegotina rastiyê re serî û bejna xwe qet netewandine.

Her dem rasteqîna edaleteke rast û dirust parastine û maskeya li ser rûyê desthilatdaran rakirine û şilfûtazî nîşanî civakê kirine. Di felsefe de xwendevan li gotina feylezof dinêre, ango feylezof çi gotiye dinêrin. Lê di helbestê de, helbestvan dê çawa gotiye dinêrin. Di felsefe de mantiq derdikeve pêş, lê di helbestê de hest derdikevin pêş. Jixwe mantiq bêyî hest bi tena serê xwe lal e, hest jî bêyî mantiq bi tena serê xwe kor e. Ji ber vê yekê mantiq û hest bi hevre dimeşin.

Newaf Mîro: Felsefe jiyan e, jiyan jî bi felsefeyê baştir tê fêmkirin. Felsefe mêzîna mejî û dil e, bê felsefe yek mafê yê din dixwo û kêm dibin. Felsefe têgiştina perdeya di nîvê tarî û ronahiye de ye. Felsefe ne hew dîtine, dîtin, têgihiştin û hebandine.

Mîr Qasimlo: Felsefe, azadiya karekterê nepen yê mirov e. Felsefe, bêjingekê bi guman e, bo kamraniya giyaniyan, çalakiyên erenî û neyînî yên li derûdora wan diqewînim, ji hev cihê dike, yanî dibêjingîn e. Felsefe trenek e, mirov di wê trenê de rêwiyê naskirin û fêrbûnê ye. Wek xwendin, aniha di destê min de, romana Curcî Zeydan ya bi navê <Selahedînê Eyyûbî> heye. Ev bû çend roje ez wê dixwînim. Hêjayî xwendinê ye. Wergera wê ya ji erebî bo kurdî jî pak û xweş hatiye kirin.

Receb Dildar: Her mirovek gava tê dinyê û heta mirina xwe ne mumkun e ku ji felsefê dûr bijî. Lewra her gava davêje, her gotina dike, rabûna wî/ê rûniştina wî/ê hemû felsefe ye. Bi ya min felsefe têgihîştin, şîrovekirin û helwesta li hemberî jiyanê ye. Eger hinek din jî kin bikim û Kurt û Kurmancî bibêjim felsefe helwest e. Li hemberî zulmê helwesta edeletê, li hemberî tariyê helwesta ronahiyê, li hemberî dilreşiyê helwesta dilpakiyê. Helwesta ji bo pêşveçûnê ye, helwesta ji bo mirovahiyê ye. Û her tevgereke me helwesteke felsefîk e. Divê em felsefe bixwînin lewra felsefe di şevên reş de wek şewqa çirayê ye.

Serhad Bapir: Gotına felsefe jı gotına “filosofia”  ya yunani tê, ku İngiliz bı xwe ji jê ra dıbêjın “philosophy” ku dı kurdi da tê maneya “hızkırın an ji dostantiya fêhma zaninê”.  Felsefe ılmeki ye ku, dıxwaze bı awayeki sistematik, dı derbarê hebûn û nebûnê, sedem, zanin, zıman û hwd. da pırsên mantıqi bıke, bêyi ku karıbe her dem bersıvên tekûz peydabıke. Dı felsefê da pırs jı bersıvê gıringtır e. Felsefe, bı xêra pırsên ku dıke, tıxûbên hızr û zanina mırovan fırehtır dıke. Dıbe ku bersıva hın pırsan pışti sed an ji hezarsalên dın werın peydakırınê, ku dı dirokê da ji gelek caran wusa bûye.

Nexwe felsefe wek ılm, dı têgıhıştına me ya fêhm û zaninê da hın awa û metodên hızirinê fêri me dıke, jı ber vê yekê ji xwendına felsefê muhim e. Dema ku em bıkarıbın vê felsefeyê bı zımanê xwe bıfıkırın, bınıvisın û bıxweynın, hıngê ev muhimbûn dıbe du qat. Lewra zımanê merıv, sewiye û asoya fehm û zanina merıv eşkeredıke.

Çîmen Mûrad: Di bawerîya min de felsefe kilîta sed derîya ye, yanî heger em di hevokekî de, di meselekî de, di bîranînekî de, deriyekî dibînin, felsefe sed derîya ber me vedikê û rê şanî me dikê. Felsefe naveroka gotinê û mesela û bîranîna derdixê. Û gelek cara, bi aramî rexnê dikê û carna jî, neynikê didê ber rûye insan û rastîya wî/ê nîşanî wî/ê dikê. Em dikarin bibêjin felsefe pariyek nanê hişk e, lê yê bikarê bicû û ser tahmê ve bibê, nema dixwazê jê dûr bikevê.

Shahînê Bekirê Soreklî: Ferhenga “The British Thesaurus” felsefeyê bi van peyvan dide nasîn: “Thinking, reasoning, thought, wisdom, knowledge.” Felsefe xwe bi ponijandinê, mentiqê, ramanan, himketê û zanînê ve peywendîgir dike. Ew xwe têkile bîr-û-baweriyê, îdyolojiyê, ramangiriyê, teoriyên corbicor, nerxdana ramyarî, prensîpan, dîtinan, niherîna li dîmenên cîhanî/navneteweyî, ku bi almanî jê re “Weltanschauung” dihêt gotin û mijarine din ve peywendîgir dike. Felsefe ji gengesheyê û gengeshekirinê natirse û bêyî sînor e.

Ger têgihîshtina min ji mebesta beshê 2yemîn ji pirsiyarê di cîh de be, dikarim bibêjim ku felsefeya min ya jiyanê çendîn car di rêya rojên jiyana min de hat guhertin. Ew 19 salên min li welêt û li Helebê derbas kirin roleke mezin di hîmê shexsiyeta min de leyiztin, lê jiyana bi dehan sal li Ewropayê û Australyayê, dan-û-stendina bi hezaran kesên ji ol, nijad û pasherehên ji hev cuda re; her weha xwendina akadêmî, ya pirtûkan û berhemên corbicor bêguman bi rê ve bandoreke mezin li shexsiyeta min, baweriyên min, û bi encamê li felsefeya jiyanê ya li nik min kirin. Bi derbasbûna salan re, guherandina waran û tecrûbeyên rojane yên jiyanê, bawerî û dîtinên min her di guherandinê de bûne. Ta roja îroj, rojek derbas nabe bêyî ku tishtekî nû fêr nebim û bi encama xwerexnegirtinê xwe piçekî nedim guherandin. Jiyan bi serê xwe xwendegeheke bêyî dawî ye û ta roja mirinê mirovê herî zîrek jî tenê beshekî ji zanîna wê xwendegehê bi dest dixe.

Rojên îroj nema bawer im ku rastyeke “mutleq” hebêt. “Rastî” dikare li gor çavên wê dibînin, guhên wê dibihîsin, hishên wê dixin nav xwe… xwediya rengên ji hev cuda bêt. Heta bi “rastiya” ku Shahînê Bekirê Soreklî pêsh 40 salan sond dixwazr ku ew “rastiya tevahî ye” nema di çavên Shahînê îroj de tevahiya rastiyê ye. Bi dîtina min, ger mirov vê yekê bi bawerî bipejirînin, heye ku nakokiya di nav wan de piçekî kêmtir bibe.

Demekê min sher û têkoshîna çekdar wek erkekî li ser milê her Kurdekî didît, bo nimûne, û ji bo min, ger nîvê Kurdan di wê rêyê de bimirana jî, dîsa jî ji bo amanca ku em li dû bûn guncav (munasib) bû. Ta wê radeyê min ew rastiya di serê xwe de wek durist û adilmend didît ku dê amade bûma heta jehrê (aẍûyê) têxînim nav ava bajarekî dewletên serdestiye welatê bapîrên min dikir.  Lê rojên îroj bi her awayî li dij sher im. Her weha hewl didim li dij nefretê bim. Wê hêviyê dikim ku mirov, endamên civatê, kom, netewe û welatên cîhanê ber bi hev bihên, hev û mafên hev bipejirînin, bijîn û bihêlin bijî…

Carine pê dihesim ku di min de du besh hene: Beshê kurd yê ji pasherehên musilman û rojhilatnavînî û beshê “shahînê serbixwe” ku bi encama bandora jiyana 67 salên li warên corbicor û bi mirovên corbicor re hatiya holê. Ev beshê min bi hêzeke Yezdanî bawer e, lê dipejirîne ku mêjiyê wî têre fêhmkirina hemî shert-û-mercên wê hêzê nake. Xudayê vî beshê min ne Xudayê di pirtûkên Musilmanan, Xiristiyanan û Cuhûyan de ye; ne Xudayekî wek dîktatorekî ye ku miriyan vejîne da ku hinekan ji wan têxîne bin êshkenceyê û bishewitîne… Bo vî nîvê min, sizakirina kesekî li dû mirinê ji bo kiryarên dema jînê ne adilmendî ye, çimkî ger Xuda xwediyê qedera her mirovî be, yê berpirs ew e, ne yê ku dike ji bo kiryarekê bihêt êshkencekirin. Li milê din, ne mentiqî ye mirov bipejirîne ku miriyê li dû mirinê bihêt vejandin ê xwediyê/-a hemî wesfên pêsh mirinê be! Ev nîvê Shahînê Bekirê Soreklî ji sherûdetiyê hez nake, bawermendê bi azadiya bi berpirsiyarî ye, bi dayîna heman mafan bêyî shert-û-merc bo her kesî ne bawer e. Carine weha dibe ku her du beshên min bi hev re dikevin gengesheyên dûr û dirêj û ji çakbextiyê beshê 2yemîn pirraniya caran hevsarê “Ezê min” dixe dest xwe.

Dizanim ku guherandina mirovan proseyeke bêhûde dijwar e û xusetê her mirovekî/komekê encama rewsha hawîrdorî, kilîmayê, shûna erdnigarî, rewsha jiyanê, dîrokê, karbidestiyê, terbiyakirina civatî/malbatî û gellek bandorên din e. Lewma “rastiya” ku ez derbarê Kurdan û rewsha wan de dibînim, bo nimûne, ji hinek aliyan ve ne wek rastiya ku gellek Kurdên li weltêt dibînin e. Pejirandindana “rastiya” aliyekî bi aliyê din bi encama bandorên ji hev cuda ne hêsan e. Lewma gellekî hewl didim ku bi tolerans bim, lê carine weha dibêt ku nîvê min yê kurdî bo kurtedemekê hevsarê “Ezê” min bi dest dixîne, lê tenê carine.

Firat Cewerî: Haya me jê hebe an jê tunebe, her yek ji me bi felsefeyekê tevdigerin. Bêguman nivîskarek jî di prosesa avakirana berhema xwe de bi zanebûn an jî binhişî bi felsefeyekê dikeve rê. Yanî siyaset, celebê jiyanê, huner û edebiyat bi felsefeyê ve dorpêçkirî ye.

Omer Dilsoz: Edebiyat ji hemû şaxên zanistê sûdê werdigire û yekser pê re têkildar e. Bifikire, tu romanekê vedihûnî, bo te warek lazim e, hawara xwe diçî erdnasiyê, bo te pêzanînên dîrokî lazim in, kelepor lazim e, çi zanim xwelî lazim e, divê serî li xwelînasan bidî… Bi kurdî mirov û jiyan pêwîst in û tu serî li her tiştê bi wan re pêwendîdar e didî. Heçî felsefe ye, xwêya edebiyatê ye. Ma girara bêxwê rijî nabe, ahe dahênan û vehûnanên wêjeyî jî, bê hizr, bê bîr û ray, weke dara pût in, nava wê xilole ye.

Kemal Tolan: Min Felsefe anjî fîlozofî dibistana de ne xwandiye, lê ez li goriya hiş (nûra) ê ku Xwedê û Xwedanên min, di sere min de bicî kiriye (ez bawerim ji ber vê ye ku di ilmê Êzdîtiyê de hêjî tê gotin, “nûra Xwedê bi her giyanberî re heye” ! ) dibêjim, felsefe zanîstiya ilmê Xwedê, Milyaket,” pîroziya êlêmêntên ku bûne bingeha afirandina dinya û jiyanê, çanda kevneşopên Babçak û  hişê xwe nasînê ye. “Em di diyalekt nasînê de jî dibînin  ku, çerxa veguhastina xwezayê û kiras guhastina hemû rihilberan (çi xwezayî, lawir anjî însan ûwd.be), tenê bi reza Xewdê û li ber hebûna van her çar êlêmênt(cewahir)an(ax, ba, av û agir/nûr) digere. Ev her çar cewahir (ax, ba, av û agir/nûr) di nav hevde destpêk û dawiya her hebûn û tunbûna hemû  tiştên xwezayî yê, çi rihilber anjî ne rihilberan in.

 Di nav zargotina me Êzdiyan de vêga hêjî tê gotin ku, wexta Melkemot(Êzdî dibêjinê, DELALÊ DİLÊ MİN, EZRAÎL, TAWİSÎ-MELEK, EMÎNCÎBRAÎL, NASİRDÎN) rihê merivekî ku kiras diguhêze jê distîne, kesê mirî di binerdê de tê veşartin. Ev bedena kesê mirî li kuderê, di bin axa kîjan welatî de hatibe veşartin jî, rihê wî cardinê vedigere nav maka xwe, Milyaket rih ji nav bedenê dertînin û wî rihî tînine geliyê Lalişê.

Lewma di ilmê me dê hêjî tê gotin: 

‘Dinya milkê rebil alemîn e, Dinya ji bo tu kesî namîn e

Dinay tenê ji bo Xwedê dimîn e, Beşerî ji axê ye û her ji bo bin axê ye

Bin Ademo, eger tû hezar salî li dinê bî, Tû bi zêr û zegerê malê dinyayê bi xinê bî. Her tû yê rojekê mêvanê qebrê bî, Ruhe rihmanî, nabête fanî, her dê rojekê biçe ber destê wî Ezdanî ’

Weke ku ez ji vî ilmî û zargotina me Êzdiyan fahmdikim, axretnasîna me Ezdahiyan(olperestiya xwezayî) qet cûdetiyê naxe nava tu cewahir(ax, ba, av û agir/nûr û hwd.)ên ku bûne bingeha afirandina dinya û  jiyanê. Êlêmênt(ax, ba, av û agir/nûr û hwd.)ên li her welat û devera ku li ser ruyê dinyayê hene tev weke hevûdinê pîrozin.

Lewma jî bawerdikim ku, fîlozofî û mîtolojiya Ezdahîtiyê serekaniya zanîna afirandina dinya yê, bingeha hemû mîtolojiyên xwezayî, bi taybetî jî dewlemendiya mirovatiya li ezopotamiya yê, civak û olên Kurdî ye. Di vê zargotina me de hêjî tê gotin ku, tu evdî bi Xwedê, her heft melyaketên qedîm, Melek, Horî û hwd.ra dahin standin ne kiriye. Tu evd vêga hêjî nikare şêwe, şikil, sûret û wênê Ezda, Melyaketên qedîm, Melek, Horî, Perî, Cin û gelek Xwedanên xwezayê bi peyv û pênûsan tarîfbike, çêke û hebûna wan tenê li deverekê, cîh û mekanekî de bivîne anjî bide xwanê.

Dr. Tosinê Reşîd: Felsefe, têgihîştina jîyanê û naskirina rêya rast e.

Kejê Bêmal: Li ser rûyê dinyayê, herî zêde Tirkan felsefeyê jêr dîtine û heta ku ev yek, bi gotina ‘Felsefe meke!’ ketiye zimanê wan jî. Ev yek, tenê di çanda Tirkî de tê dîtin. Heçku, felsefe wateya jiyanê ye. Lêgerîna, zanayiyê ye. Beza li pey zanayiyê, pirsyarîkirin û lêkolîn e. Xwesteka, gihêjtina heqîqetê ye. Şertê mirovbûnê, yê pêşîn e.

Civakeka ku vê yekê înkar bike, helbet bi awayekî hovanê dê bixwaze ku ji bilî kultura xwe, hemû gel, ziman, ol û kulturên cihêreng ji holê rake. Çîrok, klam, stran, ol û hemû kultura Kurdan, felsefîk in. Ji ber vê yekê jî, li gor baweriya min dengbêj, fîlozofên herî mezin in. Bi awayekî eşkere dikarim bibêjim ku mirovekê ku her tiştî qebûl bike, lê nepirse û nezan e, ew bêmejî ye. Belam, ez ji livoka mejî gelekî hez dikim. Di jiyanekî de hege lêpirsîn, rûbirûkirin, pirsyarîkirin û têgihiştin tunebe, bêguman ew jiyan dişibe dojehê.

Ezîz Xemcivîn: Di nerîna min gava herî rast ko mirov karibe xwe li ser bingeheke bi hêz ava bike. Ew e ko bi xwe re rastgo be, Kesê/a ko bi xwe re nerast be, nikare bi Xelkê jî re rastgo be. Naxwazim em hev piçûk bikin, an hev piçûk bibînin. Lê bila em her yekî/ê bêtirî qebareya wî jî nedinê. Gêvilî di nirxandinê de nebaş e, bila nirxandin li ser têgeha pêzanînên zanyarî be. Bila em gumanên pêşinde li ser hevûdu guman nekin. Nirxê tiştekî di bin siha gelek tiştan de neveşêrin û ne jî buhayê gelek tiştan ji bo tiştekî têk bibin. Kurd heta roja îro li pêl û yefşê siwar nebûne. Piraniya wan li Hespê xelkê siwar dibin û piştî demeke kurt tê bibîne Kurdo destên wî li pişt wî ne û peya dimeşe.

Hosheng Broka : Fîlosofî ji bo min gerra bê dawî a li rastiya bê dawî ye; rastiya mirov, Xweda / Ezda û herweha rastiya xwezayê. Bi fîlosofiya René Descartes re rastî ji destên Xweda derket û radestî destên mirovan bû. Wate bi “rastiya descartes” re, li şûna Xweda mirov bû afrênerê rastiyê. “Rastiya Descartiyane” a herî mezin jî ev bû: “Ez diramim, naxwe ez heme”: Anku mirov wek “afrîdeyekî bîrbir û bîrewer”, bû ne tenê  “objektê” rastiyê belê bû “sûbjektê” wê jî. Bi vî awayî “raman”, ku “hebûna” mirov e; û herweha “hebûna” mirov jî ku “raman” e, bû yek ji bingehên herî sereke, yên fîlosofiya modern.

Lewre, bi rûdana “rastiya” fîlosofiya modern re, her tişt bû ciyê şik, guman û rexneyê. Imanuel Kant nêzîkî heman “rastiyê” dibêje: “serdema me serdema rasteqîne a rexnekirinê ye, ku tiştek ne jê xelas dibe, ne jî di ser re derbas dibe”. Hewreha Gaston Bachelard jî “rastiyê” bi giştî û “rastiya zanistî” bi taybetî, wek “şaşiyekê,  ku berdewam tê sererastkirinê” bi nav dike.

Bi ya min bi qasî ku fîlosofî me hîn dike, ku em çawa li “rastiyê” (yan jî li rastiyan) bigerin, hewqasî ew me hîn dike, ku em çawa bifikirin, çawa bijîn, çawa li xwe di jyanê de û li jiyanê di xwe de, li Xweda di xwezayê de û li xwezayê di Xweda de jî, bigerin: Fîlosofî gerra bê dawî li xwe di “rastiyê” de, û herweha gerra bê dawî li “rastiyê” di xwe de ye.

Demhat Dêrikî: Ez parçek ji vê civakê me, parçek ji civaka Kurd im, ez bixwazim nexwazim divê gelek aliyên jiyana civaka xwe li ber çav bigirim. Belê, jiyan qonaxa di navbera ji dayîkbûn û mirinê de ye, lê ya girîng ew e ku tu bizanê di vê qonaxê de çawa bijî, şopa xwe bi erênî bihêlî û ji meşa xwe ya jiyanê nepoşman bî. Li cem min, pîroztirîn xal jiyan e, lê ger karibim bersiva vê jiyana dijwar û dilxweş bidim.

Husên Duzen: Felsefe mijûliyeke bi zanînê re ye ku di ser tevahiya disiplînên zanistî re ye. Ew bi pirsyarên tevahî mijûl dibe, bê çerxa felekê çawa heta niha meşiyaye û dê me bi ku de bibe. Hewldanek e ji bo têgihîştna dunyayê û mirovan. Giringaya wê ya ji bo berhemeke wêjeyî, li jor hat gotin. Ez bawer nakim ku serkeftineke mayinde karibe pêk bê, ger mijûliyeke bi felsefeyê li welatekî tune be. Mixabin serkêşên tevgera kurd di salên 1970î de wek gelk tiştên din bi şêweyekî xerab dert bi fêrbûna felsefeyê kirin. Hîngê bi dorfirehî pirtûka <Rêgezên Bingehîn Ên Felsefeyê> ya Georges Politzer xwendin. Polizer bi xwe di bin bandora hizrên Stalîn de ew pirtûk nivîsandibû. Ger îro di nav kurdan de yekdengî, dijberiya xweşbîniyê ewqasî xurt e, bandora wê pirtûkê zehf tê de heye. Nifşekî ku tenê reş û spî dibîne, hat perwerdekirin di nav kurdan e bi rêya vê pirtûkê.

Devliken Kelogirî: Her çiqas pênaseke felsefeyê hebe jî, her kes li gorî xwe jî şîrove dike. Bi ya min, felsefe xwenaskirin e û piştî xwenaskirinê, di her qada jiyanê de lêpirsîn e, lêkolîn e, xwendin e, zanîn e. Mirov çiqasî kûr bi xwe de here, ewqasî jî li lêpirsînê hûr dibe û bi berfirehî jiyanê nas dike…

Û felsefeya min a jiyanê; Teyrê bêhêlîn im, baskên xwe li hev dixim û her difirim. Dilê min ku bixwaze, xwe li wir datînim û li gorî daxwaza dilê xwe dijîm.

Fêrgîn Melîk Aykoç: Bêguman hebûna jiyanê bi serê xwe felsefeyekê ye. Heta ajal jî ji bo xweparastinê, yan jî yê dijberê xwe tirsandinê dikeve pozisyoneke xwe ji rastiya xwe mezintir nîşandayînê. Di stratejiya nêçîra ajalan de jî ev rastî derdikeve holê. Lema jî rastiya felsefeya jiyana xwe nişandayîn mijareyeke gelek giran e.

Her kes dixebite ku xwe wek xwedanê felsefeyeke herî xurt nîşan bide. Heta hin kesan yek berhemeke li ser felsefeyê nexwendiye, behsa nizanim felsefeya çi dike; tu berhemên psikolojiyê nexwendiye, nizane psikolojî çi ye, behsa derûnnasiyê dike. Haya xwe ji ziman tune, ji ber ku pexşaneke bi kurdî nivisandiye, xwe zimanzan difiroş e. Carna mirov nizane bikene, yan ji vê rewşa me re bigîrî.

Di warî xwe pêşkêşkirinê de hinek sistiya min heye, xwe ji xwe zêdetir nişandayînê cih bihêle, rastiya xwe pêşkêşkirin jî ji min nayê. Ez dibêjim ez ev im, bila mirov min ne ji min bibîhîsin, rastiya min û emelê min bibînin û wisa binirxînin. Ta niha min xwest ez di her warî de rasterast, wek soran dibêjin “rastexo” bim, dostan mezin kim, di her warî de tenê başiyê bireşînim hawîrdora xwe, zanîn û azmûna xwe bi hawîrdora xwe re parvekim. Heta min xwest ez hin mirovên dikanîbûn pêşkevin, bi formeke alîkariya meneceriyê derxim pêş, lê min hew dît ku ew çep û rast lê didin, bi rengdêrên bi xwe jî nizanin tê çi wateyî di ser min de tên. Eh dem bi min ez bi demê van êşan didim jibîrkirin.

Rastiyeke heye; mirov tu car nikane kes û kesayetiyan bi her aliyê ve binase, mîna kamerayekê tenê aliyê bi mirovan ve xuya dibîne. Mirovek çendî xwe veke, hin rûyên xwe nîşan bide jî, rastiya wê/wî ya derûnî tim veşartî dimîne.

Ilhamî Sîdar: Jiyan bê felsefe dibe? Helbet demên min ên ku min bala xwe da xwerû kitêbên felsefeyê çêbûn. Tesîra herî mezin Egzistansiyalizm li ser min kir, nexasim dîtînên Kirkegard û Schaupenhauer û têgihiştina wan. Ji alî din çawa ku Tehma Xweliyê di palpişta xwe de felsefeya “İşraq”ê vedihewîne, dikarim bejim ku “Esmanekî Din” jî li ser fikr û ramanên Kirkegard ava bûye.

Berken Bereh: Helbest û felsefe du têgehên hêja û bi nirxin ku ev sedê salan e afrîner û ramanger sere xwe pê diêşînin. Lewre di navbera herduyan de têkiliyeke durist heye, em nikarin yekî ji wan bêxin pêşiya ya din. Di perwerdehiya mirovan de xwedî hêzeke xurt in. Asoya pêşveçûyînê her bi saya wan ronahî dîtiye.

Her du jî xwe dispêrin çalakiyeke afrînerî, hizrî, ramyarî. Ev çalakî bi saya zimên pêk tê ango bingeh û stûna herduyan jî ziman e; zimanê herî sistematik û bi hêz. Bê ziman ne têgehên felesfê û ne jî şêwandina bûyer, raman û îmajên hestyariyê pêk tên. Felsefe bi saya zimên di avakirina pergala nirx û baweriyên me ava dike. Helbest jî rêya şirovekirin û watedarkirina heyîn û hebûnê û ya dinyayê ye. Heidegger, lomeya li me dike ku zelaliya ramyariyê bi gor dewra Grekan şêlû bûye. Wek sedem jî, jibîrkirina zimanê heyîn û ramyariyê, dûrketina ji helbestê ku wek çalakiyeke hebûna insên destnîşan dike. Dîsa Johan Georg Hamann “helbest zimanê zikmakî ya insên e”gotiye. Li vir dixuye ku têkiliyeke dirust di navbera ramyarî û helbestê de heye. Her du jî bandorê li hev dikin. Vegotineke wêjeyî û felsefî him hevûdû temam dikin û him jî payeya wê bilindtir dikin. Ji ber vê têkiliyê ye ku zayîn û ronahî dîtina felsefê li ser mîrata mîtos û eposê ava bûye. 

Amadekarî: Zelal Denzî

Çavkanî: www.felsefevan.org

Bersivekê binivîsin