Dewrên Felsefeya Serdema Nû û Wesfên Wê Yên Bingehîn

Dewrên Felsefeya Serdema Nû û Wesfên Wê Yên Bingehîn

Dewrên Felsefeya Serdema Nû û Wesfên Wê Yên Bingehîn

Felsefe çawa ku li gor mijarên xwe hatiye dabeşandin, wiha jî li gor dema ku derketiye holê jî, hatiye dabeşandin û binav kirin. Wekî Felsefeya Serdema Antîk, Felsefeya Serdema Navîn û yan jî, wekî Felsefeya Ol, Felsefeya Siyasetê û wekî Felsefeya Sedsala 15 an û hwd. Bi vê yekê wiha tê xwestin ku, felsefe çêtir were têgihiştin û cihêrengiyên felsefeyên cihêreng, çêtir werin fêhm kirin. Armanca vê nivîsê jî, nasandina Felsefeya Serdema Nû û balkişandina taybetmendiyên wê ye.       

Lewma jî, em ê di sê dewran de dest bi nasandina Felsefeya Serdema/Heyama Nû bikin, da ku em bikaribin bi awayekî hêsan, vê serdemê û dewrên wê, bikaribin bidin nasandin.

Mirovî dikare Felsefeya Serdema Nû, wekî sê dewran bike beş/dabeş bike, ku ew jî…  

1- Dewra yekê: Felsefeya Ronesansê

2- Dewra duyê: Felesefeya Sedsala 17- ê

3- Dewra sêyê: Felsefeya Sedsala 18- ê, ne.   

1- Dewra yekê: Felsefeya Ronesansê

Li gorî ferhengê wateya Ronesansê zayîn û vejîn e, nûkirin û ji nû ve avakirin e. Mirov dikare bibêje Ronesansê di sedsala 14- yê de dest pê kiriye û hêdî hêdî, li hemû Ewropayê belav bûye. Bi vê tevgerê re; cîhan ji dewr û dewranên kevin derketiye û qulipiye ser dewr û dewranên nû. Bi her awayî û di her warê jiyana civakî de, rûpelên nû vekiriye û pêşkêşî mirovahiyê kiriye. Ronesans, cîhanê bi pêşve ber bi serfiraziyê ve biriye. Lewra, di pêşiya ronesansê de azadî tune bû, riya şexsan û gelan, ji aliyê Xwedê ve dihat hilbijartin/destnîşankirin û doxmatîzm/hişkebawerî hebû.

Ê baş e, gelo Serdema Navîn serdemeka çawa bû?

Serdema/Heyama Navîn, serdemeke sekinî û qemirî bû. Skolasîzma dêra filehtiyê, wajbaweriyên xwe mîna zanayiyên zanistî nîşan dida. Li hêla civakî jî, eşîr û eşîrtî/feodalîzm hebû û dewletên neteweyî tunebûn; axa, beg û serpereştên olî, di civakê de serwer û rêveber bûn. Mirov, mîna kes yan şexsan ne dihatin dîtin û bi zagonên feodal û olî re jî, girêdayî bûn. Belam, Ronesansê wê rewşê ji bînî ve guhêrt.

Çimku serdema kevin dewra xwe qedandibû û mirovahî hewcedarê raman û tevgerên nû bû. Serdema Navîn, jiber ku ji civakên dadayî yan em bibêjin ku civakên girtî pêk dihat; armancên rawanwerên wê demê jî, çareserkirina pirsgirêkên wê demê bûn. Ronesans li hemberî nêrînên neguhorbar, bêdro û rizyayî rabûye, wan rexne kiriye û bi vê helwista xwe re jî, riya zanistê vekirî ye.

Taybetmendiyên Felsefeya Ronesansê

1- Di ronesansê de sîstema ramanê, bi tenê xwe dispêre xwe, mijar û gehînekên/hedefên xwe jî, bi serê xwe hildibijêre.

2– Di cîhana kevin de yekîtiyek hebû, lê di Ronesansê de, pirranî heye.

3- Li hemberî zagonan, şexsiyeta mirova xurttir bûye û ev şexsiyet, ji aliyê civakê ve hatiye dîtin û mirov, çêtir bûne mirov.

4- Bi alikariya hestên neteweyî, dewletên neteweyî hatin damezrandin û hestên neteweyî xwe di warê felsefeyê de jî, da der.

5– Wekî ku tê zanîn; berê Ronesansê zimanê serwer latînî bû. Lê piştî Ronesansê, hêdî hedî zimanê neteweyî hatin bikar anîn.

6- Di Serdema Navîn de, ramanwer Yan nivîskarên mezin û binavûdeng, mirovên olî bûn. Lê Ronesansê ev tişt jî guhêrt. Di Ronesansê de, ev mirov alim û pispor in. Ango, şexs in, şexsiyet bi xwe ne.

7- Di Serdema Navîn de, bersiv gîşk amade bûn. Lê di Ronesansê de, bersivê amade tune nin, rastî jî ne yek e, pirr in.

8- Lêgerîna rastiyê û ev hewil, piştra riya keşfan vedike.

9- Di Serdema Navîn de, rolê mirov û cihê xwe, li qata Xwedê diyarkirî bû. Lê bi saya Humanîzmê re; ku rêçeka Ronesansê ye, nêrînên mirovan fireh bûn û çandekê nû yeke laîq derkete hola civakî.

10- Ronesans, tevgereke lixwegerîn e. Bi saya vê şoreşê, qata zanînê bilind bû û pîvanên zanyariyê hatin damezrandin.

11- Di Ronesansê de, rola dêrê jî hate guhêrtin. Dêr, ji tewşiyan hate rizgarkirin û destê dêrê, ji doliwgeriya dewletê hat qut kirin. Bi vî awayî, dêr carekê din veqişiya ser karûbarên xwe yên berê, yên olî.

12- Bi Ronesansê re zanayî û ramanên cur bi cur, di serada aqil de hatin derbaskirin û pozîtîvîzm derkete holê.

13- Bi Ronesansê re; dinya êdî li gorî pîvan û dîtinên dinyayê hate dîtin û momenta vê xalê jî, bû însan.

14- Ronesans her çiqas pêşengê modernîzmê be jî, dîsa jî mîratxwarê Serdema Navîn e.

15– Dilêrîna Serdema Navîn, <Ummet> bû, lê dilêrîna Ronesansê, şexs e û ev dilêrîn ferdî ye.

16- Di bawerî û rewiştê/exlaqê de, serbestiyek heye û li hemberî dêra Qataolîk, dêra Protestanan hatiye damezrandin.

2- Dewra duyê: Felesefeya Sedsala 17- ê

Di Felsefeya Ronesansê de, hemû tişt Li cihê xwe de rûnenişti bû û dewreke lêger bû. Ango Felsefeya Ronesansê, felsefeyekê pêgavker e.

Wesfên Vê Felsefeyê Yên Berbiçav/Sereke

1- Felsefeya Sedsala 17- ê; pêşveçûnên Ronesansê da berhev, kom kir û piştra, li ser hîmê wê, felsefeyeka xwedîyekîtî û yekkerî damezrand.

2- Pêkanînên Ronesansê yên herî mezin; di warê matematîk û fîzîkê de hatin xwiyakirin. Bi alîkariya têgehên matematîkî, xweza çêtir hate naskirin û ew têkiliya ku di navbera aqil û xwezayê de hebû; ku ev têkiliyekê amizger/hemaheng e, bi vî awayî hate têgihiştin.   

3- Xweza, yekkerî ye û avahiyeke matematîkî ye. Ev pêşniyar, dibe hîmê matematîk û fîzîkê. Xweza, xwediyê wesfên matematîkî û fîzîkî ye û wesfên objeyan/nesneyan yên pîvandî û rastiyên resen in. Lewra wesfên nesneyan yên pîvandî û têkiliya ku di navbera wan de ye; divê bê dîtin, ku li ser wan hîman, ev obje ji nû ve werin nas kirin.Descartes, Spînoza û Leîbnez, ramanwerên vê demê yên sereke ne.

3- Dewra Sêyê: Felsefeya Sedsala 18- ê

Ev felsefe, felsefeya <Ronîbûnê> ye. Li ser vê dewrê Kant wiha dibêje: <Ronîbûn, ji aliyê mirovî ve, destpêka bikaranîna aqlê mirovî ye.> Ango di vê dewrê de; mirov tevger û dîtinên xwe, li gorî pîvanên aqil û pisporiya xwe ronî dikin.

Wesfên Berbiçav Yên Vê Dewrê

1- Li gorî Serdema Navîn, ol rêzanê her tiştî bû. Lewra Serdema Navîn, ne xwediyê çandeka serbixwe bû. Serbixweyî, bi tevgera Ronesansê derkete holê û bi Felsefeya Sedsala 17- ê, li ser hîmên zexim hate rûniştandin. Ev pêşketin, di dewra Felsefeya Sedsala 18- ê de, şeklekî herî bêdro/teqez û helwesteke rast, wergirt. Ji vê dewrê re, Dewra Ronîbûnê hate gotin.

2- Bi şoreşa fransî re, burjûwazî û liberalîzm derketin holê. Li hember monarşiyê, têkoşîn heye. Tevger yan rêxistinên mîna wekî laîsîzm, humanîzm, komar û serbestî derketin holê.

3- Di vê demê de bi taybetî, li ser ceribandinan rawestiya ne.

4- Ev felsefeyeka çandê/kulturê ye û mijarên vê felsefeyê; mirov, jiyan û cîhana mirova ye.  

5- Felsefeya vê dewrê ne tenê felsefeyeke teorîk e, ew felsefeyeka pratîk e jî. Yekîtiya teoriyê/dozîne û pratîkê, xwiya dike.

6- Di vê dewrê de di dewsa zimanê latînî de gîşk, zimanên neteweyî têne bikar anîn.

7- Bingeha vê felsefeyê, kultureke laîq e.

8- Baweriya, rêzaniya aqil heye. Di vê dewrê de hemû tevger û rêxistinên dîrokî yên wekî ol, dewlet, hiqûq û ekonomî, di serada aqil de têne derbas kirin.

9- Li hemberî merkantilîzma sedsala 18- ê, kapîtalîzma pîşasaziyê/endrustriyê xurt dibe. Di avahiyên ramanî de, ketumetbûnekê diyalektîkî heye. Locke, Home, Montesqieu, Reuseau û Volter, ramanwerên vê dewrê yên sereke ne…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

11.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/dewren-felsefeya-serdema-nu.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin