Tevgera Reformê û Mîstîsîzm

Tevgera Reformê û Mîstîsîzm

Tevgera Reformê û Mîstîsîzm| Ali Gurdilî

Tevgera Reformê/reformation tevgereke olî ye û li hemberî dêra katolîk, li dijderketinek e. Lewra, dêra katolîk ya wê demê, di rewşeka xirabûyî/aloz de bû û ji erkên xwe yên eslî/resenî, gellekî dûr jî bibû. Tevgera reformê, encamekê tevgera Ronesansê û dilêrîneka nû ya olî ye. Ronesansê bêguman ne tenê din guhertiye, dilêrîna mirovî, hiqûq û dewletê jî guhertî ye. Di tevgera reformê de, dijberiyek li hemberê dêra Serdema Navîn û skolastîkê heye ku, skolasîzm jî felsefeya dêrê ya fermî bû û reformê, daxwaz kiriye ku dêra kevin hilweşîne û dêra xwe ya nû bide damezrandin. Ev xwestek di destpêkê de ne wiha bû. Lewra, reform bi awayekî şidyayî bi mistîsîzmê re girêdayî bû û paşê, ev tevgera reformê hate guherîn.

Ji ber vê yekê jî, reformê berê xwe dabû filehtiya ewilî/pêşîn ku dêrê ew xira kiribû û dixwaze ku civatê, ji ketumetbûnên Serdema Navîn zû bi zû rizgar bike. Di cîhana filehtiyê de, ji bilî mezheba katolîk û ortodoksê, tevgera dêra protestaniyê ji aliyê Martin Luther (1483- 1546) ve tê destpêkandin. Martin Lutherî, di sala 1517- an de li deriyê dêra Wittenbeggê 95 (notupênc) dozîneyan daliqandî ye. Di van dozîneyan/tezan de, Martin Lutherî nebaşbûna/nepakiya dêrê û bi peran firotina gunehan, pirr dijwar rexne kiriye. Beguman, ev bûyer îdoneyek e û tevgera reformê, bi vê protestoyê dest pê dike û dûvre, dibe mebesta şerên 30 (sih) salan.

Her gaveka Luther dibe lehiyek û mîrovan bi xwe re diherikîne. Lewra, wê demê li her derên welêt, li hemberê dêra Katolîk û ortodoksê, dijberiyek/dijatiyek hebû. Dêr, êdî mîna cîhgirê mirovan ne dihate hesibandin. Lewra, di wê demê de dêr pirr xira bibû û ji wezîfeyên xwe yên eslî gellekî dûr jî bibû. Bi karên xwe yên olî, zêdetir bi karê dinya û siyasetê re mijûl dibû. Ji ber vê yekê di nava çînên bindest de, ji bo olekê nû bîrîkirineka mezin hebû û êdî li gorî dîtinên wan, dêrê xwe bêesil kiribû, ji başî û rindiyê jî dûr bibû. Ev tevgera olî ya nû, ku xwe ji dêra filehtiyê dûr xistibû, bi awayekî xwezayî berê xwe dabû mîstîsîzmê. Bêguman ev yek jî, tişekî xwezayî bû. Lewra mîstîsîzm, li gorî dîtinên xwe oldariyekê hundirîn û dilî bû. Xwiya ye ku, di destpêkê de reformê xwe ji çavkaniyên mîstîsîzmê xurt kiriye.

Lewra, mîstîsîzm bi hêmanên xwe re girêdayî ye û ew, ne doxmeyekê kifşkirî ye, ew oldariyekê dila ye. Mîstîsîzm, zêde rûmetê nade pirtûkên pîroz û pîroziyê, rasterast di hindurê mirov de (Revelatio) dibîne. Mîstîsîzm, herweha cîhgiriya dêrê jî napejirîne û naxwaze ku tu kes, (şexs yan jî sazî) bikevin navbera mirovanû Xwedê.

Li gorî ramanên mîstîsîzmê: Pêdivî, bi wan avahiyên dêrê tunebû. Lewra, ew avahiyên şeklî/lewnî ne. Herkes rahîbe xwe ye û bêwekîl, rasterast dikare Xwedê di dilê xwe de bibîne. Piştra jî, dîtinên protestanan ji bo avakirina dêra mezheba protestaniyê, ji mîstîsîzmê dûr dibe. Martin Lutherî jî, di destpêkê de bi awayekî şidyayî bi mîstîsîzmê ve girêdayî bû. Lewra, li gorî dîtinên wî ol karekî dilî bû. Martin Luther, filehtiya ewilî ji xwe re wek mînakeke û rêzan dihesiband. Hasilê, piştî tevgera reformê mezhebeka nû ya protestanan derkete holê û dûvre, wê mezhebê xwe kire dêr. Di encamê de jî, dêra filehtiyê li gorî mercên wê demê xwe nû kir, nêrîn û avahiyên xwe jî guherand…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

13.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî  

2- http://www.felsefevan.org/tevgera-reforme.html 

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin