Dewrêşê Laleşî: Jibo em xwe bibînin, felsefe hewce ye.
Kalo Şado (Dewrêşê Laleşî): Jibo em xwe bibînin, felsefe hewce ye.
Meriv dema li dîroka jiyanê dinêre, meriv bi aqilê xwe, ji jiyana xwezayî û zindîyên derdora xwe, cuda dibe û tê guhertin. Bi destpêkirina derdora xwenaskirinê, merivan xwarin, vexwazin, lixwekirin (midas), xwe ji qirr û qeşê parastin, xwe ji tîna zêde paraztin, pel û pincar-fêkîyên tên xwarin / jibo kîjan êşê, kîjan pincar derman e, xanî avakirin, çêkirina alavê alîkarî û parastina jiyanê dike û gelek tiştên bi aqil hatine eşkerekirin, hene. Teva kû merivan jiyana xwe bi tevdîr û tifaq kirine, li milê din, şer, kuştin, talankirin, zalimî, bêbextî, buxtan, hesûdî, dizî û gelek tiştên jibo jiyanê bûne mîna tofan û fermana jî, bi destê merivan hatine kirin.
A li vêderê, em kanin bipirsin, ‘pêdiviya me, bê çima bi felsefeyê heye?’
– Jibo derew, buxtan (iftira), hesûdî, zalimî, bêbextî, şerr, talan û hwd. ji jiyanê were paqijkirin ‘pêdiviya me, çima bi felsefeyê heye?’
– Jibo derewên di dîroka merivande werin eşkerekirin, felsefe hewce ye.
– Jibo rastîyên li benda em xêlîyê ji ser serî rakin, felsefe hewce ye.
– Jibo têkilîya me; bêtir, xweştir û ser rasttir bi me re çêbibe, felsefe hewce ye.
– Jibo têkilîya me; bêtir bi xwezayê û xwezayîyan re çêbibe, felsefe hewce ye.
– Jibo derketina rêwîtîya kifşkirina bajarê di hundurê serê xwe de, felsefe hewce ye..
– Jibo em xwe bibînin, felsefe hewce ye.
– Jibo jiyan, hest, raman, evîn xweştir û geştir bibe, felsefe hewce ye.
Kalo Şado (Dewrêşê Laleşî)
02.03.2016
(Têbinî: Jibo ku we bi zmanê kurdî pirs ji me kirîye û rêya zanebûn-nezanbûna xwe bi zimanê xwe ji were binivîsînin, mala we ava be. Ji hestê birîndar, silavên lixwegerrî ji we re dişînim.)