Di Civaka Êzîdiyan de Sê Ramanên Ehlaqî û Felsefî
Di civak û ola êzdayetiyê de sê ramanên ehlaqî û felsefî hene, ku meriv dikare wan wuha bihêjmêre:
1- Rastî ye: Ango, divê meriv rastiyê bibêje, rast tevbigere û karê baş bike.
2- Nasîn e: Nasîna Xwedê û mirovan û di hemûyan de jî, niyeta qenc e.
3- Fedîkirin (şermkirin) e: Fedîkirina ji Xwedê û mirovan. Fedîkirina ji karên çepel.
Li vir dibe ku ev sê ramanên felsefî, xwe bigihînin ola Zeredeşt jî. Yanî ramana çêxwaz, gotina çêxwaz û karê çêxwaz.
Çavkanî: (Êzdî û Êzdiyetî, Çiyayê Kurmênc/Efrîn Mihemed. E. Elî. Dr.)