Di gerdûnê de tu tiştê rawestî û naguher tune

Di gerdûnê de tu tiştê rawestî û naguher tune
Fîlozofê pêşîn ê ku gotiye heyîn bûyîn e, heyîn çêbûyîn e Herakleîtos e û li gorî nêrîna wî; cewhera heyînê, agir e. Gerdûn, bêrawest diguhere û di rewşeka herk û çêbûnê de ye. Di gerdûnê de tu tiştê rawestî û naguher tune û guherîna ku di gerdûnê de pêk tê jî, wiha ne serberdayî ye. Ê ku hemû tiştî dike rêz û rêkûpêkîtiyeke dide gerdûnê, ‘Aqlê gerdûnî’ (Logos) e û di gerdûnê de, bandêra yekîtiya dijberan heye.
Mesela: jiyan, ji nêr û mê, pêk tê; xwarina giyayê, rê li jiyana pez vedike. Baş-xirab, ronahî- tarî, şer û aştî, encamên pêvçûnê ne. Bi vê ramana xwe re ê ku cara yekemîn dîyalektîkê bikar tîne feylesof Herakleîtos e.
Herakleîtos
1- Bi ramana xwe ya ku dibêje hemû tişt tişt diguherin Sofîstan,
2- Bi ramana xwe ya ku dibêje gerdûn ji aliyê aqlê gerdûnî (logos) ve tê îdare kirin Stoaparêz û Panteîstan,
3- Bi nêzîkayîtêdana xwe ya dîyalektîkê re jî, Hegel û Marks xistiye bin bandûra xwe.
Ali Gurdilî
[email protected]
06.03.2016Çavkanî: Antolojiya Feylesofan – Ali Gurdilî
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021