Zimanê Serdestan û Felsefe

Zimanê Serdestan û Felsefe

Zimanê Serdestan û Felsefe

Rastî ew ku haya kurdan ji felsefeyê heye û baş dixwînin. Lêbelê, mixabin li çar perçeyên Kurdistanê jî, xwendina wan bi zimanê serdesta ye. Yanî yan bi erebî ye, yan bi farisî ye û yan jî bi tirkî ye. Lêbelê ev yek hişmendiya kurdî, fikirîna kurdî, zimanê kurdî û felsefeya kurdî zengîn nake. Tu ji kurdekê bakur bipirsî, dê gelek xweş ji te re behsa George Polîtzer yan jî Karl Marks bike. Lê dema tu jê pirsa felsefeya dewletê ya Ehmedê Xanî dikî, mixabin nizane. Çimku yan bi tirkî xwendiye yan jî baş tênegihêjtiyê mijarê, lewma jî nikare zêde bipeyîve.

Di mijarên din de jî mixabin rewş ev e. Lêbelê, ez ne bêhêvî me. Hêdî be jî bi zimanê kurdî berhevdaneke xweş ya zanayiyan pêk tê û inşeleh dê bibe sebebê fikirîn û xebatên zanistî û felsefî.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com  
07.03.2016

Bersivekê binivîsin