Di Pêşbirka Delaliyê de Biryara Parîsê Şivan

Di Pêşbirka Delaliyê de Biryara Parîsê Şivan

Di Pêşbirka Delalîyê De Biryara Parîsê Şivan

Zeus, Hermes, Hera, Athena, Aphrodîte, Parîs  Zeus

ZEUS: Hermes! Rahêje vê sêvê û here Pyrygiayê. Li wir kurê Prîamos, bibîne, ew li çiyayê ÎDAYÊ keriyên xwe diçêrîne. Jêre wiha bibêje: ‘Parîs, (1) ji ber ku tu çeleng î û ji evînê jî fêhm dikî; fermana Zeus ji te re ew e ku tu ji bo hilbijartina jina herî delal, bibî dadger. Tu ê vê sêvê jî, bidî jina herî delal a ku tu ê wê ya yekemîn hibijêrînî.’

Xwedawendên delal!

Hûn jî xwe ji bo pêşbirkê amade bikin. Biryara Xwedawenda herî delal, wê ê Parîs bide. Çimku bi serê xwe tenê ez nikarim biryareka bi vî rengî bidim. Hûn baş dizanin ku, ez ji we her sê an jî hez dikim. Hûn her sê jî, bi hevdu re bibin ya yekemîn, wê ez ê çêtir bextewar bibim.

Lê hûn jî dizanin, ku ev yek ne gengaz e. Dadger jî kî be bila be, ji bilî Xwedawenda yekemîn; wê ê yên din dijminatiya wî bikin. Ji ber vê yekê jî, dadgerî ne li gorî min e. Lê Parîsê ciwan jî, ji nîjada qralan e, bi Ganymedesa me re; pismamtiya wî jî heye. Jixwe, xortekî dilpakij e û tu kes nikare bibêje ku, ew ne layîqê  dayîna vê biryarê ye.

APHRODÎTE: Zeus! Ger tu min derxî pêşberî Xwedayê Nomos (2) jî, wê ez ê bêtirs, vê yekê bînim cîh. Wê bi çîyê min tinazan bike Nomos? Lê ew zilamê ku tu dibêjî, gelo wê Xwedawendên din jî qîma xwe pê bînin? 

HERA: Tu tiştê ku em xwe jê didin paş, tune Aphrodîte. Bila wek dadger, Parîsê te were, em ji wî jî natirsin. Ew kîbe bila be, em wî qebûl dikin. 

ZEUS: Ê baş e, tu keça min? Tu çî dibêjî? Tu şerm dikî, sor dibî newsa? Hûn keçik wiha ne. Hûn di karên wiha de şerm dikin. Lê kifş e ku tu jî qebûl dikî. De herin êdî. Yên ku qezenc nekin, bila ji Parîs neqehirin û tu xirabiyan bi wî re nekin. 

HERMES: Em ê bi hevdu re, rast biçin Phrygîayê. Niha ez ê di pêşiya we de biçim, hûn jî li du min werin. Bila qet şika we ji wî xortî tune be. Ez wî nas dikim. Baş dizane ku, evîn çiye. Wê bibe dadgerekî baş, beyî ku tu ferq û melitiyê bixe nav we. 

APHRODÎTE: Tiştên ku tu dibêjî, li gor dilê min e jî. Bextewariyeke ku ew xort mirovekî bidad e. Lê ew xort bêjin e, an kesek heye li cem wî?

HERMES: Bi temamî ne bêjin e Aphrodîte. 

APHRODÎTE: Wateya gotinên te çîne? 

HERMES: Ger ez ne xelet bim, bi jineka Îdaî re dijî. Keçeka delalok e, lê dibêjin; ew jineka pir gundî ye. Çiyayî ye. Bi rastî, êdî Parîs jî lê mêze nake. Lê tu çima van dipirsî? 

APHRODÎTE: Hema min ji xwe pirsî, hema wisa.

ATHENA: Hûn çima wiha bi pistepist diaxifin Hermes. Wiha nabe Hermes! Ger tu navbijvanbî, navbijvaniya xwe bike wê demê. 

HERMES: Me tiştekî xirab nekiriye Athena. Di axaftina me de tu tiştê veşartî nîne. Aphrodîte, bi tenê pirsa zewaca wî kir; hewqas. 

ATHENA: Çima pirsa zewaca wî dike? 

HERMES: Ma ez ji kû dizanim. Ew dibêje tu nîyeteka min a xirab tune, min hema wiha pirskir.

ATHENA: Ê baş e, ma bêjin e ew?

HERMES: Wiha dixweyî.

ATHENA: Ji şer jî hez dike gelo, ji navdariyê? 

HERMES: Hewqas jî ez nizanim. Lê ji ber ku xortek e ew jî, helbet ew jî ji navdariyê û şer, hez dike. Kîjan xort vê yekê naxwaze? 

APHRODÎTE: Binêre, ji axaftina te ya bi Athena re ez qet aciz nabim. Ne adetê min e, ku ez ji tiştên wiha biçûk aciz bibim. 

HERMES: E wê jî, heman pirsê ji min kir. Tiştê ku min ji te re vegot, min ji wêre jî vegot. Ma tu ê ji çî aciz bibî? Binêrin, em daketin kûrahiya axaftinê û niha jî em hatin Phrygîayê. Ez êdî çiyayên Îdayê dibînim, Gargarosê dibînim. Ger ez ne xelet bim, wa ye dadgerê we Parîs jî li wir e. 

HERA: Baş e, ez çima wî nabînim? 

HERMES: Niha li wir e. Li milê çepê mêze bike, ne li bilindahiya çiyê; li zinara çiyê mêze bike. Li cem wî şikeftek heye û keriya pez jî, li pêş e. 

HERA: Ez tu keriyan nabînim!

HERMES: Ma tu kor î? Niha ez bi tiliyên xwe, wî nîşanê te didim; çoya wî jî di dest de ye.  

HERA: Min ew niha dît. Lê gelo ev ew e? 

HERMES: Belê, ew bi xwe ye. Lê hege hûn bi ya min bikin, werin em xwe berdin erdê û hinek jî bi rê ve biçin. Lewra ji nîşkave, ger ew me bibîne ku em ji ezman xwe berdidin xwarê, dibe ku ew ji me bitirse. 

HERA: Tu rast dibêjî. Peywist e em wiha bikin. Niha em daketin xwarê. Aphrodîte, ji kerema xwe re bikeve pêşiya me û rê nîşanê me bide. Xwedê dizane ka tu vêga çend caran hatiyî vê derê û tu bi ANKHÎSES re çend caran şa bûyî. 

APHORÎDETE: Tu dizanî, li ber çavê min; tu qîmeta van tinazên te tune Hera. 

HERMES: Ez ê rê nîşanê we bidim, ne ez jî li vî çiyayî rûdiniştim. Rojên ku Zeus bibû dildarê PHRYGÎAYÊ xort bû. Ji bona ku ez çavdêriyê li kurik bikim, Zeus min dişande vî çiyayî. Roja ku Zeus bibû teyr jî, ez li cem wî bûm.

Min jî pêre bi wî kurê delal digirt. Hege ez ne xelet bim, wî ji vî tehtî hildabû û reviyabû. Rebeno, bilûrê ji keriya xwe re lê dixist. Zeus wek sîyekî xwe berda ser serê wî, wî ji erdê hilda û ber bi ezman ve firîya. Kurik wiha sitûxwar û tirsiyayî; bi çavekî beloq li Zeus mêze dikir.

Ji tirsa xwe, bilûra xwe tera kiribû erdê, min jî ew hilda û…  Vaye, dadgerê we jî li vir e, de em biçin cem.   Bila siuda te vekirî be xorto!

PARÎS: A te jî xorto. Hêvîdar im ku bextê te ji bextê Zeus jî baştir be. Lê tu kêyî, ku wiha nêzîkê me dibî? Ev jinên bêdew jî kêne wiha? Ev çî digerin wisa bi vê delaliya xwe li van çiyayan? 

HERMES: Lawo, ne ev ne jin in. Yên ku tu wan dibînî yek Hera ye, ya din Athena ye û ya dîtir jî Aphrodîte ye. Hege tu li min bipirsî, ez jî Hermes im. Zeus me şand cem te. Lê tu çima wiha dilerizî, te reng avêt.

Dilê xwe fireh bike, ji tiştekî netirse. Zeus wiha dixwaze, ku tu ji nav wan hebekî wek ya herî delal hilbijêrî. Ji bo te jî got ku, “ Ew xortekî çeleng e, bi evînê jî û bi karê xwe jî dizane û bila biryara xwe bide. ” Ka tu wê nivîsa li ser sêvê jî bixwîne, wê tu ê xelatê jî fêr bibî. 

PARÎS: Ji kerema xwe re bide min ez bixwînim, çî dinivîsîne li ser? Li ser dinîvîse ku, ‘Bila sêv ya herî delal be!’ Ê baş e ya Hermes! Ez mirovekî bimirin im û gundîyek im jî. Çavê min hînî delaliyên wiha ne bûne, wê ez ê çawa dadgeriyê bikim û ya herî delal hilbijêrim? 

Tiştên wiha ne li min, lê li bajariyan tên. Ger tu ji min bipirsî kîjan bizin delal e, ez pê dizanim; lê ev? Ji van Xwedawendan her yek, ji ya din bêdewtir e. Mirov çawa dikare, yeka wan ji yan din delaltir bibîne? Dema çavên mirov bi dereka wan dikeve, mirov êdî nema dikare çavên xwe ji wan veqetîne.

Ji xwezîyan re, ez jî Argosek bûma û min jî bikaribûna bi hemû laşê xwe li wan mêze bikirana. Ya rast ew e ku, mirov hema vê sêvê bide hersêyan jî. Ji xwe divê ez li ser vê yekê jî bifikirim: Ji xwe yek hem xweh û jina Zeus e, ê din jî keçên wî ne… Bi vê rewşê, biyardayîn ma hêsan e?

HERMES: Ez nizanim hêsan e, an ne hêsan e? Lê Zeus, wiha ferman da. 

PARÎS: Qet nebe ji wan re bibêje ku, di vê biryarê de tu sûcê min tune. Bila ji min aciz nebin. Di vî karî de, bi tenê wê çavên min xeletiyan bikin.

HERMES: Ew soz didin, da ku aciz nebin. De tu jî dirêj neke û biryara xwe bide êdî. 

PARÎS: Ger rewş wiha be, ka ez ê xwe biceribînim… Lê ez dixwazim tiştekî bipirsim: Ez ê hema wiha biryara xwe bidim, an ez dikarim ji wan çend pirsan jî bikim? 

HERMES: Tu di vê yekê de bi qîma xwe yî. Dadger tu yî, tiştên tu dixwazî; tu dikarî ji wan bipirsî… 

PARÎS: Ez dikarim wan wiha rût û tazî jî bibînim newsa?

HERMES: De haydê xwe tazî bikin Xwedawendên delal! PARÎS, tu bi hûrbijarî li wan mêze bike. Ez ê serê xwe bizivirînim niha. 

HERA: Parîs, dera spî ne tenê milên min in. Ka ez xwe tazî bikim û tu bibîne. Ne tenê çavên min gir in; her dera min bêdew e. 

PARÎS: Aphrodîte, tu jî xwe tazî bike. 

ATHENA: Kuro Parîs hay ji Aphrodîtê hebe, bila ew wê kayîşa xwe veke û wiha xwe tazî bike. Kayîşa wê bi sehr e, wê tu ê di bin sehra kayîşê de bimînî. Ji xwe kûnbadana wê a wek qehpikan jî, ne tiştekî xweş bû. Gere ew ê hemû delaliya xwe wiha nîşan nedana. 

PARÎS: Ji kerema xwe re wê kayîşa xwe derxe Aphrodîte. 

APHRODÎTE: Ê baş e, tu çima wê kumzirxa (mîxfera) xwe dernaxî Athena? Gurzê di destê xwe de jî nehêjîne wiha, tu dadger ditirsînî. An ji ber nedelaliya çavên xwe, tu wê kumzirxê ji serê xwe dernaxî? 

ATHENA: Temam, temam. Niha, min kumzirxa xwe deranî. 

APHRODÎTE: Niha min jî qayîşa xwe deranî. 

HERA: Niha, em her sê jî tazî ne Parîs. 

PARÎS: Ya Zeusê gewre! Ev çî delalî ne wiha? Çî zewqeke mezin… Keçik, çiqasê delal e wiha! Ka nêrîna wê ya din binêre! Kena wê ya din ya ji rêderxistî… Mirovê herî bextewar niha ez im… Gelî Xwedawendan! Ger tu gotineka we tune be, ez dixwazim we bi dorê bibînim. Çimkî, we hersêyan bi hevdu re, ez gêj kirim. 

APHRODÎTE: Ka em bi xebera wî bikin…  

PARÎS: Ji kerema xwe re hûn herdu xwe bidin aliyê din, bila bi tenê

HERA bimîne li vir. 

HERA: Baş e, baş li min mêze bike. Ger tu min hilbijêrî, wê ez ê te bikim serwerê hemû Asyayê. 

PARÎS: Tiştên wiha, li ber çavên min bêqîmet in û bandorê li min nakin. Niha, ji kerema xwe re here; ez dizanim biryara xwe bidim. Athena! Tu were ji kerema xwe re. 

ATHENA: Niha ez hatim Parîs. Ger tu min wek ya yekemîn hilbijêrî, wê tu ê di şer de qet têk neçî û bibî serfermandarekî bihêz û dewlemend. 

PARÎS: Ez ne şer, ne jî şervaniyê dixwazim. Lê wê ez ê tu niheqiyê li te nekim, meraqan neke. De bila APHRODÎTE jî were. 

APHRODÎTE: Ez li cem te me xorto. Bi hûrbijarî li min mêze bike, da ku biryara xwe bikaribî bidî. Niha li ser tiştên ku ez ê ji te re bibêjim jî baş bifikire. Tu bi vê çelengiya xwe, çima li van çiyayan dijî û naçî li bajarekî najî?

Ez bawer dikim ku, gelek keçikên bêdew hene ku, wê bibin dildarê te. Dev ji van çiyayîyan jî berde. Peywist e, tu delaleka yewnanî ji xwe re bînî. Helenayeka bêdew û ciwan heye. Ew jî dilbereka wek min e. Xwedê, wê ji bo hezkirinê afirandiye. Bila carekê ew te bibîne.

Ez dibêjim ger ew te bibîne, wê dev ji hemû tiştî berde û wê were bikeve paşila te. Te navê wê sehkiribû newsa? 

PARÎS: Nexêr, min ne bihîstiye. Lê ger tiştê ku tu dizanî, ji min re vebêjî; wê tu ê qencîyeke bi min re bikî.  

APHRODÎTE: Keça Leda ye. Ew jina ku Zeus di şiklê qubeqazekî de çûbû cem wê. 

PARÎS: Rûyê wê çawa ye? 

APHRODÎTE: Tenspî ye. Keçaka ku bavê wê qubeqaz be, helbet wê ew jî spî be. Ji bilî vê yekê, ew di nava hêqekî de mezin bûye û pir narîn e. Hay ji laşê xwe dimîne û xwe baş xweyî dike. Yên ku li pey wê dibezin, gelek in. Heta şer jî derketin li ser rûyê wê. Lê ew ê Menelosê kurê Pelops hilbijart. Ger tu bixwazî, ez dikarim te bi wê re bizewicînim. 

PARÎS: Tu ê çawa min bi jineka bimêr re bizewicînî? 

APHRODÎTE: Wek hemû gundîyan, tu jî dilpakij î. Tu wê yekê ji min re berde. 

PARÎS: Wê ev tişt çawa bibe? Bibêje da ku ez jî bizanibim. 

APHRODÎTE: Tu ji bo rêwîtiyekî ji welatê xwe derbikeve û li yewnanîstanê bigere. Dema tu werî LAKEDAÎMONÊ, wê Helen te bibîne û wê dilê wê bikeve te. Tu wê yekê ji min re bihêle.  

PARÎS: Ji xwe ev yek nakeve aqlê min, gelo wê ev tişt çawa çêbibe? 

APHRODÎTE: Tu qet li vê yekê nefikire! Du kurên min hene: Arzu û evîn. Wê ew ê bi te re rêwîtiyê bikin. Evîn wê bikeve dilê wê jinê û wê arzu jî, xwe li hemû dera laşê te bipêçe. Wê em ê bi hevdu re HELENEYÊ bixapînin. 

PARÎS: Ji niha ve, ez bûm evîndarê Heleneyê. Lê ya bi xêr.

APHRODÎTE: Ger tu wê sêvê bidî min, wê evîn, delalî û zewac; bibin ên te. 

PARÎS: Lê hege tu sozê xwe ji bîra bikî? 

APHRODÎTE: Hege tu bixwazî, ez dikarim sond jî bixwim!

PARÎS: Na na, sozê te bes e. 

APHRODÎTE: Nekeve tu gumanan. Wê evîn jî, zewac jî yên te bin.

PARÎS: Kerem bike, ev sêv ji te re ye Aphrodît. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

1- Parîs: Kurê qralê Troîayê. Navekî Parîs jî, Aleksandros e. 

2- Nomos: Xwedayê Tinazê. 

Bersivekê binivîsin