Diyariyek Bo Hz. Yûsif

Diyariyek Bo Hz. Yûsif

Diyariyek Bo Hz. Yûsif

Pir caran dibe ku mirov di dirêjahîya temenê xwe de, bi sedan kesî re têkilîya dostanîyê deyne u ji xwe re dost u hevalên herî qenç peyda bike, lê tu yek cîyê hevalên dema zarokatîyê nagrin. Dostanîyên zarokane u hevalên wan rojan, her tim di bîra mirov de dimînin u bîr anîna wan, mirov şên u şa dike.

Hz. Yûsif, piştî ku desthilatdarîya Misrê xiste destê xwe u li ser textê nubuvvet u hukumdarîyê rûnişt, rojekê hevalek ji hevalên xwe yên qedîmî u heyama zarokatîyê ku ji riya dûr hatibû, dî u zef kêfxwaş bû. Wî hevalî, ji Hz. Yûsif re qala Ken’anê dikir, mihrîbanî u dostanîya rojên berê davête bîra wî. Bi salan bû ku hevdu nedîtibûn. Hevalê qedîm bihîstî bû ku Yûsif fermanrevahîya Misrê girtiye destê xwe. Ew ji bona ditîna hevalê xwe u teze kirina serpêhatîyan hatibû Misrê.

Hz. Yûsif ewe li kêleka xwe rûnand u jê re îkramekî mezin kir. Wî jî hevaltî u hezkirina xwe ya ji dil, pêşkeşî Yûsif kir u got: Ez ji riyekî dûr u dirêj hatime u Xwedê re şikir, bû nesîp ez te bibînim. Hz. Yûsif qala rojên berê dikir u wî jî derheqê bûyer u rûdanên jiyana Hz. Yûsif de pirs dikir; ji serpêhatîya birayên wî, ji dema koletîya wî, ji salên ku di zindanê de bû bigre hetanî bûyerên ku rê ji desthilatdarîya wî re vekirin u her wekî din…

Ku hinekî gotubêj u xoş bêş kirin şunda Hz. Yûsif berî xwe da hevalê xwe u got: Niha ku bi salan şunda tu hatî ba min u heya vir te riyekî dûr u dirêj qat kir, ka bêje gelo te bona min diyariyek jî anîye?

Bi şerm u fedîyê, hevalê qedîm serê xwe ber xwede berda. Hinekî sekinî şunda, serê xwe rakir u got: “Ku min bona ziyaret kirina te biryar girt şun ve, ez ketim vê fikrê ku çi ji te re wênim dê layiqê te be. Her çi qas zêde difikirîm min tiştekî ku layiqê te be peyda nedikir. Min dizanî ku pêdivî u hewceya te bi malê dinyayê nîne u tu rexbetekî te bi diyarîyên dinyewî re tuneye. Hema ku wisa ez ketibûn fikrê, nişkave li min eyan bû ku pêwiste ez çi tiştî ji te re wênim”. Ev hevokên bi şewq gotin u destê xwe kire kîsikê xwe. Ji nav kîsik neynikek derxist u ewe teqdîmî Yûsif kir. Di heman halîde li gotina xwe zêde kir: “Min li ba xwe got; ji bilî te layiqê te nîne. Lewma min neynikek anî daku tu li xwe mizekî,  cemal u celalê ku Xwedê daye te temaşe kî. Ev neynik, te nîşanî te dide u bona te çêtirîn diyarî ye; çiko ditina rûyê te, hêjatirîn diyarî ye u neynik rûyê te nîşanî te dide”.

Ey ê ku mîna rojê, çireya asimanî! /  bona tu rûyê xwe têde bibînî bi eyanî

Min ji te re hêlî anî ey rewşenî  /  her ku te xwe têde dî, min bîrbinî

Ferzan Yezdanî

Çevkanî: Fruzanfer, Meaxizê Qises ve Temsîlatên Mesnevî, s. 30.

 

Bersivekê binivîsin