‘Êzdaname’: Çîroka ’Xwedayekî sextekar’!

‘Êzdaname’: Çîroka ’Xwedayekî sextekar’!

‘Êzdaname’: Çîroka ’Xwedayekî sextekar’!

Gotinek pêşî

Dibe ku navnîşana vê nivîsê wek ku li jor hatiye rêzkirin, heta radeyekê wek „navnînşaneke provokatîv“ were famkirin, yan jî şirovekirinê, lê ew di rastiya xwe de ne wisa ye. „Êzdaname“ ku xwe wek pirtûka „Duwa, Beyt, Jandil, Qewl û herweha şirovekirina dînê Êzîdiyan, dide naskirinê, sedsala derbasbûyî di dawiya salên notî de, derçûye. Pirtûk ji weşanên „Lalişê“ ye, ku di dema xwe de kovara „Yekîtiya Êzîdiyan“ (YÊ) bû. Helbet mijar li vir ne mijara pirtûkeke „normal“ yan jî ji rêzê ye, ku her kes dikare li gorî xwe bixwîne, binirxîne û rexne jî bike, bi qasî ku bihtir ew mijara pirtûkeke „ilmê sîngê“ yê Êzîdiyan ê „pîroz“ e. Jixwe ya ku hişt ev nivîsar, careke din lê bi şêweyekî din, were nivîsandin jî ew bû, ku xwedanên vê pirtûkê dixwazin îro roj wê „Êzdanamê“ wek pirtûka Êzîdiyan a „pîroz“ di nav hin deverên Êzîdiyan de (bi taybetî Qefqasya), bidin sepandin û qebûlkirin. Lewre min hem wek „şahidekî“ vê pirtûkê û Xwedayê wê yê „sextekar“, hem jî wek pisporekî Êzîdînasiyê, xwe mecbûr dît ku hindekî ji çîrok û dîroka „Êzdanamê“ vebêjim, vekolim û bi xwendevan û pûtepêkerên pirsa Êzîdiyatiyê re, bidim parvekirinê.

Aya „Êzdaname“ çi ye.. kengî, çawa, li kuderê, û ji kuderê heta bi kuderê, bû çîroka „Xwedayekî sextekar“?

Berî „Êzdanamê“

Berî „Êzdaname“ bibe „Êzdaname“  û ji wir çîroka „Xwedayekî sextekar“ were nivîsandin, hindek berpirsyarên „Yekîtiya Êzîdiyan“ bi min re ketin têkiliyê û xwestin ku ez bi wan re, ji bo belavkirina xwedêgiravî „pirtûkeke Êzîdiyan“ bibim alîkar. Helbet li vir gereke were diyarkirin ku ji berê de fikrê min û vê saziyê hev nedigirt. Wate, li ser asta bîrkirin û nihêrtina li Êzîdiyatiyê çi wek ol, bîr, bawerî û dîrok, çi jî wek cîhanbînî û fîlosofî, di navbera me de, nelihevkirin û pirsgirêkek mezin hebû. Lê tevî vê cihêfikrî, cihênerînî û cihêbaweriyê, min erêkirina xwe ligel wan ji bo alîkariyê da diyarkirin. Mebest jî bê guman ew bû, ku hindek ji dîroka „Xwedayê Êzîdiyan“ were nivîsandin û belavkirin. Nemaze, di wê demê de, wek tê zanîn, derfeta di destên Êzîdiyan de, ji bo metodîzekirin û birêkûpêkkirina pirtûkeke weha, pirr kêm bû.

Paş hindek danûstandinan di navbera min û hin berpirsên vî karî de, wek kekê Elî Sacik û herweha kekê Hesen Dûtar, ku wê demê berpirsyarên „YÊ“ bûn, em gihiştin wê encamê ku alîkariya min di vî projeyî de, dê di warê „şêwirdarî“, „tîpguhestin“ (ji alfabêya Erebî bo alfabêya Latînî) û „redektekirinê“ de be.

Piştî erêkirinê gengeşe li ser navê pirtûkê û herweha kategorîzekirin û dabeşkirina wê li ser çend dergehan hate kirin. Di serencamê de, li ser pêşinyaza min, me wisa li hev kir, ku navê pirtûkê bibe „Ezdaname“ (paşê dibe „Êzdaname“) û li ser çar beşan, weha were dabeşkirin: I Pêşgotin; II Duwaname; Beyt- û Jandilname; IV Qewlname. Ji bo ku ev kar anku komkirin û berhevkirina „Ilmê Sîngê“ yê Êzîdiyn, wek proses berdewam bimîne, pêşinyaz hat kirin (ew jî min kir), ku ev „Ezdaname“ wek rêzexelek yanî rêzepirtûk û li ser çend pirtûkan were weşandin û belavkirin. Lewma pirtûka yekem li jêr sernavê „Êzdaname I“ hate belavkirin. Ev jî tê wê wateyê ku dê „Êzdaname II, III, IV..htd“, wek rêzepirtûk li pey hev werin weşandin. Lê ev yek nebû, sedema sereke jî bi ya min, ji ber „sextekariya“ proje bû, ku rê li ber nivîsandina „Xwedayekî sextekar“ di Êzîdiyatiyê de, vekir.

Paş çend hevdîtinan û herweha çend gengeşekirinan derbarê material, manuskript (destxet) û reşbelekên berdest de, min têderxist ku „amatoriyeke“ mezin û „bêberpirsyariyeke“ mezintir di komkirin û berhevkirina „Ilmê Sîngê“ ê Êzîdiyan de, heye. Û ya ji vê jî kambaxtir û malwêrantir ew bû, ku „berhevkar“ di vî karê pirr hestyar de, hincaran bûbû „gorankar“, hincaran bûbû „daner û nivîskar“, hincarên din jî bûbû „siyasetmedar“ û „sazûmankar“. Êdî ez di „Êzdanamê“ de, bi „Xwedayekî sextekar“ re, rû bi rû mam.

Piştî vê „sextekirina“ Xwedê û dîroka navê wî di „Êzdanamê“ de, ji du rêyan gereke min yek ji xwe re hilbijarta: yan ez dê di „Êzdanamê“ de wek „şahidê bi zorê“ berdewam bim, yan jî ez dê dest ji wê û ji Xwedayê wê yê „sextakar“ berdim?

Helbet min a diwem hilbijart û bê dudilî pişta xwe da „Êzdanamê“ û Xwedayê wê. Paş biryara xwevekişandina ji projeyê „Êzdanamê“, min argumentên xwe ji xwediyên wê re, eşkere û vekirî, rêz kirin û herweha sedemên vê biryardayînê dan diyarkirinê. Lewre Pêşgotin, dîbaje û şiroveya „Êzdanamê“ a ku gereke li gorî pilanê, bi destên min bihata nivîsandin nebû û neçû serî.

Hêjayî gotinê ye, ku min helwesta xwe, wê demê, di derbarê „Êzdanamê“ de wek çîroka „Xwedayekî sextekar“, çi bi devkî çi jî bi nivîskî, ji raya giştî re, diyar kir. Kî guhdarî kir, kî nekir, ew tiştekî din, mijareke din û ciyê nîqaşeke din e.

Piştî „Êzdanamê“

Berî „Êzdaname“ wek „pirtûka ilmê Êzîdiyan“ derbiçe, helbet min dizanîbû ku Xwedê çi li ser asta zimanê wî, çi li ser asta çîrok û dîroka wî, çi jî li ser asta Qewl, Beyt û Duwayên wî, projeyê sextekirinê ye, lê min qet nizanîbû, ku dê „Xwedê“ di vê „Êzdanamê“ de, hewqasî bibe „afrênerekî amator“ di nav destên „afrîdeyekî amator“ de.

Piştî ku „Êzdanamê“ hate weşandin, derket holê ku Êzîdiyatî di aqil, hiş û bîra vê saziyê de, çendîn „dînekî amator“, bi „Xwedayekî amator“, „dîrokeke amator“, „ilmekî amator“, û „fîlosofiyeke amator“ e.

Helbet ev ne qisûr yan jî kêmasiya dînê Êzîdyian e, ku ew jî wek her dînekî Xwedênas, ji Xwezayê heta bi xwezayê, bi qasî Xwedê di mirov de, hewqasî mirov jî di Xwedê de, parastî ye, belê ev kêmasiya wan Êzîdiyên „nasyonalîst“ bixwe ye, ku di aqilê xwe yê biçûk de, dînê xwe biçûk din, û herweha di aqilê xwe yê sînordar de, Xwedê jî wek bawerî berteng û bisînor dikin.

Pirsa herî mezin ku li vir dikare were kirin, ev e:

Gelo çima hewqas nasyonalîzma Kurd bi israr e, ji bo „sextekirina“ Xwedê di „Êzîdixyatiyê“  û herweha sextekirina Êzîdiyatiyê di Xwedê de?

„Êzdaname“ yan „Zeredeştname“

Pirsa „Zeredeştîkirina“ Êzîdiyatiyê ne bi „Yekîtiya Êzîdiyan“ (YÊ) û herweha dûşopa wê „Fedrasyona Komeleyên Êzîdiyan“ (FKÊ) destpêkiriye. Ev teorî, ku ji teoriyeke dînî bihtir teoriyeke siyasî ye, di bingeha xwe de, yek rêbazên „nasonalîzma Kurd“ e. Lê „FKÊ“ û berî wê jî „YÊ“ wek saziyên Êzîdî-siyasî ew yekemîn car ji xwe re, wek rêbaz û îdeologî bikaranîn. Xwediyên vê teoriyê hincaran bi nezanî, hincarên din jî bi zanebûn, heta ji wan hat Êzîdiyatî di rêûrism û sembolên Zeredeştiyatiyê de, dan helandinê. Heta roja îro jî hîn ev îdeologî wek rêbazeke bi Kurdî „nasyonalîst“, li ser Êzîdiyan û dînê wan, berdewam e.

Helbet pirsgirêk li vir, ne pirsgirêka lêkolînkirin yan jî analîzekirina dîn e; ne analîzkirina Êzîdiyatiyê bi Zeredeştiyatiyê, ne jî analîzekirina Zeredeştiyatiyê bi Êzîdiyatiyê ye, belkû pirs ji vê wêdetir û bihtir „pirsa zorê“ ye: îdeologiya bi darê zorê, ku dixwaze bi zorê dînekî bike kiras û qalbê dînekî din.

Ev bixwe jî, bi ya min, hindek ji „faşîzmê“ ye.

Berî dora 20 salan, dema ku ev îdeologî di tenga gurbûn û dijwariya xwe de bû, min ji „YÊ“ daxwaz kir, ku vê pirsê ji zanyar û lêkolînvanan re bihêlin, û wek „îdeoldiyeke dînî“ li ser Êzîdiyan ferz nekin, lê her sazûmankarê wê bi a xwe kirin û Zeredeşt wek „pêxember“ û „îdol“ li ser Êzîdiyan, kî razî kî ne razî, dan ferzkirinê.

Hêjayî gotinê ye, ku di dawiya salên notî de (1999), di dema amadekirina „Êzdanamê“ de, li ser akranên MEDYA TV, di bernameya „Zanîngeha MED“ de, ku min her heftî carekê (roja çarşemê) ligel gelek zanyar û pisporên Kurd, pêşkêş dikir, ev mijar di çend xelekan de, da şirovekirin û zelalkirinê.

Kurtasiya şiroveya têza min, wê demê, weha bû:

„Ligel hebûna pirr tiştên hevbeş di navbera Êzîdiyatî û Zeredeştiyatiyê de (wek pîroziya rojê, ronahiyê, pîraniyê, herçar elementên xwezayê av, ax, ba û agir, girêvanê, rengê sipî, perestina xwezayê, sema, kirasguherînê, yekîtiya hebûnê, htd) lê îro roj rastiyek di navbera herdu olan de heye, dibêje ku ne Êzîdî Zeredeştî ne, ne jî Zeredeştî Êzîdî ne. Wate, Tevî gelek xalên hevbeş di navbera bîrûbaweriyên herdu olan de, lê ew du olên xweser, ji hev cuda û cihêwaz in“.

Helbet gereke li vir were kifşkirin û zelalkirinê, ku ev yek nayê wê wateyê, ku ev ol ji ya din „bilindtir“ û „asmanferehtir“ e, yan Xwedayê vê ji Xwedayê ya din „rasttir“ û „pîroztir“ e. Nexêr, dîn (çi dîn dibe bila bibe) heta ku ji bo mirov in, û ji mafên mirovan heta bi mafên mirovan e, ew dînê Xwedê û ji Xwedê heta bi Xwedê ye.

Xwedê ji bo min, wek pirsa di navbera „lahût“ û „nasût“ de, „mirovekî bilind“ e, herwekî çawa mirov jî gereke „Xwedayekî bilind“ be.

Wate, dîn (hemû dîn) pira di nabera „xwenasî“ (mirovnasî) û Xwedanasiyê de ye.

Ji bo min wek mirov, bi qasî Êzîdiyatiyê ez rêz û hurmetê bo Zeredeştiyatiyê jî digirim. Ne tenê ji ber ku ew oleke ji xwezayê heta bi xwezayê, mirovdost û mirovhez e, belê ji ber ku ew di heman demê, wek bîrûbaweriyeke fîlosofiyane, oleke ronahîperest û exlaqhez e.

Ji bo ku îdeologiya „Zeredeştîkirina Êzîdiyatiyê“ bandoreke mezintir li wijdanê Êzîdiyan bike, xwedanên vê teoriyê heta ji wan hat hewl dan, ku wê ji çarçeweya pirtûka nasyonlîzma Kurd wek „îdeolgiyeke siyasî“ hilbipirikînin „pirtûka pîroz“ a Êzîdiyan wek „îdeologiyeke dînî“.

Lewre, pêwîstiyek bi „Êzdaname“yekê hebû. Ha li vir, êdî gereke çîroka „sextekirina“ Xwedê di Êzîdiyatiyê de, û herweha sextekirina Êzîdiyatiyê di Xwedê de, destpêbikira.

Lewre jî, pêwîstiyek bi „Zeredeşt“ hebû, ku di „Ilmê Sîngê“ ê Êzîdiyan de, bibe „pêxember“[1], „rêzan“, „rêber“[2] û „mefer“[3].

Wek tê zanîn, dîn, dîndarî û baweriya rûhî mafek ji mafê mirovan e. Herweha mafê her mirovekî ye, ku baweriya xwe bi dîn û baweriya ku dilê wî jê re dixwaze û xwe tê de rihet dibîne, bîne. Wate her kes azad e, dînê xwe, wek takekes berde yan biguhere, lê mafê ti kesî tune, ku dînê yên din, bi kêfa xwe bide guherandin, yan biguherîne.

Ev ya di „Êzdanamê“ de, hatiye kirin, ne tenê „sextekirina“ Xwedê di Êzîdiyatiyê de, belê ew „dînqulibandin“, „dînpûçkirin“, „dînbiçûkkirin“ û „dînguherandin“ e jî.

Zeredeştê Kurd û „Zeredeştiyatiya farisperestane“

Herçende li gorî hindek rojhilatnas, Kurdnas û Îrsannasan Zeredeşt bi bengeha xwe a malbatî Kurd e jî, lê heman heman tevaya çavkaniyan didin diyarkirin ku Kurdan li rojavayê Îranê, wê çaxê, ne tenê dîn û baweriya Zeredeşt qebûl nekirin, belê şerrê wê jî kirin. Lewre Zeredeşt mecbûr ma, ku terka cih û warê xwe bide û koçî rojhilatê Îranê bike, û ji wir dest bi belavkirina bîr û baweriyên xwe bike.

Li gorî pirrniya çavkaniyan, rojhilatê Îranê berûvajî rojavayê wê anku Kurdistanê, zû bawerî bi ola Zeredeşt anî, sedema herî sereke ji vê qebûlkirinê re jî, desthelat bixwe bû. Zeredeştiyatî di destpêkê de xwe de, ku ji hêla hin xwindkar û padîşahan ve hatibû hebandin, wek „dînê qatên jor“ dihate naskirin[4]. Paş ku Zeredeştiyatî bû „dînê dewletê“, êdî her kes mecbûr ma, ku dînê xwe di dînê Zeredeşt de biguherîne. Herçiqasî impertoriya Farisan mezin û belav dibû, pê re Zeredeştiyatî jî mezin û belav dibû. Wate ciyografiya belavbûna ola Zeredeştiyatiyê ciyografiya belavbûna imperatoriya Farisan bû. Li seranserî dora 6 sedsal û nîvan (645 salan) Zeredeştiyatî wek dînê fêrmî yê herdu imperatoriyên farisî; Imperatoriya Haxamanîşî (550-330 b.z.) û Imeperatoriya Sasanî (226-651 z.), dihate qebûlkirin.

Ev diyarde li herêmên Kurdan anku Kurdistanê, ku wê demê wek rojavayê Îranê dihate naskirin, ne tenê nebû, belê nedihat qebûlkirin jî. Berî „Fitûhatên Islamî“, ku di sala 640î de derbasî Kurdistanê bûn, Kurdan „oleke fêrmî“ a dewletê, nasnedikir. Kurdan berûvajî Farisan li seranserî hemî dewletên xwe, Zeredeştiyatî ne wek oleke fêrmî ne jî wek oleke azad li kêleka olên din yên pêşavestayî (wek Mîsraperestî, Êzîdî, Magoşî, Zurvanî, Rojperestî, htd.), qet qebûl nekirin.

Lewre, mirov dikare bisteh bibêje, ku tevî „Kurdbûna“ Zeredeşt lê Zeredeştiyatî ji her miletekî din bihtir, „ola neteweyî“ a Farisan e.

Ev yek li Îranê, li ser asta nasyonalîzma Farisî, bi qasî ku rastiyeke siyasî ye, hewqaî ew rastiyeke dîrokî û zanistî ye jî.

Islam wek îdeologiyeke dînî ji bo Ereban wek netew çi ye, Zeredeştiyatî jî ji bo Farisan heman tişt e.

„Qewlê Newrozê“: Qewl li kû û „Newroz“ li kû!

Wek berdewamiya sextekirina dîrok û çîroka Xwedê di Êzîdiyatiyê de, diyare xwediyên „Êzdanamê“ wisa li gorî heman îdeologiya „zeredeştîkirin“ yan jî bi Kurdî „nasyonelîzekirina“ Êzîdiyatiyê, wisa pêwîstiyeke mezin dîtine, ku „Newrozê“ bikin Qewl, û Qewlan jî bikin „Newroz“[5]. Lê pirsa ku li vir tê kirinê, ev e: Aya çi têkildariya „Newrozê“ wek diyrdeyeke bi Kurdî neteweyî, bi qewlan re wek diyardeyeke olî heye?

Qewl li kû û Newroz li Ku?

Helbet ez ji bîr yan jî piştguh nakim, ku „Newroz“ berî bi Kurdî were nasyonalîzekirin, ji „rojeke neteweyî“ bihtir, ew di nav miletên rojhilat de bi giştî û yên Îranê de bi taybetî „rojeke dînî“ bû. Anku ew di mîtoljiyên olên rojhilatî de bi giştî û mîtolojiya Zeredeştiyatiyê de, bi taybetî, wek roja serkeftina ronahiyê li dij tariyê, dihat û hîn jî tê pîrozkirinê. Li gorî mîtotoljiya Zeredeştiyatiyê „Newroz“ yan jî „Nûroj“ serê salê ye di salnameya Farisî de. Wate „Newroz“ wek roja yekemîn ji meha „varvardîn“, roja serkeftina Xwedayê xêrê û ronahiyê Ahora Mazda li dij Xwedayê şerr û tariyê Ehrêman e.

Lê gereke were gotin, ku nasyonalîzma Kurd heta radeyeke mezin serkeftinek mezin anî, ku „Newroz“ ji qonaxa „aqilê dînî“ derbasî qonaxa „aqilê neteweyî“ kir. Lewma, nirxê „Newroz“ê îro roj di nav Kurdan de, ji mîtolojiyê û baweriyeke dînî bihtir, ew nasyonalîzm û berê baweriyeke neteweyî ye.

Li gorî lêkolînkirina min, wek çawa gelek pisporên rojhilatnasiyê bi giştî û Êzîdiyatiyê bi taybetî baş dizanin, ku „Newroz“ wek diyrdeyekê ji qonaxa „aqilê dînî“ yê rojhilatî, qet derbasî Qewl, Beyt, Duwa, Durûze û Mishabetên „Ilmê Sîngê“ yê Êzîdiyan nebûye. Jixwe gereke li vir were gotin, ku fîlosofiya „xêr û şerr“ di Êzîdiyatiyê de, tam berûvajî fîlosofiya Zeredeştiyatiyê ye. Di Zeredeştiyatiyê de, bawerî weha ye, ku gerdûn li ser nakokiya di navbera du hêzên gerdûnwerî de, ava ye; yek hêza xêrê û xêrkariyê ye ku Xwedayê wê Ahora Mazda ye, a din jî hêza şerr û şerrkariyê ye, ku Xwedayê wê Ehrêman e. Li gorî baweriya Zeredeşt serkeftin di dawiya vê nakokiya gerdûnwerî de, wê para Ahora Mazda be, ku Xwedayê „dana“, „reha“ û „bêhmpa“ ye.

Di fîlosofiya Êzîdiyan de, berûvajî fîlosofiya Zeredeştiyatiyê, du Xweda yek bo xêrê yê din jî bo şerr, tune ne. Li gorî baweriya Êzîdiyan „xêr û şerr herdu ji dergehê Xwedê tên“. Wate, Xwedê her tişt e û di her tiştî de ye, wek çawa her tişt jî di Xwedê de ye. Ne xêr bê îradeya Xwedê dibe, ne jî şerr; herwekî çawa Xwedê xêr e di şerr de, herweha Xwedê şerr e jî di xêrê de.

Lewre, fîlosofiya xêr û şerr di Êzîdiyatiyê de li gel fîlosofiya „Newrozê“ li hev nake û nagunce.

Wek ji mantiqê „Êzdanamê“ diyar e, hewldana „newrozkirina“ Qewlên Êzîdiyan yan jî „biqewlkirina“ Newrozê, ku di serencamê de, „Newroz“ bû Qewl û Qewl jî bû „Newroz“, ji hewldaneke olî-mîtolojî bihtir ew hewldaneke neteweyî-îdeologî ye.

Lê pirsa ku li vir, li ser bextê „Êzdanamê“ dimîne, ev e: Gelo çi hewcedariya Qewlên Êzîdiyan wek dîn, ol û bawerî bi „Newrozê“ û herweha a „Newrozê“ bi Qewlên Êzîdiyan heye?

Aya bo çi nasyonalîstên Kurd li şûna Newrozkirina Qewlên Êzîdiyan yên heman heman xurû bi Kurdî, heta anuha ceger nekirine û nakin jî, Quraanê ku pirtûka pîroz a 97% ji miletê Kurd e, derbasî „Newrozê“ û herweha „Newroz“ê jî derbasî Quraanê bikin?

Gelo çima nasyonalîzma Kurd li şûna „kurdîkirina“ olên Kurdî (Êzîdiyatî wek nimûne), heta anuha hewl nedaye ku Islama xurû bi Erebî, Kurdî bike û wê di filtera Kurd û Kurdistanê re, derbas bike?

Êzîdî, „Êzdaname“ û faşîzma „nasyonalîzma Kurd“

Êzîdiyatî û Êzîdî li seranserî dîroka xwe a ji fermanan heta bi fermanan, rastî faşîzma gelek îdeologiyên nasyonalîst hatine. Rast e faşîzma herî dijwar li ser Êzîdiyan û ola wan ji hêla „faşîzma islamîst“ û herweha faşîzma „Netewperetiya Erebî“ hatiye, lê nasyonalîzmên din yên dorûber jî wek nasyonalîzma Tirkî, Ermenî û Asûrî beramber bi pirsa Êzîdiyan bêbandor û bêzirar nemane. Her nasyonalîzmekê ji van heta ji destên xwediyên wê hatiye, hewl daye ku Êzîdiyatiyê têxe qeware û kirasê îdeologiya xwe, daku di serencamê de Êzîdiyatî wek ol bibe alavek ji alavên siayseta wê.

Lê bandora nehênî û xirab a herî balkêş di van 30 salên dawiyê de, bandora nasyonalîzma Kurd e. A rast metodên ku nasyonalîstên Kurd beramber bi pirsa Êzîdiyatiyê wek ol ku berê wê bi darê zorê didin „îdeologiyeke xurû bi Kurdî“, ji her rêbazekê bihtir, dişibihn rêbazên faşîzmê.

Helbet Êzîdiyatî oleke bi Kurdî ye û ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye. Kurdistan jî wek min pirrcaran aniye ziman û nivîsandiye „welatê dawî ê Êzîdiyan“ e. Lê ev nayê wê wateyê ku ji hemî ol û mezhebên Kurdistanê bihtir Êzîdiyatî û Êzîdî bibin qurbanên „faşîzma bi Kurdî“.

Jixwe Êzîdiyan heta anuha 74 ferman sebuneta ola xwe a ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê, bedel dane û hîn jî heta bi kêlîkê didin.

Her dema ku ji Êzîdiyekî tê pirsyarkirin: „tu Êzîdî yî, yan Kurd î?“ (ev pirs di medya Kurdî de, êdî bûye klîşêh û model), bi ya min ev ne tenê pirseke nenormal, belê pirseke faşîst e jî, ji ber ku mantiqê pirsê, wek diyar e, faşîzm bixwe ye. Gelo carekê ji Kurdekî Misilman, ev pirs hatiye kirin: „tu Mislman î, yan Kurd î“?

Her cara ku navê „Êzîdî“ tê û „Kurd“ pê ve tê parçîmkirin, bi ya min ev jî faşîzm yan jî xwişka wê bixwe ye, çimkî di mantiqê „parçîmkirina“ „Kurd“ bi „Êzîdî“ ve, zor û sextbûn heye, û zor jî metodek ji metodên faşîzmê ye.

Aya bo çi heman parçîmkirin, li sea asta nasyonalîzma Kurd, ji bo „Kurdê Misilman“ yan „Misilmanê Kurd“ jî, derbas nabe?

Her dema ku nasyonalîstên Kurd dixwazin Êzîdiyatiyê ji serê wê heta bi paniyên lingên wê, di filtera „îdeologiya bi Kurdî“ re derbas bikin û hewl didin ku „Êzîdxan“ di Qewl, Beyt û Dwayên wan de, bi darê zorê bibe „Kurdistan“, ev jî bê guman faşîzm e. Ji ber ku berê faşîzmê tim li zorê ye, wek çawa berê zorê jî tim li faşîzmê ye. Eger bi rastî Êzîdxan Kurdistan e û wisa ye, aya çima nasyonalîstên Kurd dixwazin serê „Êzîdxanê“ bi darê zorê bitewînin û bibin „Kurdistanê?

Her gava ku hindek gotinên „Ne-Kurdî“ di „Ilmê Sîngê“ yê Êzîdiyatiyê de, ku 95% bi Kurmanciya jorî ye, li gorî mantiqê nasyonalîzma Kurd, bi darê zorê, tên „kurdîkirinê“, bê guman e, ku ev bixwe jî faşîzm e. Çimkî teoriya „zimanê zelal“, bingeha „zimanê“ faşîzmê bixwe ye. Jixwe „zimanê zelal“ jî, li gorî tazetirîn teoriyên zimannasiyê mehal e.

Gelo çima nasyonalîstên Kurd, li gor heman mantiqê bi Kurdî û heman nasyonalîmê, berê xwe nadin Islam û Quraanê, ku pirtûka 97% ji miletê Kurdistanê ye, û zimanê wê jî xurû bi Erebî û ji Erebistanê heta bi Erebistanê ye?

Gotinek dawî   

Bê guman „Êzdaname“ li vir yek ji dehan nimûneyên „nasyonalîrkirina“ bi amatorî a Êzîdiyatiyê û pirsa Êzîdiyan e. Ev „nasyonalîzekirin“ wek metodeke bi Kurdî, rêbazeke hevbeş e li ser asta hemî partî, gurûp û îdeologiyên Kurdî.

Dibe ku pirsyareke weha were kirin: çima „Êzdaname“ û çima anuha?

Yê ku gotara min, çi bi Kurdî çi jî bi Erebî dişopîne, ew baş dizane ku rexnekirina min ji nasyonalîzma Kurd û alavên wê yên ji zorê re, ne ji îro de ye. Ji mêj de ev rexnekarî berê gotara min e. Lê ji ber ku bîra Êzîdiyan, wek min pirrcaran liqelam daye, mixabin qul e, min weha pêwîstî dît, ku ez careke din, vê mijarê di nimûmedana „Êzdanamê“ de bibim nirxandin, şirovekirin û rexnekirinê.

Rast e, Êzîdî Kurdên resen in, û Êzîdiyatî jî dînekî bi Kurdî ji Kurdistanê heta bi Kurdistanê ye, lê pirsa bi Kurdî herî mezin ev e: gelo çi hewcedariya Êzîdiyan û Êzîdiyatiya wan bi nasyonalîzekirina bi Kurdî a bi darê zorê heye?

Eger Êzîdxan Kurdistan e, û Kurdistan jî Êzîdxan bû, gelo çima hewqasî Kurd û nasyonalîzma wan ji Êzîdxanê nefret dikin, û dixwazin wê bi darê zorê bikin Kurdistan?

Eger Êzîdî „Kurdên resen in“ û Kurd jî Êzîdî bûn, gelo çima Kurd û nasyonalîzma wan baweriyê nadin Êzîdiyan, û ew jî bi qasî wan nabin Kurdên Kurdistanê û Kurdistan jî nabe ya wan?

hoshengbroka@hotmai.com

25.01.2015

[1] Êzdaname I, weşanên Laliş, Bielefeld, bê dîroka weşanê, “Qewlê Zerdeşt”, R. 142-147: weşana digital:

http://vk.com/doc-3424908_335313691?hash=e3966797e3d41360c1&dl=bf258f3a0faab48cb0

[2] Heman jêder, R. 142.

[3] Heman jêder, heman rûpel.

[4] Bo nimûne Koroşê Haxamenişî yê naskirî bi navê Koroşê mezin yan jî Koroşê duqurne, ku damezrênerê Imperatoriya Haxemenîşî bû, Zeredeştiyatî wek ola xwe û dewletê qebûl kir. Koroş di sala 550 b.Z. li Hemedana paytext, li kalikê xwe (bavê diya xwe), padîşahê Mîdî Astiyak qulubî û li ser rûxandina Imperatoriya Mîdî Imperatoriya Haxemenîşî damezirand. Herweha Sasan jî ku wek „pîrê Zeredeştî yê mezin“ tê naskirinê û Sasanî û dewleta wan bi nave wî hatiye binavkirin, bixwe bapîrê Erdeşêr ê yekem e, ku yelem padîşahê Imperatoriya Sasanî bû.

[5] Êzdaname, Qewlê Newrozê, R. 139-141.

Bersivekê binivîsin