Edmund Husserl

Edmund Husserl

Divê ku felsefe bala xwe bide kirdeyan/ozneyan û bi kirdeyan eleqeder bibe. Divê ku felsefe bibe zanista hilikên ku ji derve ve tên û li hindirû, bi kirdeyan deng vedidin. Divê em zanayiyên xwe, bixin nava kevanekê- bixin nav parantezekê. 

Herweha di dema fikirînê de jî, divê mirov biryaran nede û biryarên xwe bide paş. Divê mirov zanayiyên ku ji ezmûnan tên, wan bişuxulîne û vebiguhezîne kirdeyê. Heke felsefe bala xwe bide hilika tiştan û li wan hûr bibe, dê hingê bibe zanista zanistan. Îro û di siberojê de. 

Tiştên ku Kant ji wan re dibeje numen û xwedêgiravî mirov nikare bi wan bizanibe, ew dikarin werin zanîn. Ji bo vê yekê jî, divê mirov naveroka hişê xwe bêxe nava kevaneyeke/parantezekî û wiha nêzîkê wê/wan bibe. 

Lewra, em her dem bi nîyetekî nêzîkê nesneyan dibin û ev yek jî, rê li pêşdarazan vedike. Ji bo ku em bikaribin rê li ber vê yekê bigirin û nesneyek/wanekek çî be em bixwazin ku ew çawa bin em wê/wî wiha binasin, beriya her tiştî divê em hemû bîr û baweriyên xwe yên berê deynin aliyekî û wiha xwe nêzîkê wê nesneyê bikin. 

Ji bo pêzanîna hilika wanekan, pêdivî bi feraseta rasterast heye ku ev yek jî, bi riya pêşniyarên rast û dirist pêk tê. Divê felsefe xwe bispêre fenomenolojiyê û zanayiya wanekan ya misoger û naguher, encax bi zanîna hilika wan dikare were hilberandin. 

Edmund Husserl | 1859-1939

Çavkanî: Felsefe û Jiyan | Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin