Thomas Hobbes
Cîsima herî çêkirî, dewlet e. Dewlet, ji pêvçûna mirovan der çûye. Çimku, mirov xweperest e û herdem ji bo berjewendiya xwe têdikoşe. Jiber vê yekê jî, bi mirovên din re pev diçe û şer dike. Lewma jî, mirov, gurên hevdu ne.
Ji ber vê yekê jî, divê ku saziyeka hemû mirovan bîne rêzê, hebe û dewlet ji vê bêgavîtiyê derketiye holê. Tiştê ku ji bo dewletê bi kêr tê, baş e û tiştê ku bi kêr nayê jî, xirab e.
Ji Berhema Leviathan ya Thomas Hobbes | 1588-1679
Çavkanî: Felsefe û Jiyan | Ali Gurdilî