Eger Erd li dora xwe nezivire, çi dibe?

Eger Erd li dora xwe nezivire, çi dibe?

Eger Erd li dora xwe nezivire, çi dibe?

Eger hereketa gerstêrga Erdê li dora xwe bisekine hingî dê tofanên ku leza wan 1670 km/seetekê ne, li ser Xetta Istiwayê (Equator) pêkwerin ku dikarin jîyana ser goga Erdê, jiholê rakin. Xetta Istiwa, navê xetteke ferzî ye ku goga Erdê dike du bešên nîvgoga Bakûr û nîvgoga Bašûr. Ev xêz di nîveka her du cemserên Bakûr û Bašûr da ye û fasileya hemû nuqteyên ser vê xettê ji her du cemseran, wekhev in. 

Xetta Istiwayê, xwedîyê mezintirîn muhîta ser erdê ye û dirêjahîya wê 40070 km e. Rûbara goga Erdê, li Xetta Istiwayê di šev û rojekê da bi qasî 40000 km, hereket dike. Ew tê wateya ku leza goga Erdê li dora xwe 1670 km/seetekê ye. Navçeyên nêzîkê Xetta Istiwayê, baštirîn cih jibo çandina Qahwe û Kaoçoyê ne. 

E(r)doyê bi bayê bezê zivirok….

Çavkanî: https://en.wikipedia.org/wiki/Equator

Bersivekê binivîsin