Hevpeyvîna Nûçegihanê Malpera Tesnîm bi Cîgirê Sazumana Senet û Madena Îranê ra

Hevpeyvîna Nûçegihanê Malpera Tesnîm bi Cîgirê Sazumana Senet û Madena Îranê ra

Hevpeyvîna Nûçegihanê Malpera Tesnîm bi Cîgirê Sazumana Senet û Madena Îranê ra: Azirbaycana Rojava, jiber ku xwedîyê madenên pir mezin e, dikare bibe mezintirîn navenda danostandina zêrê cîhanê

Cîgirê karobarên maden û senetên girêdayî wê yê sazumana senet, maden û bazirganîya parêzgeha Azirbaycana Rojava got: Bêguman Îran dikare bi rîya parêzgeha Azirbaycana Rojava, bibe navenda danostandina zêrê cîhanê.

Ebdulhemîd Sertîpî di hevpeyvîna xwe ya bi nûçegihanê Tesnîmê ya li Ûrmiyê, da zanîn ku Azirbaycana Rojava piştî Hormuzganê, duyemîn parêzgeha Îranê ye ku zerfîyeta enerjîyên germ yên ji erdê, tê da pir pir berbiçav in. Wî da zanîn eger em vê enerjîya germahîyê ya depobûyî di 12 kîlometrîya qalikê jorîn ya Erdê vebikolin û bi teqrîba xettî ya hilkişîna 3 derece di her 100 metreyî da, ferz bikin, hingî emê bibînin ku ev enerjî 50 hezar carî ji çavkanîyên Nift û Gaza keşfbûyî yên cîhanê, zêdetir e.

Zerfîyeta mezin a Azirbaycana Rojava di damezrandina Hêzgehên Karebayî (power plant) û Germahî da

Wî da zanîn: Aniha di navbera bajarên Makû, Xoy û mentiqeya Çaldêranê da nuwazetirîn menteqeya germahîya ji Erdê ya ku heya niha li cîhanê keşfbûyî, heye ku eger ev yek baş were dîtin, dê bibe bingeha damezrandina gelek hêzgehên karebayî û germahî yên pir mezin.

Li gor gotina wî, Îran li ser qalika kembera çîyayî ya Alp-Himalaya’yê cih girtîye ku ji sedî 15’ê rezervên madenî yên cîhanê li ser wê kemberê bûne.

Ev kember dişibe kembera Metanojîya Anod ku nêzîkê 65% ji rezervên madenî yên keşfbûyî yên cîhanê li ser wê, cih girtine lê kêmtirbûyîna rezervên kembera çîyayî ya Alp-Himalaya’yê, jiber vekolîn û kolandinên pir kêm û lawaz in.

Hemû prosesên erdnasî dikarin li qalika Azirbaycana Rojava, werin dîtin

Wî da zanîn, Azirbaycana Rojava dikare wek jêdera kevir û madenên pir pir dewlemend di mezinahîya netewî û cîhanî da, were nasandin.

Wî tekez kir ku Girîngtirîn meseleya ku bandor û rola wê divê bê zanîn, madena Zêra ye çimku aniha 2 madenên zêra li Tikabê, yek li Serdeştê, yeke din li ser rîya Xoy* Şinoyê û ya din jî li menteqeya Mahabad û Sîlvanayê, hene ku Eyara  Zêrên wan jî pir baş û mezinahîya rezervên wan jî berbiçav in.

0,5% ji Zêrê cîhanê li Qalika Azirbaycana Rojava, veşartî maye

Sertîpî ragihand ku berhemanîna Madena Zerşûyanê 3 ton zêr di salê û ya Aqdereya Tikabê jî 600 kîlo zêr di salê û 600 kîlo jî Zîv di salekê da ne.Lê mixabin ji madenên navbirî tu istifadeyek erênî jibo pêşxistina aborîya parêzgehê nehatîye kirin.

Sertîpî, eşkere kir ku rezerva kevirên zêr li navçeya han, 27 mîlyon ton e.

Cîgirê karobarên maden û senetên girêdayî wê, îdîa kir: dê di 2 salên bê da, bûrsa kelmelên parêzgehê aktîv bibe û berhemanîn û danostandina zêra tê da destpê bibe û ev yek jî dê bibe sedema pêşketina aborîya parêzgehê.

Sertîpî da zanîn ku aniha tenê li Îtalîya û Hongkongê da, navenda danostandina Zêran heye lê jiber ku Azirbaycana Rojava, parêzgehek sînorî ye ku derîyê wê li ser Ewrûpayê vedibin, kapasîteya wê heye ku bibe navendeke girîng û bibandor di warê berhemanîn û danostandina Zêran da.

Meseleya pir girîng ku divê bê dîtin ew e ku zêr, zîv û kevirên biqîmet yên derketî ji madenan, nabe ku wek Niftê Xav were firotin û divê zêrgerên bajêr li ser wê bixebitin û bi çêkirina xemlokên zêrîn, zîvîn û hwd, bi buhayek zêdetir wan berheman bifroşin mişterîyên hundur û derveyî welêt.

Wergêr: Edoyê Nav-Zêra- Xeniqî

Bersivekê binivîsin