El Kîndî

Qûran û felsefe, heman rastiyê vedibêjin û di navbera wan de tu nakokî tune nin. Sebebê yekemîn yê hemû heyînan xwedayê bêdestpêk û bêdawî ye. Hemû tişt bi îradeya wî çêbûne û bi îradeya wî, dê carekê din ji jolê rabin.
El Kîndî | 801-873
Têbinî: El Kîndî wek fîlozofê yekemîn yê felsefeya îslamê tê dîtin. Kîndî hewl daye ku zanayîyên Îslamî û felsefeya yewnan ya berê bigihîne hevdu û sentezeka wan çêbike. Ji bo vê yekê jî li ser wergerên ewilî rawestiya ye û carekê din li wan hûr bûye. Navê wî yê rasteqîn Ebū-Yūsuf Ya’kūb ibn Ishāk el-Kindī ye û li rojavayê bi navê ‘Alchindus’ tê naskirin.
Çavkanî: Jiyan û Felsefe – Ali Gurdilî
Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.
Latest posts by Felsefevan (see all)
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021