Johann Christoph Friedrich Schiller

Johann Christoph Friedrich Schiller

Dermanê bîyanîbûn û perçebûna/dabeşbûna mirov, huner e. Li cem mirovan du dozîneyên/navajoyên bingehîn hene, ku yek ji wan navajoya sehekî û ya din jî, navajoya formel/lewnî ye ku her dem li yekîtî û berdewamîyê digerin. 

Ahenga ku wê di navbera van du navajoyan de were damezrandin jî, encax bi alîkariya navajoyeka sêyemîn dikare pêk were. Ev navajoya seyemîn jî, navajoya lîstîkê ye. Navajoya sehekî û navajoya formel, bi tenê di lîstîkekê hunerê de dikarin werin cem hevdu û dema ku mirov li ya spehî temaşe dike, rih dikare wê demê di navbera zagona ehlaqî û bêgaviyên fizîkî de, dorhêleke bextewar pêk bîne. 

Johann Christoph Friedrich Schiller | 1759- 1805

Çavkanî: Jiyan û Felsefe – Ali Gurdilî

Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

 

Bersivekê binivîsin