Erich Fromm: Sultan Arslan

Erich Fromm: Sultan Arslan

‘Mirovên serbixwe ne dikarin yên din hez bikin û ne jî dikarin ji xwe hez bikin.’

(Erich Fromm)

Erich Fromm, 1900-1980, derûnnaseke navûdeng Alman û Amerîkî bû. psykolog, psykiatri û psykoanalytiker . Li gor Derûnnas Erich Fromm hin form û karakterê mirovan hene.

Behsa pênc cure kesayetîyan dike. 1. Kesayetîyên têgihîştî 2. Kesatetîyên metînger, berjewend û kedxwar 3. Kesayetîyên mal, maddî 4. Kesayetîyên bazirganî 5. Kesayetîyên hilberîner Di nav wan pênc cure kesayetîyan de bala min çû li ser hin kesayetîyên ku ez di nav jîyana xwe de gelek li rastê wan karakteran hatime. Kesatetîyên metînger, berjewend û kedxwar. Mirovên ku di nav vê kategorîyê de ne: Bo demek kurt hin kesan hez dikin û piştre dest bi hesûdîyê dikin û têkilîyê wan pir zû xirab dibe.

Vêca têkilîyê wan weha lê tê ku ber bi nefretbûnê ve diçe. Ew kesane taybetî ne û têkilîyan li gor xwe ava dikin û li gor xwe dixwazin form bidin. Berjewendîya wan çi bêje, têkilîyên wan jî li gor berjewendîyan diguhire, diçe û tê. Têkilîyên wan ên bi kesên din re her dem pirsgirêkan ava dike û di nav têkilîyên wan de her tim tevdanê şer heye. Ew kesane amade ne ku derewan bikin û her tişt manipule bikin da ku tiştê ku ji bo wan re hewce dike bistînin. Ewana bi serfirazî ber bi berjewendiya xwe ve li ser mirovên ku bixwebaweriya xwe ya hindik in dixwazin biser bikevin. Erêkirin û pejirandinê re girtîne. Tenê xwe dibîne û dixwazin yên din jî wana bibîne.

Taybetmendiya herî berbiçav yên wan kesayetîyan ev e ku piştgiriya ku ew digirin bi gelemperî nayê vegerandin. Bi hevbeşîya mirovê din re têkildarîya bi wate dananin. Gava her tişt têk diçe û tiştê wan yê veşartî derdikeve holê, nikarin têbigîhin û dest bi şer dikin û ji şer wêdetir metodek din helnabijîrin û naxwazin tiştek din jî fêm bikin. Di heman demê de ew xwedan taybetmendiyên civakî yên belengaz in. Di girtina biryaran de û bi potansiyela xwe ya mirovî de jî lewaz in. Gava yekî weke xwe dibînin û bi wan re têkilî datînin, ji destpêkê ve xirabî dest pê dike û di demekî kurt de jî pir dijwar bi dawî dibe.

Sultan Arslan

19.02.2021

Bersivekê binivîsin