Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf)

Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf)

Pêşgotin    Di tebaxa 2009an de, yekem hevpeyivîna xwe min kek bi Enwer Karahan re pêk anî. Destpêka weşana ‘malpera felsefevan’ bû wan rojan û kelecaneke mezin xwe li ruh û laşê min pêçabû. Di malperê de gelek beşên ku bi felsefe û zanistê re têkildar in hebûn û gelekî dihatin xwendin. Lêbelê min dixwest ku em beşeke hevpeyivînê jî amade bikin û di vê beşê de nivîskar, hunermend û rewşenbîrên kurdînûs bidin nasandin. Belê ne temamiya kurdan, lêbelê ew kesên ku teybetî bi kurdî dinivîsînin, dixebitin û xwediyê helwesteke kurdewarî bûn. Axir, mala kek Enwer Karahan ava be ku cara ewilî cenabê wî riceya me ya hevpeyvînê qebûl kir û me jî, yekem hevpeyivîna xwe pê re pêk anî. Piştre, xebatên malperê gelekî berfireh bûn û me bi navê ‘felsefevan’, kovareke jî weşand. Mixabin tenê sê hejmarên kovarê li ser kaxêz hatin weşandin û çar hejmar jî, li ser netê wekî pdf dosyayê. Lewma jî me hinek hevpeyivînên di vê kitêbê de, ji bo kovarê pêkanî bû û tê de jî hatine weşandin. Hevpeyvîna H. Kovan Baqî, di hejmara yekem ya kovarê de, hevpeyivîna Jan Dost di hejmara duyem de û hevpeyvîna kek Zeynelabidin Zinar jî, di hejmara sêyem de hatin weşandin. Rastî me hevpeyivîna kek Doç. Dr. Nesim Doru jî, ji bo hejmara çarem pêk anîbû, lêbelê ne bû qismet ku em hejmara çarem biweşînin. Me jî hevpeyvînê di malperê de weşand û xwendevanên malperê, bi eleqeyeke mezin xwendin. Her dema ku min hevpeyvînekê temam dikir, min keyfxweşiyeke bêpayan hîs dikir û vê yekê jî wiha dikir ku ez hevpeyivînan berdewam bikim. 

Di hevpeyivînan de, heta ji destê min hat min bala xwe da pirsên li ser felsefeyê û jiyana nivîskar û rewşenbîrên me. Li ser naveroka wan, naxwazim ku zêde rawestim. Lewre ji xwe hûn dê bi xwe bixwînin û binirxînin. Lêbelê bi destûra we a niha ez dixwazim hebekê li ser pêdiviya karên bi vî rengî rawestim: Nivîsakar û hunermendên serdestên me, xwediyê gelek îmkana ne ku xwe û berhemên xwe bidin nasandin. Mixabin, ji bo hunermend, nivîskar û helbestkarên me yên qedirbilind, îmkaneke wiha tune. Nemaze heke ew kes xwediyê helwest û sekneke kurdewarî be û tenezulê zimanê serdestên xwe, tenezulê zimanê tirkî, erebî û farisî nekiribe, karê wî hin bêtir dijwar e. Ji xwe malxerabiya ku hatiye serê me, ne tê gotin ne jî tê veşartin. Heta ku berhemên nivîskarên me, bi zimanê serdestên me neyên weşandin, em wan naxwînin yan jî haya me ji wan çênabe.. Ev yek jî wiha dike ku gelek kurdînûsên me yên serkeftî, dest ji zimanê xwe berdin û berê xwe bidin zimanê serdestan. 

Li ber çavê min qedr û qîmeta nivîskar û hunermendên me, gelekî mezin e û berhemên wan, ji berhemên gelek nivîskarên serdestên me hêjatir in jî. Lêbelê, bi sedbareyî dikarim bibêjim ku zêde nayên xwendin û lewma jî, ew berhemên wan yên giranbiha, di quncikên tarî de difesitin. Ji xwe loma, me navê ‘Xwenasîn, Raman û Azadî’ li vê kitêbê kir û me xwest ku bila bibe xebateke xweser û ji siberojê re, mîna belgeyeke bimîne. Bi qasî sîh hevpeyvînan min bi nivîskar, hunermend û rewşenbîrên me re pêk aniye û nêzî heft-heşt hevpeyivîn jî, werger in. Mala wan hezar carê ava be, gelekî piştgiriya xebatên me kirine û bi dilsozî, li xebatên me xwedî derketine. Loma jî, ez çuqasî spasiya wan bikim, hindik e û ji milkê dil, dîsa dibêjim mala we her ava be ezbenî. Hevpeyvînên ku min wan wergerandine kurdî yên Şivan Perwer, Rojda, Îsmaîl Beşikçî, Sevan Nişanyan, Erdogan Çinar û Bejan Matur jî, ez bawer dikim ku dê bala we bikşînin û dê werin xwendin. Bi hêviya rojên xweş û geş, her şad û bextewar bin. 


Naverok: Rêza Hevpeyvînan  01- Hevpeyvîn bi H. Kovan Baqî re, 02- Hevpeyvîn bi Berken Bereh re, 03- Hevpeyvîn bi Ilhamî Sîdar re, 04- Hevpeyvîn bi Fêrgîn Melîk Aykoç re, 05- Hevpeyvîn bi Devliken Kelogirî re, 06- Hevpeyvîn bi Husên Duzen re, 07- Hevpeyvîn bi Demhat Dêrikî re, 08- Hevpeyvîn bi Ezîz Xemcivîn re, 09- Hevpeyvîn bi Kejê Bêmal re, 10- Hevpeyvîn bi Omer Dilsoz re, 11- Hevpeyvîn bi Firat Cewerî re, 12- Hevpeyvîn bi Shahînê Bekirê Soreklî re, 13- Hevpeyvîn bi Çîmen Mûrad re, 14- Hevpeyvîn bi Serhad Bapir re, 15- Hevpeyvîn bi Receb Dildar re, 16- Hevpeyvîn bi Mîr Qasimlo re, 17- Hevpeyvîn bi Newaf Mîro re, 18- Hevpeyvîn bi Xîzan Şîlan re, 19- Hevpeyîvîn bi Enwer Karahan re, 20- Hevpeyvîn bi Ali Gurdilî re, 21- Hevpeyîvîn bi Şivan Perwer re, 22- Hevpeyivîn bi Rojda re, 23- Hevpeyvîn bi Bejan Matur re, 24- Hevpeyvîn bi Îsmaîl Beşikçî re, 25- Hevpeyvîn bi Erdogan Çinar re, 26- Hevpeyvîn bi Sevan Nişanyan re, 27- Hevpeyvîn bi Zeynelabidin Zinar re, 28- Hevpeyvîn bi Mizgîn Hesko re, 29- Hevpeyvîna bi Ali Gurdilî re – (BasNûçe), 30- Hevpeyvîn bi Jan Dost re, 31- Hevpeyvîna bi Ali Gurdilî re – (Yenî Ozgur Politîka), 32- Hevpeyvîn Bi Ali Gurdilî re – (Aso Zagrosî), 33- Hevpeyvîn bi Orhanê Brahîm re, 34- Hevpeyvîn bi Doç. Dr. Mehmet Nesim Doru re, 35- Hevpeyvîn bi Têmûrê Xelîl re, 36- Hevpeyvîn bi Konê Reş re, 37- Hevpeyvîn bi Ali Gurdilî re – (BasNews), 38- Hevpeyvîn bi Ali Gurdilî re – (Shiyar Silêman), 39- Hevpeyvîna bi Ali Gurdilî re (Rojnameya Kurdistan), 40- Hevpeyvîn bi Tengezarê Marînî re

Ali Gurdilî felsefevan@hotmail.com09.01.2021

Kerem bikin vê lînkê bitiqînin û pdf kitêbê daxînin computura xwe û yan jî bixwînin: Pdf Kitêb: Xwenasîn, Raman û Azadî

Bersivekê binivîsin