Ez Li Xwe Geriyam

Bêyî ez wî bibînim û binasim, min da dû wî. Lê ew li ku bû, yan jî hebû ez hêjî nizanim. Gava ez li wê/î geriyam min xwe dït. Niha ez li şaxê xwe digerim. Yek diçe ber bi heft tebek erd û ezman. Yek dibe Xerîbo û Hekîmê Loqman. Yek dibe ax, mayînde ye bê dem û çax. Yek dibe ba û şems, ew man û yên din bûn derew! Yek bû Ga û Masî, ew her dimînin, cindî diguherînin kirasî. Yek digeriya ji derda re derman, lê nedît ji bo qirkirin û ferman. Ez li xwe geriyam, min dît hinek tu ez im, hinek ez jî tu me.
Newaf Mîro
08.07.2016
Latest posts by Newaf Miro (see all)
- Sibê Dereng e - 07/03/2017
- Empatî - 17/02/2017
- Lehengê Min Jin e - 21/10/2016