Neanderthalerên Mirovxwer

Neanderthalerên Mirovxwer

Neanderthalerê li Belçîkayê bi qasî 40.000 salan berê zikê xwe bi goştê hemcinsên xwe têr kiriye. Zanyarên ku di şikeftên binavûdeng yên li Goyeta Namenê (Namur) lêkolînên xwe pêk dianîn, encamên lêkolîna xwe diyar kirin. Zanyar ji rêç û şopên li ser hestiyên bidest xistî yên Neanderthalerî gihîştin wê armancê ku Neanderthalerî bizanebûn hev û din kuştine.

Zanyar wiha dibêjin; “Em dikarin bibêjin ku em ji encama vê lêkolînê ya goştê hev û din xwarina Neanderthalerî ne ewqas ecêb mayî ne lewre em ji lêkolînên berê yên li Îspanya û Fransayê pêk hatibûn jî bişik û guman bûn ku Neandertlerî bi goştê hemcinsên xwe xwe têr kiribû. Lê em ji hestiyên Neanderthalerî yên li Belçîkayê piştrast in ku Neandertlerî goştê hev û din xwarine.”

Zanyar ragihandina xebatên xwe bi rêya kovara Scientific Reports kirine ku di kovarê de wiha didomînin; “Li ser hestiyên vedîtî şopên birandinê û rêçên çal û mirtikên kûr hebûn û ev jî mirinên bizanebûn û qestanî diyar dike. Neanderthalerî karê xwe bi awayeke çalak û hûrgilî dikirin, karê pêşin gurandin çermê bû û dû re jî kerî kirina laşê Neanderthalerî destpê dikir.”

Zanyar Hervé Bocherensê ji zanîngeha Tübingenê wiha dibêje; “Em dikarin bibêjin ku Neanderthalerî mirovxwer bûn û jêmahiyên hesp û şivira kedîkirî jî bi heman awayê hatibûn gurandin û kerî kirin.” Neanderthalerî ne bi tenê mirovxwer bûn, lewre ji hestiyên miriyên xwe ji xwe re amûrên cihêreng çêdikirin. Kulîmek û 3 hestiyên cedewê ji bo dirûvandina amûrên kevirî hatine şixulandin.

Metîn Eser 

Çavkanî: Science Daily

Bersivekê binivîsin