Fahreddîn Razî
Fahreddîn Razî (1149-1210)
Navê wî yê rasteqîn Fahreddin Muhammed bin Omer bin el-Huseyn bin el-Hasen bin Ali et-Temimi el-Bekri er-Razi eş-Şafii ye. Fahreddîn Razî fîlozofekî îranî ye. Li ser felsefeyê bandûra wî mezin e û ji ber vê yekê jî navê wî li deftera fîlozofan hatiye qeydkirin. Di salên xwe yên ciwanîyê de bi kîmyayê re mijûl bûye. Piştra felsefe û kelam xwendiye. Li gor zanayîyan xetîbekî baş bûye. Bi ramanwerên mezheba Mutezîle re ketiye niqaşê.
Li hember tevgera Batinî rabûye. Ji aliyê piştavanekî tevgera Batinî ve hatiye tehdîtkirin û sozê hişbûnê daye dijminên xwe. Ravekarekî (şirovekarekî) bihêz yê Qûranê ye. Tefsîra wî, navdar e.
Mamosteyên Fahreddîn Razî
1- Omer bin el-Huseyn (Bavê wî)
2- Kemaleddin es-Simnani
3– Mecdüddin el-Cili ne.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî