Farabî

Farabî

Farabî (870-950) 

Farabî, fîlozofekî îslamê ye û di sedsala 9 an de li Maveraunehîrê, li gundê Farab hatiye dinyayê. Bavê wî leşkerek bû. Belam derheqê jiyana wî de zanayîyên me gelek kêm in. Lê em dizanin ku wî demeka kurt qazîtîyê kiriye û gelekî di bin bandûra tevgerên dema xwe yên fikrî û kulturî de maye.

Mirov dikare derheqê zanayîyê de ramanên wî wiha şirove bike:

Farabî, aqil dike du beş:

1– Aqilê pratîk

2- Aqilê teorîk.

Farabî aqilê teorîk jî di nav xwe de dibe sê beş:

1- Aqilê maddî

2- Aqilê çalak

3- Aqilê ku hatiye qezenckirin

1- Li cem wanekan (nesneyan) wesfên ku têne hizirkirin û bihîstin, bi hevre ne. Yên ku têne bihîstin, ji bo ku zû deng li sehekên me dikin; em zû têdigihêjine wan. Di vê têgihiştinê de bi awayekî potansîyelî wesfên ku têne fikirîn jî cîh digrin.

2- Ji bo Farabî têgeha herî girîng ya ku gelekî li ser rawestiya ye, aqilê çalak e.

Bi tenê aqilê çalak zanayiyên ku bi alîkariya sehekan têne bidestxistin, wan ji wesfên wan yên maddî cuda dike û dest bi têgihiştina wesfên ku têne fikirîn dike. Ev yek, asta fikirînê ya razber (soyut) e. Di vê xalê de mirov, êdî hatiye wê radeya têgihiştina xwe.

3- Aqilê ku bi aqilê çalak gihêjtiye behreya fikirîna razber, derbasê asta aqilê ku hatiye qezenckirin dibe û têdigihêje formên razber. Belam ev rade, ji feraset û bestê (îlham) pêk tê. Di vê astê de êdî perdeya ku li ser wanekan heye, radibe. Mirov dikare bibêje ku ev ast, asta razberbûnê ya mitleq e. Herweha ev ast, asta herî bilind ya aqil e û li gor bawerîya Farabî, kêm mirov dikarin bigihêjin vê astê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin