Farabî û Bajarê Xwedîerdem

Farabî û Bajarê Xwedîerdem

‘Çawa ku dil, xal û navenda herî girîng ya laşê mirovî be, bajêr jî ew malik û serek e ku hemû erdeman di xwe de dicivîne. Wate, kesê ku di nav bajêr de, bandêra bajêr û xweşhaliyê diparêze, serekê bajêr e. Herweha, dîsa berpirsiyarî û wezîfeya wî ye ku mirovan li gor behremendiya wan wezîfedar bike û ji tevlihevî û nearamiya bajêr jî, dîsa ew berpirsiyar e.

Herkes, li gor pile (tebeqeya civakî) û behremendiya xwe karekî pêk tîne û herkes nikare bibe serekê bajêr. Ji bo bidestxistina vê saziyê (serokatiya bajêr) du şertên serke hene: ya yekemîn divê meriv xwediyê xuyeke baş be û ya din jî divê perwerdehiya ku pêdivî pê heye girtibe. Bi saya vê perwerdehiyê, serekê civakê dikare wesfên xwe û îradeya xwe xurtir bike, lêbelê ji bo vê yekê jî divê ku ew miroveke guncan be bo vê wezîfeyê.

Pirraniya mirovan meyldarê xizmetkirinê ne, ne rêveberiyê. Zanînî (zanayî, zanyarî) ji bo bidestxistina serokatiya bajêr, şerteke jêneger e. Ji bilî vê yekê, divê serekê bajêr behremend û xetîbeke baş be jî û ji bo pêdiviyên şer jî, divê xwediyê binyateka zexim û berxwedar be.’

Çavkanî: Georgios Steris
Bextewariya Mirovî û Bajarê Xwedîerdem di Ramanên Farabî de
Werger: Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin