Nexweşiya Heftpençeyê û Alkol

Nexweşiya Heftpençeyê û Alkol

Li gorî zanyar Jennie Connor ku li zanîngeha Otagoyê (Zelendaya-Nû) epidemiolog e, di navbera vexwarina alkolê û qenebe heft cureyên nexweşiya kula heftpençe de rasterast pêwendî heye: kula heftpençe ya devê mirovî, qirik/gewriya mirovî, sorsorika mirovî, kezeba reş, rûviya stûr, rêvî/rûvî û ya berê/memikên jinan.

Jennie Connor wiha dibêje: “Di sala 2012an de ji ber vexwarina alkolê ji kesên nexweş yên bi kula heft pençe niv-mîlyon kes çûne ber rehma Xwedê, ev jî ji kesên nexweş yên li seranserê cîhanê ji sedî şeş kes dike.” Connor ji bo vê lêkolîna xwe li seranserê cîhanê serî li dezgeh û saziyên cur bi cur dide û belgeyên pirr girîng yên derbarê nexweşiya kula heft pençe berhev dike.

Connor wiha didomîne: “Helbet lêkolîna min ne bi tenê ji îstatîstîkên di navbera alkol û nexweşiyê pêk tê, lewre delîlên pirr xurt ku rasterast pêwendiya vexwarina alkol û nexweşiyê destnîşan dikin, hene. Kesên alkolê kêm û zêde vedixwin û herwiha kesên alkolê pirr û pirr zêde vedixwin bi xeteriyeke pirr mezin bi nexweşiyê rû bi rû dimînin, û kişandina cixareyê jî li barê giran zêde dibe.”

Connor: “Bi vexwarina alkolê xesara li ser DNAyê zêde dibe û ev jî sebebeka ji nexweşiya kula heft pençe ye. Lêkolîn derbarê nexweşiya kula heft pençe ya çerm-, prostat- û pankreasê jî encamên girîng vedîtiye.”

Metîn Eser

26.07.2016 / Çavkanî: IPS

Bersivekê binivîsin