Federasyona Rojavayê Kurdistanê
Ajansên nûçeyan, niha radigihînin ku li Rojavayê Kurdistanê dê federasyon were îlankirin. Gav û rahişmendiyeke hêja ye û di cih de ye. Hêvî dikim ku li Rojavayê Kurdistanê hemû kurd hêza xwe bikin yek û li xaka bav û kalê xwe xwedî derkevin. Heke kurd yekîtiya xwe pêkbînin û yekdeng bin, cîhan jî dê pişta wan bigre. Federasyon jî, serxwebûn jî heqê kurda ye û kurdan, ji hemû miletan zêdetir ji bo azadiya xwe bedelê dane û didin. De gidîno, hûn çavê min in, federasyonê ragihînin û dilê me teva xweş û geş bikin.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
17.03.2016