Hevpeyvîn bi Nadia Murad re

Hevpeyvîn bi Nadia Murad re
  • “Ez ê nema yeka weke berê bim”: jineke girtî yê di destê koma terorîstî Daeshê de li ser bîranînên xwe diaxive.

    Nadia Murad hê nozdeh (19) salî bû dema bajarê wê ya li bakurê Iraqê, ji aliyê Daeshê ve hate derdest kirin. Nadia Murad wiha dibêje; “Roja 3yê tebaxê ketin bajêr. Serekê/emir Daeshê ji me re wiha got; eger hûn ji dînê xwe dev berdin û dînê îslamê qebûl bikin, em ê tishtekî bi we nekin, lê di nava me de ti kesî qebûl nekir.”

    “Roja dehûpênchê (15) tebaxê, saet 11ê sibehê ji me li ber dibistanê daxwaziya kombûnê hate kirin ku avahiya dibistanê ji du qatan pêk dihat. Jin, kech û zarok dishandin qata jorîn, û mêr jî li jêr dihîshtin. Biraziyên min-me hewl da ku em bi xwe re bibin jor. Daeshî emr dikirin ku xort pîlên/milên xwe hildên, eger binê chengê xortan bipirch bana, li jêr diman, eger bêpirch bana dishandin jor.”

    Murad, dayika wê û xwengên wê di pencereyê de bi sedan jin û zarokên din li der dimeyzandin ku mêr û lawên êzîdî ji aliyê terorîstan ve dihatin kushtin. “Me her tisht didît, hinek dihatin gulebaran kirin û hinek jî dihatin serjê kirin, û herwiha komeke mêran bi otubusan bi xwe re birin.”

    Her shesh birayên min jî bi vî awayî hatin kushtin.

    Dema meriv bi Nadiayê re dipeyive, jê fam dike ku shahîdiya bîranînê chiqas kûr û zor kiriye. Di dema hevpeyvînê de pirr caran kesên wergeriyê dikin ji karê xwe dûrdikevin û girîn destpê dike ku berdewam kirina hevpeyvînê gellekî zehmet dibe. Kesên wergeriyê dikin bi kurmancî diaxivin ku Murad jî bi eynî zaravayê diaxive û herwiha ji heman civatê ne. Lewre chîroka Murad chîroka wan jî bû.

    Roja 3yê tebaxê ya 2014an pêshmergeyên Kurd ji Shengalê vekêshiyan û êzîdî, li gorî gotinên Oroub Bayazid Ismail “tenê tên hishtin û li benda bextê xwe yê resh dimînin.” Li gorî texmînan bi qasî shesh hezar (6.000) êzîdî, di destê Daeshê de girtî ne, bi hezaran mêr hatine kushtin, destavêtina jinên êzîdî bûye û li rastî îshkenceyan hatine. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya di derbarê mafên mirovî ku di sala 2015an de hatibû eshkere kirin, kiryarên bi vî rengî dikare weke tevkujî/jenosîda êzîdiyan bê dîtin.

    Murad yek ji hezar jinên ku ji aliyê terorîstên Daeshê ve weke girtiyên seksê hatibû girtin, bû. Niha li Almanyayê dijî û di meha kanûna bihurî de axaftineke xwe ya di derbarê îshkence û tundîtiyên ku dîtiye raberî konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re, pêk aniye. Ji ber helwesta xwe ya li ser rewsha êzîdiyan, di meha kanûna pashin de bo namzetiya xelata Nobelê ya Ashîtiyê hatiye destnîshan kirin.

    Beriya koma terorîstî Daesh bajarê wê derdest bike, di gundekê de xwediyê maleke mezin bûye, bi dayike xwe û dehûdu bira û xwengen xwe re jiya ye. Bavê wê di sala 2003an chûye li ser rehma xwe. Murad wiha dibêje; ‘Dema ez pichûk bûm, em gellekî hejar bûn. Lê dema birayên min mezin bûn û destpê shuxilê kirin rewsha me ya hejar veguheriya dewlemendiyê. Li pash mala me baxcheyeke me yê mezin hebû, nîviyê wê baxcheyê bo me û nîviyê din bo dewarên me bû.’

    Ji ber ku dayika wê naxwaza Murad bi tenê biche dibistana herî nêzik ku li gundekî din bû, mecbûr dimîne di navbera dibistana seratayî û dibistana navîn d salekê dest ji xwendinê berde. Dema li gundê wê dibistana navîn vedibe heya dehûheft saliya xwe diche dibistanê. “Kêfa min pirr ji dersên li ser dîrokê re dihat, tishtên min dixwend zû bi zû ji bîr nedikir. Lê chi bikim ji ber îshkence û tahdeyan ez a niha pirr tishtan tevlî hev dikim.”

    Bîranîna wê ya li ser dayika wê di dibistanê de pêk hatiye. “Pishtî em ji hev veqetandin û mêr gish kushtin, me qet tishtek ji wê û ji heshtê(80) jinên din yên di dibistanê de bûn, nebihîst.” Di telefona ya di destê wê de wêneyê dayika wê ku bi kincên gelêrî yê dawetê bû, hebû û di destpêkê de heya dawiya hevpeyvînê wê qet telefona xwe ji destê xwe dernexist!

    “Pishtî rizgar kirina Shengalê goreke komî bi hestiyên heshtê jinên êzîdî hate dîtin. Lê zêde li ser vê gorê nehatiye vekolandin, ji ber vê em nizanin ku dayika min jî di wê gorê de bû yan na.” Heya vê gavê chend lêkolînên Yazda ku êzîdiyên derveyî welêt pishtgiriya vê rêxistinê dikin, ji sîhûpênc (35) gorên komî yên li Shengalê hatibûn tespît kirin, kesên di dehûneh (19) gorên komî de, bi tevahî hatine tespîtkirin. Dîsa texmîn dikin ku nasnameya ji 6.000 meyîtên dîtî, tenê 1.500 kes hatiye tespît kirin.

    Ez, Muradê ji sala par ve dinasim, wê xwe ji destê Daeshiyên li Mûsilê rizgar kiribû û char mehe li ser vê rizgar kirinê bihurî bûn. Wê bi du girtiyên din û bi wezîrê kevn ya Iraqê ku wê rizgarkirinê de gellekî jê re alîkarî kiribû, serî lêdana Îngiltereyê dabû. Wê bi hûrgilî qala îshkence kirina xwe, destavêtina namûsa xwe û firotina xwe ya bi terorîstên Daeshê re kiribû. Di nava heysht mehan de dehûsê (13) caran hatibû firotin ku her carê di odeyê de dihate kilît kirin û birchî dihîshtin. Herwiha birînên li ser lashê wê yên ji aliyê Salman (emirekî Daeshî bû) ve hatibûn kirin, nîshanê min dabû û dîsa li ser lashê wê cixareyên vêxistî hatibûn dewsandin. Pishtî ceribandina ya xwe ji Daeshê rizgarkirinê ku biserneketibû, Salman fermana destavêtina namûsa wê dabû terorîstên din. “Min pencereyeke pichûk dîtibû ku ez hilkishiyam jor û min xwe di qata diduyan berda jêr. Lê ez biserneketim, hatim girtin û dîsa ez shûnde birim. Xwe avêtina ya ji qata diduyan dikaribû bibe sebeba mirina min ku dû re min chiqas pirr mirina xwe xwestibû.

    Dawiya dawîn Murad xwe ji destê xwediyê xwe yê pashin rizgar dike, shoferekî otobusê ku bo Daeshê dixebitî, jê re destpê gerîna hêramekê dike, bi vî awayî dikarin ji Mûsilê derbikevin û ber bi mala xwe ve biche. “Murad ber xwe dide û careke din serî lêdana xwe rizgar kirinê dide û ji mala xwediyê xwe difilite, derî bî derî xwestina alîkariyê dike, heya ku malbateke wê digire mala xwe. Du hefteyan di wê malê de xwe vedishêre û dû re bi nasnameya kechikekê ya wê malê ji cihên kontrolkirinê derbaz dibe. Dû re bi kelekê ji cihê pevchûnê durdikevin. Li Tel Afarê, li bakur-rojavayê Iraqê xwe digihîne birayê xwe.

    Pishtî revînê li baregehên kochberan yên tiptije ku hema derveyî bajarê Duhoka Kurdistanê bûne, jiya ye. Bi projeyeke taybet ya ji aliyê sharedariya Baden-Wurtemberg ya li Almanyayê pêk hatiye, di meha îlonê ya sala chûyî de destûra li Almanyayê bicih bûnê dest dixe. Niha bi xwengekê re, li ciheke nenas yê li derûdora bajarê Stutrgartê dimîne. Bo trawmaya ku jiya ye, serî lêdana terapiya trawmayê kiriye, lê Murad pishtî du caran dest jê ber da ye. Murad wiha dibêje; “Dema ez tiptenê di odeyekê rûdinim û diaxivim, ne kêrî min û ne jî kêrî malbata min tê. Xwenga min ê din û sê (3) birayên min yên sax hê jî di baregehan de ne. Rewsha li baregehan neguherîne – xwarina ku nayê xwarin, tunetiya avê û ava tê dîtin jî nayê vexwarin, û dîsa tunetiya elektrîkê. Char (4) jin û zarokên birayên min hê jî di destê Daeshê de ne. Di odeyekê bi merivekî re axaftin bi kêrî ti tishtî nayê.”

    Murad di sê (3) meheyên chûyî de, bo vegotina chîroka xwe, li asyaya navîn, li Neteweyên Yekgirtî yên Amerîkayî û li ewropayê bi siyasetmedaran re axivî ye û herwiha daxwaziya alîkariyê kiriye. Bi vê yekê re, ne fermî berdevkiya tevkujiya-êzîdiyan kiriye.

    Du hefteyên berê ez bi wê re chûm Brîtanyayê û li Westminsterê bi parlementeran re qala bîranînên xwe kir. Pishtî qedandina axaftina xwe wiha got; “Ez dixwazim li vir eshkere-eshkere bi we re biaxivim, lewre ez dixwazim chîroka xwe ji we re vebêjim, û ez dixwazim vebêjim ku chi di ser min de pêk hatiye, û herwiha ez dixwazim vebêjim ku hê jî chi di ser jinên me yên di destê Daeshê de, pêk tê ye.” Yek bi yek qala bîranînên xwe kir û dû re wiha got; “li her derê ku min qala bîranînên xwe kir, dilê mirovan bi min shewitî-li ber min ketin, lê hê jî dest bi rizgarkirina jin û zarokên din nekirine.”

    Êzîdiyekî bi navê Maher Nawaf ku li Îngiltereyê dijî, wiha dibêje; “Murad niha li her derê tê nasîn û yên wê dizanin jî pishtgiriya wê dikin. Ez nizanim chawa Murad ewqas xurt bûye, lê ew hertim di dilê me de ye, û bi wê serbilind in.”

    Murad xwe gihandiye dilê pirr mirovan, lewre gerdunî wê weke lehengekê dibînin, ji aliyê pishtgirên wê li ser înternetê nîgar û portretên wê hatine weshandin, û sûretê wê weke graffiti li Iraqê hatine xêz kirin. Bi hezaran mirov gotara wê ya li konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî li ser Youtube ê temashe kirine.

    Nawaf wiha dibêje; “Murad wêneyeke biraziyê xwe yê heysht salî nîshanê min da, ku Daeshiyan mêjiyê wî li baregeheke zarokan shûshti bûn, bavê xwe bi kushtinê tehdît dikir. Bextê Murad û yên êzîdiyên din ne ji hev cuda bûn, dayika wê û birayê hatin kushtin, bûka wê(jina birayê wê) hê jî di destên Daeshê de ye, mêrên malbata wê ji aliyê Daeshê ve hatine revandin, mêjiyên wan hatine shushtin û weke cihadistan tên perwerde kirin.”

    Her chiqas aktivistên êzîdî di derbarê cihên rehîneyan de xwediyê agahiyan jî bibin, ku rehîne car caran bi rêya telefonê xwe digihînin aktivistan, ji aliyê hêzên navneteweyî, hêzên Iraqê û pêshmergeyan ve hewldanên rizgarkirinê nayê kirin.

    Aktivist bi rêya qachaxiyan ku bi shoforan re dixebitin, serî lêdana jin û zarokan dikin. Shofor bi vê re di bin xeteriyeke mezin dimînin û lewre jî pereyên pirr zêde dixwazin. Murad wiha dibêje; “Rizgar kirina biraziyê min ku mêjiyê wî hatiye shushtin, ne ewqas hêsan e lê kesên din yên malbatê dikarin bên rizgarkirin.”

    Wêneyên êzîdiyên girtî ku ji aliyê Daeshiyan ve ji merivên wan re tên shandin, Murad xurttir dike û dibe sebeba li ber xwedanê. Parlementerên Brîtanyayî re wiha digot; “Yekî duho wêneyê kechikeke dehûsê (13) salî nîshanê min da, ku kechik bi kincên seksî hatibû xemilandî.”

    Roja din dema me li navenda Londonê kebab dixwar, di telefona xwe de li merivên xwe û li nasên xwe dimeyzîne ku di destê Daeshê de girtî bûn û wiha digot; “Kêfa min ji amadekirina gotaran re tê, lê ez hê jî di nava pevchunekê de me ku bikarim rasterast vegotina chîroka xwe bikim.” Û dû re em bi portrettên wê yên li ser rûpela(facebooka) wê dikenin.

    “Ez xwe pirr pîr hîs dikim. Lêbelê ez bîstûyek (21) salî me, dizanim ez hîn ciwan im. Lê ez wisa hîs dikim ku her keriyeke min di destê wan de êsha sed (100) salan dîtiye. Her têleke porê min, her keriyeke lashê min pîr bûye. Ez ji ber kiryarên wan yên ku bi min kirin e pîr bû me, û ez ê nema yeka weke berê bim. Min nizanibû ku tishtên wiha dikarin pêk bê, û dîsa ez nikarim rasterast ji te re chîroka xwe vebêjim ku tu yê bi mîsogerî fahm bikî.”

    Murad, papa Franciscus, ekîba ducherxê(bisîklet) ya jinên Afganistan î û aborînas (ekonomist) Herman Daly re, bo namzetiya xelata Nobelê hatiye destnîshan kirin. Murad guman nake ku ew ê biserkeve, lê dîsa jî spasiya xwe bo vê namzetiyê dike, û dema ez wê bo namzetiya wê pîroz dikim, bi shermokî dikene.

    “Ji her aliyê gerdunê pirr û pirr pishtgiriya min hate kirin. Û ez dizanim hîn pirr mirovên din jî dikarin bo namzetiyê bên destnîshankirin ku dê bo xelateke Nobelê rewsheke pirr xwesh be. Û helbet dê alîkariya min ya ku ez dixwazim balê bikishînim li ser zext û zordariyên li ser êzîdiyan de ye jî, bike. Lê eger ez xelata Nobelê bistînim jî, ez ê bi dilekî shikestî bistînim.”

    Werger: Metîn Eser 

    Chavkanî: malpera vice, ji Lora Whyte. 07/03/2016

Bersivekê binivîsin