Felsefe, Şikber / Gumanker e

Felsefe, Şikber / Gumanker e

Felsefe, Şikber / Gumanker e

Felsefe, ji kîjan çavkaniyê were bila were; wisa bi hêsanî tu daneyan qebûl nake. Ji kû were bila were, hizkî weke zagoneka civakî, hizkî bila hişkebaweriyek/dogmeyek olî yan jî, bila ew zanayiyeke sehekî be; felsefe bişik (biguman) xwe nêzîkê wî tiştî dike. Mirov dikare bibêje ku felsefeyê, gumanê bi du şeklan bikar anîye:

Ya yekemîn gumankeriya septîka ye û ya duyemîn jî, wek rêbazekî (azîneyekî) bikaranîna gumanê ye, ku ji aliyê fîlozofên wekî Descartes û Gazalî ve; ji bo têgihiştin yan jî gihiştina zanayî û tevgera rast, hatiye bikaranîn. Bi awayekî şikber/gumanker xwe nêzîkkirina babetan, wiha dike ku fîlozof serî li çavkaniya babetan bide û xwe bigihîne bingeha wan. Bêguman di encama vê fikirîn û lêkolînê de, yan wê çewtiya wê were derxistin, an jî wê xîm û spartekên babetê werin piştrastkirin. Nexwe, wê di helwestekê beravajiya vê yekê de, dibe ku fîlozof bi awayekî hişkebawer tevbigere, ku wê ev yek jî ne helwesteke fîlozofîk be.

Ali Gurdilî

[email protected]

18.02.2015

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.