Felsefe, ji Meraq û Şaşwaziyê Derketiye

Felsefe, ji Meraq û Şaşwaziyê Derketiye

Felsefe, ji Meraq û Şaşwaziyê Derketiye 

Tiştekî berbiçav e ku felsefe ji meraq û şaşwaziya/ecêba mirovî derketiye û berfireh bûye. Hê ji destpêkê ve guherîn, bihevketin û cardin hebûna lihevhatin û pêşveçûnê, bala fîlozofan kişandiye.

Fîlozof, li wê guherîn, bihevketin û lihevhatinê ecêbmayî mane û xwestine ku bingeha vê yekê bizanibin û xwe bigihînin prensîbeke bingehîn. Ji bo têgihiştina vê yekê, dest bi lêkolînan kirine û ev helwest, herçiqas pirs û babet cihêreng bin jî; di hemû dewr û dewranan de berdewam kiriye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

18.02.2015

Bersivekê binivîsin