Felsefe, Xwe Dispêre Pirsan

Felsefe, Xwe Dispêre Pirsan

Felsefe, Xwe Dispêre Pirsan

Felsefe bi pirsan, bi pirsiyaran xwe nêzîkê yên nenasbar/kesnezanî dike. Ji destpêkê ve felsefeyê bi pirsan û pirskirinê dest bi karê xwe kiriye, ji bo têgihiştina gerdûn, mirov û hilika rasteqîn ya mirovî, xweza û gerdûnê, bêrawestan pirsên xwe pirsî ye û bersivan hilberandiye. Her fîlozofeke pirsên xwe yên xweser pirsî ye yan jî, wan pirsên ku berê hatine pirsîn parve kiriye.

Wekî mînak: Pirsa ‘Gelo çavkaniya zanayiyê çi ye?’ ji bo hemû fîlozofan pirseka hevpar e. Lê, John Locke bi pirsa ‘Gelo zanayiyên me ji zayînê ve hene, yan na? û Kant jî, bi pirsa; ‘Bîr/zêhn/hiş dikare bi çi bizanibe û heta çi radeyê dikare bizanibe? xwe nêzîkê wê pirsa felsefî dikin. Pirsên fîlozofan ji hev cihêreng bin jî, mirov dikare bibêje ku girîngiya wan her dem didome. Axirê, mirov dikare bibêje ku di felsefeyê de ji bersivan zêdetir, pirs girîng in.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

18.02.2015

Bersivekê binivîsin