Felsefe, Xwe Ji Şer Nade Paş
Felsefe, Xwe Ji Şer Nade Paş
Felsefe her dem gelek pirsên jibîrbûyî, yan jî pirsên ku pirsîna wan nayê xwestin û têne temirandin, dipirse û wan tîne rojevê. Mirovan, bi xwe re rûbirû dike û wan bi xwe re tîne hemberê hev. Bi taybetî jî, bersivandina pirsên felsefeya siyaset û ehlaqê, gelekî zehmet e.
Mesela ji me were xwestin ku em ji du mirovên nexweş, ku yek ji wan zarokeke biçûk û yê din jî kalekî zanyar e; bi tenê yekî ji bo dermankirinê hilbijêrin, gelo wê em ê kîjanî hilbijêrin? Gelo em kîjanî hilbijêrin? Wê kîjan hilbijartina me hilbijartineke ehlaqî be? Em kîjanî hilbijêrin hilbijêrin, wê ji me; armanca biryara me were pirsîn.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
18.02.2015