Felsefeya Îşraqî

Felsefeya Îşraqî

Felsefeya Îşraqî

Felsefeya Îşraqî, ku Suhrewerdî nûnerê wê ê herî sereke ye, felsefeyeke bijarteker e. Di vê felsefeyê de bandûra dînê Zerdeşt gelek zêde ye, ku ronahî û tariyê, mîna du esasên bingehîn dibîne. Herweha rola Hermetîzm û Platonparêziya nû jî, di pêkhatina vê felsefeyê de gelek mezin e. Ji hinek hêlan ve dîsa dema ku meriv li vê felsefeyê hûr dibe, meriv li ramanên Platon, Arîsto, Empedokles û Pythagoras rast tê.

Lêbelê ji hêla rêbazê ve, sîstema Îşraqî bi temamî li dijberê sîstema Arîsto ye. Guman nîne ku felsefeya Îşraqî, xwediyê wesfên îslamî ye û li ser felsefeya Suhrewerdî, bandûra mîstîkên îslamî gelek kûr û zêde ye. Lêbelê, rehmetiyê Şerefeddîn Yaltkaya dibêje ku li ser felsefeya Îşraqî, bandûra unsûrên îslamî qet tune û wiha zen kiriye ku Îbn Bâcce jî, endamekî dibistana Îşraqî ye.

Ev angaşt, ne rast in. Çimku ayan e ku Îşraqî felsefeyeke şerqî ye û li ser vê felsefeyê, bandûra dînê Zerdeşt gelek mezin e. Heta wê radeyê ku hinek peyvên Zend Avesta’yê jî, di felsefeya Îşraqî de hatine bikaranîn. Lêbelê ew dijminatiya ronahî û tariyê û serbixwetiya wan ya ku di dînê Zerdeşt de heye, di felsefeya Îşraqî de ne di heman rewşê de ye.

Beravajiya wê, ew dû hêz meyldarê hev in. Tarî, li hemberî ronahiyê xwediyê hestên dilinî ye. Tarî (zulmet) dema ku nêzîkê ronahiyê (nûr) dibe, ji tarîtiya xwe kêm dibe. Derbarê vê meseleyê de, feylesofê Îşraqî Qur’anê mîna delîl nîşan dide.

Çend ayetên ku vê yekê deatnîşan dikin ev in:

‘Xwedê, alîkariya bawermendan dike. Wan ji tariyê rizgar dike û digihîne ronahiyê. Dostên çêrbazan jî, Şeytan e. Ew jî, wan ji nûrê derdixe û dahf dide tariyê. Ew, hevalên dojehê ne. Ew ê heta hetayê li wir bin û nema bikaribin jê derbikevin.’

‘Xwedê, bi îradeya xwe wan ji tariyê rizgar dike û dighîne ronahiyê.’

Ayan e ku feylesofê Îbn Bâcce ne ji dibistana Îşraqî ye, ew aqilparêz (rasyonalîst) e û zêdetir di bin bandûra Arîstotales de maye. Baştir e ku meriv wî mîna endamekî dibistana Meşşaî qebûl bike. Ji bilî vê yekê, em dizanin ku Îbn Bâcce li Endulûsê mezin bûye û beriya Suhrewerdî miriye.

Felsefeya Îşraqî ku ji aliyê Suhrewerdî ve hatiye damezrandin jiber ku xwediyê gelek unsûrên şerqî ye, bi navê ‘al-Hikmet al-Maşrikiye’, wate bi navê Felsefeya Şerqê jî hatiye nasîn. Îşraq, hem keşf (vedîtin, venasîn) û hem jî zuhurê (xuyabûn, peydabûn) îfade dike.

Çawa ku roj bi derketina xwe rê li dîtina nesneyan vedike, îşraqa manewî yan jî feraset jî, bi rêya bestê (îlhamê) gelek marîfetan dide mirovan. Wateya îşraqê, derketina rojê yan jî cihê ku roj jê dertê de ye.

Bêguman rê û rêbazên felsefeya îşraqî, ji dibistana Meşşaî cuda ne. Îşraqî, girîngiyê dide keşf û ferasetê û felsefeya meşşaî jî, girîngiyê zêdetir dide aqil û tedkîkê (hûrnêrîn). Lêbelê îşraqîparêzan, di gelek mijaran de ji meşşaîparêzan sûdê wergirtine. Em jî dikarin mîna ku Suhrewerdî jî bikar anîye, îşraqê di wateya xuyabûn, biriqîn û herka nûrên aqlî de bikar bînin.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
19.02.2016

Çavkanî: Suhrewerdî û Felsefeya Îşraqî. Prof. Dr. Îbrahîm Agah Çubukçu

Têbinî: Şihabedînê Suhrewerdî, feylesofekî kurd e û damezranerê feraseta (ekola) felsefî ya îşraqî ye.

Bersivekê binivîsin