Felsefeya Rexneyî û Ramanên Kant

Felsefeya Rexneyî û Ramanên Kant

Felsefeya Rexneyî û Ramanên Immanuel Kant

Tevgera Felsefeya Rexneyî, di dîroka felsefeyê de wekî Krîtîsîzmê hatiye binavkirin û ku bi navê fîlozofên navdar Immanuel Kantî tê nasîn. Wekî tê zanîn Kant di navbera salên 1724 û 1804 an de jiyaye û fîlozofekî alman e. Kant, di navbera ramanên rasyonalîstên alman û ezmûngerên ingilîz de maye û wiha xwestiye ku wan du felsefeyan lihev bîne. Ango Kantî dixwest ku aqilparêziya rasyonalîstan, ku ezmûnê diavêtin pişt guhê xwe û ezmûngeriyê, ku di rêya bidestxistina zanayiyê de ezmûnê weke rêya sereke ditîtin, bi hevdu re girê bide û li hev bîne.  

Di wê navberê de gotinên David Hume yên ku derheqê regeza sedemîtiyê de gotibûn, gihêjtine hawara wî. Kant, gotinên David Hume ku gotibû ’em tu carî nikarin sedemîtiyê biceribînin, ew bi temamî ji azmayîş û nêzîkayîtêdana me ya psîkolojîk pêk tê.’ ji xwe re wekî şiyariyeke pejirandî ye. Heta Kantî di vê babetê de gotiye ku ‘David Hume, min ji xewa ‘dogmatîk-hişkbawer’ hişyar kiriye.’

Gotinên David Hume yên derheqê sedemîtiyê de, ji bo wê pira ku Kantî dixwest ava bike; ji bo wî fersendeke baş afirandî ye. Çimku heger sedemîtî ji ezmûnê/deneyê neyê, wê demê ji aqil tê. Nexwe ji bo zanîna cîhana der ne tenê nesne, aqil jî gellekî aktîv/çalak e. Ango di aqil de, ji bo zanîna nesneyan hindek zanayiyên me yên aprîorî (onsel) hene.

Kant dibêje: ‘Zanayiyên me bi ezmûnê dest pê dikin; lê temamiya wan, ji ezmûnê/azmayîşê dernayên.’ Wateya vê yekê ev e: Têgihiştina me ya cîhana nesneyan bi xêra sehek/pêhesî û azmayîşan pêk tê. Lê têgihiştina wan ya bi girêdanên wekî têkilî, sedemîtî, cîh û demê, ji pêhesî û ezmûnê nayê.Ev xal, di felsefeyê de gellekî girîng tê dîtin û wekî şoreşeke tê hesibandin. Mirov dikare bibêje ku heta dema Kantî, felsefeyê herdem ji nesneyê dest pê dikir û nesneyê ji xwe re weke çavkaniya sereke û bingehîn dipejirand. Di vê dilerînê de aqil, xwediyê roleka gellekî pasîf bû. Di vê xalê de Kantî gotiye ku di babeta zanîna nesneyê de, aqil jî xwediyê roleka aktîv e û di aqil de, ji bo zanîna nesneyan hindek zanayiyên aprîorî jî hene û divê navend ne nesne, aqil be.

Bi vî awayî, aqil dê were rexnekirin û sînorên zanîna wê, dê werin destnîşankirin. Piştî destnîşankirina sînorên aqil; zanayî û zanist jî, dê ji metafizîkê werin rizgarkirin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

31.03.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/kritisizm-felsefeya-rexneyi.html

3- http://www.felsefevan.org/felsefeya-zanayiye-epistemoloji.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin