Rojgera Merkûrê
Rojgera Merkûr hewqasî jî ne mezin e.
Li gor daneyên/zanayiyên herî dawî yên NASA’yê, stêrka Merkûrê ji zanînan biçûktir e û hewqasî jî, ne mezin e. Bi rêya seyareya ezmanî ya Messengerê, Nasayê zanayiyên nû bidest xist û bi alîkariya Messengerê, wêneyên nû yên Merkûrê hatine wergirtin.
Bi saya dîmenên nû hate têgihiştin ku çapa Merkûrê, di 4 mîlyar salan de 7 kîlometre biçûk bûye, ku ev rêje ji texmînên zanyaran gelekî zêdetir e. Li gorî ragihandinan, metal û zinarên ku avahiya wê ya hindûrîn pêk tînin dicemidin û ev yek jî, dibe sebebê biçûkbûna rojgerê. Berê jî, di sala 1974-1975 an de seyareya ezmanî ya Marînerê çûbû Merkûrê û wê jî, ji sedan 45 dîmenên avahiya wê wergirtibû.
Çavkanî: Nuçeyên zanistî yên NTV ê.
30.03.2014
Werger: Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com