Felsefeya Rindî û Ronahîyê

Felsefeya Rindî û Ronahîyê

Serdarê hêza Îslamî, serokê dewleta Eyubîyan, Selhadînê Eyubî bi eslê xwe Kurd bû. Ew di dema hukumdariya xwe de mirovekî adaletperwer û demokrat bû. Lê ev demokratbûna wî ji bo Kurdan nebû, ji bo yên din bû. Di dema Selhadîn de fîlozofekî Kurd ku navê wî Şahabettîn Sûhreverdî bû dijîyan. Ew mirovekî herî zana yê dema xwe bû. Lê çi heyf e ku, Selhadîn jê marî kir, pêre hesûdî kir û dawî jî wî da kustinê. Min wexta ku romana Mehmed Uzun “Mirina Kalekî Rind“ xwend, felsefeya rindîyan gelek bala min kisand. Lehengê romanê kalê rind felsefeya rindîtiyê diparêze. Paşê min li ser vê felsefeya wan li gorî çapa xwe lêkolîneke pir biçûk kir e. 
Damezrevanê vê felsefeyê Şahabettîn Sûhreverdî (1153 – 1191) zana û ramanwereke Kurd e. Wî felsefeya Zerdûşî û Mazdeîyê bi dîtin û ramanên xwe ve hunandiye û felsefeya rindîtiyê pêk anîye. Ev felsefe di Kurdistanê û Îranê de û di Surîyê û Misirê de gelek belav bûye. Felsefeya Şahabettîn Sûhreverdî rindî û ronahî ye, zanîn û îlîm e. Însanî û etîk e. Wî felsefeya xwe ji bo pêşketina însanîyetê pêşkês kiriye. Li gorê wî, zanîn û raman-îlîm û fikir-li cîhanê tiştên herî bi nirx in, bi qîmet in. Ew civaka ku têde hiqûq tunebe, zanîn tune be, pêşve nakeve. Ji bo pêsketina civakê aqil, zanîn, îlîm pêwîst e. Sûhreverdî van dîtinên xwe di berhema xwe ya bi navê “Heykelên Nûr – Peykerên Ronahîyê“ de tîne zimên. 

Di dema me de, yanê di esra bîstan de; civaknas, fîlozof, ramanwêr, sîyasetvanên sosyal girîngîyê didin dîtîna “Her tist ji bo însan“. Mirov dinêre, ev dîtina ku îro bi her awayî tê parastin û bûye dîtina bi mîlyonan kesan, ji vir neh sed sal berê, yanê di esra yanzdan de ji alî Sûhreverdî ve hatiye parastin. Sûhreverdî gelek girîngîyê daye însanan, ji însanan hez kiriye, felsefeya xwe li ser evîna însanan hunandiye û fikr û ramanên xwe li ser bingeha “Her tist ji bo însanan“ damezrandiye û vê fikrê xwe, dîtin û ramanên xwe belav kiriye. Wî guhartin û pêşketinê di însanan de dîtiye. Wî ji sîstema cîvakî fikrên sosyal cîvakî parastiye, heta mirov dikare bibêje fikrên wî fikrên sosyalîstiyê ya klasîk e, îdealên wî wek îdealên Xalacê Mensûr îdealên wekhevîyê, azadîyê, ronakbîrîyê ne. 

Şahabettin Sûhreverdî, wek îslamîya desthilatdar nefikiriye. Ji xwe ew di jiyana xwe de tim li dijê desthilatdariya îslamîya dagirkerîyê derketiye. Ew, xwedê wek Muhamed taswîr nake. Taswîra wî ya ji bo xwedê li ser bingeha hulqandina însanan e. Ew însanan li ser hertistî ve dibîne û xwedê jî di însên de dibîne. Sûhreverdî dibêje ; “Însan xwedayê nîvco ye, Xwedê însanê mukemel e.“ Ew xwedê wek însan, însan wek xwedê dibîne. Însan bi eqil û fikrê xwe, bi hihûqa xwe, bi hestên xwe, bi evîna dilê xwe spehîye, însan ji guhertinan re, ji pêşveçûnê re vekiriye û bi vê hawayî digihîşe ronahîyê. Rindî fazîleta însanan e. 

Sûhreverdî, di ruh de madde, di madde de ruh dibîne. Li gorî wî madde dikare bibe ruh, bi can bibe, û ruh dikare bibe made, bê can bibe. Îslamîya doxmatîk vê fikrî qebûl nake. Li gorê wan ruh nabe made. Însan ji ruh çêbûye. Made tune. Di felsefeya Sûhreverdî de zeman û mekan heye. Di cîhanê de her tişt li ser hevûdu tesîr dike. Made tê guhertin, made di gelek şiklan de ye, lê berdewamiya xwe her didomîne. Bi kurtahî felsefeya wî, felsefeya tarîtî û ronahîyê ye. Ji ber vê felsefeya wî, ew hatiye xîşm û xezeba îslamîstan. Desthilatdarên îslamî lê hatine xezebê û bi hawakî trajîk wî kuştine. Di kuştina wî de, trajedîya herî balkêş jî ev e ku; ew fîlozofekî Kurd bû û ji alî Sultanekî, Serdarekî Kurd de hate kuştinê. Kurdekî weha deha, zana, çawan mirov wî dikuje? Heger Selhadînê Eyubî wî nekuştana, bêhêjtana fikr û ramanên wî di nav civakê de belav bibana, dê îro gelê Kurd gelek di pêşte bana. Azad bana. Lewra, di felsefeya Sûhreverdî de ji dagirkeran re xizmet kirin tune ye, berxwedan heye. Gera li pey heqîqetê heye, rêveçûna di riya ronahîyê de pêşketin heye, spehîtî û rindîtîya însên heye.
Lokman Polat
19.04.2019

Bersivekê binivîsin