Xemgînî û Depresyon

Xemgînî û Depresyon

Gelek caran meriv xemgîn dibe û nizane çima û ji bo çi xemgîn e. Hin caran meriv difikire û dixwaze li ser bikole û analîz bike ji bo çi xemgîn e û ji bo çi ne şad e û ne kêfxweş e. Meriv dixwaze hin sebebên konkrêt bibîne û dixwaze bi hin bûyeran re girê bide. Lê belê carna bê sebeb jî meriv dikare xemgîn bibe. Ji ber ku xemginî carna têkilîya wê bi prosesa mejiyê re heye û kîmya ya mejîyê biryarê dide ku meriv xemgîn dibe. Eva beşek xwezayî ya jîyanê ye û divê meriv qebûl bike. Divê meriv ji xwe re bêje weha ye û li bendê bisekine ku kîmya ya mejî xwe rast bike û li ber alîyê kêfxweşîyê re bizivire. Divê meriv zêde li ser neçe û li ser nekole. Ya girîng ew e divê meriv ji xwe re baş bibe û başîya xwe bifikire. Xemginî demkî ye û piştê demekî winda dibe. Ger xemgînî berdewam bike dîsa divê meriv jê netirse û li ser neçe û nekole. Dibe ku despêka deprasyonê be. Hingê jî divê meriv here doxtor derd û kulê xwe bêje. Divê meriv netirse, çareserî her heye û di dawîyê de meriv dikare baş bibe û xemginîyê ji laşê xwe bavêje.

Sultan Arslan 

26.04.2019





Sultan Arslan
Latest posts by Sultan Arslan (see all)

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.