Fenomenolojî [Zanista Diyardetiyê]

Fenomenolojî [Zanista Diyardetiyê]

Fenomenolojî [Zanista Diyardetiyê]

Immanuel Kant, wanekan kiriye du beş: Numen û Fenomen.  Numen, tê wateya tiştê ku di xwe de ye, an jî tiştê ku bi xwe ve ye. Ango beyî ku di bin bandora hiş û têgihiştina sehekên me de bimîne, tiştek çî be, ew e. Wek tê zanîn Kant di warê zanayîyê de, zêhna mirov aktîf dîtiye. Yek jî gotiye ku zanayîya me bi ezmûnê dest pê dike, lê bi ezmûnê xilas nabe, temamiya zanayiyê ji ezmûnê nayê.

Naskirina me ya wanekan (nesneyan) encax bi aliyên wan ên ku xwe bi me didin xwiyakirin pêk tê. Ji ber ku wesf û çendanîyên (nîcelîkên) wan, xîtabê sehekên me dikin, em bi wan dizanin. Ev yek, aliyê fenomen ya waneka ye. Wanekek hege ji wesf û çendaniyên (nîcelikên) xwe were cudakirin, tiştê ku di dawîyê de dimîne, ji bo me nenas e û em nikarin pê bizanin, ango numen e. Edmund Husserl (1859-1938) dibêje, tiştê ku Kant ji wan re dibeje numen û xwedêgiravî mirov nikare bi wan bizanibe, dikarin werin zanîn.

Ji bo vê yekê jî, divê mirov naveroka hişê xwe bêxe nava kevaneyeke (parantezekî) û wiha nêzîkê wê bibe. Lewra, em her dem bi nîyetekî nêzîkê nesneyan dibin û ev yek jî, rê li pêşdarazan vedike. Ji bo ku em bikaribin rê li ber vê yekê bigirin û nesneyek (wanekek) çî be em bixwazin ku wiha wê binasin, berîya her tiştî divê em hemû bîr û bawerîyên xwe ên berê deynin alîyekî û wiha xwe nêzîkê wê nesneyê bikin.

Di vê xalê de, di babeta zanîna nesneyan (wanekan) de, feraset (pêhesî) dest bi kar dike. Ji bo pêzanîna hilika wanekan, pêdivî bi feraseta rasterast heye ku ev yek jî, bi rêya pêşnîyarên rast û dirist pêk tê. Edmund Gustav Albrecht Russerl wiha bawer kiriye ku divê felsefe xwe bispêre fenomenolojîyê û zanayîya wanekan ya misoger û naguher, ancax bi zanîna hilika wan dikare were hilberandin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin