Ferasetparêzî [Entuitisyonîzm]

Ferasetparêzî [Entuitisyonîzm]

Ferasetparêzî [Entuitisyonîzm]  

Henri Bergson (1859-1941) li hember qurama aqilperest, qurameka ku xwe dispêre ferasetê ava kiriye. Li gor bîr û bawerîya Bergson, aqilê mirov rasterast zanayiyê nadin mirov. Ya ku tekane bikaribe vê yekê pêk bîne, feraset (pêhesî) e. Li gor ramana Bergson, em ancax bi yên ku rasterast bi rêya ferasetê ji me tên dikarin bizanibin. Lewra li gor ramana Bergson; aqil, bêrawestî û zîndetiya zanayîyê nade, lê zanayiyan dixe nav cendereyeke û wan statîk dike. Bergson zanayiya zanistî înkar nake, lê vê zanayîyê wek tekane zanayî jî nabîne. Lê ji ber ku ev zanayî rasteqînîyê di nav avahîyekê de vediguhezîne, wê napejirîne. Çimku bi vî awayî em bi tenê dikarin bi wesfên wanekan (nesneyan) yên xwiyakirî bizanibin. Belam, ancax bi rêya ferasetê ye ku em rasterast têdigihêjin hilika wan. Dema ku ev zanayî bi ziman were derbirîn û bi têgehan were vegotin, wê demê mirov dikare bibêje ku ev zanayî, zanayîyek rasteqîn e. Bergson dibêje ku: ‘Li cem mirov du behre hene: zêhn û navajo.’

Feraset jî, yekîtiya wan du behreya ye û tiştê ku feraset (pêhesî) nîşanê me dide, herîkîna jiyanê ye. Feraset, vê yekê bi derbekî de bi me dide têgihiştin. Li gor bîr û bawerîya Îmamê Gazalî jî, di babeta hilberîna zanayîyê de feraset rêya herî ewle û yekda ye. Ji bo bidestxistina zanayîyê mirov, hem dikare aqilê xwe û hem jî dikare sehekên xwe bikar bîne. Lê ev yek zanayîya rasteqîn ya heyînê nadin mirov. Zanayîya rasteqîn û rast, ancax bi rêya ferasetê dikare were bidestxistin. Gazalî ji vê yekê re dibêje: ‘çavê dil.’ 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin