Fêrgîn Melîk Aykoç: Hişmendî kakilê felsefê, felsefe ronahiya bîra netewî ye.

Fêrgîn Melîk Aykoç: Hişmendî kakilê felsefê, felsefe ronahiya bîra netewî ye.

Fêrgîn Melîk Aykoç / Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye? 

Hişmendî kakilê felsefê, felsefe ronahiya bîra netewî ye.

Felsefe ne tenê hezkirin û têgihîştina zanyariyê ye; dema diyarde, pêkahatin, têgîn yan jî mijareyekê dinirxîne bi pirsiyariyên hişmendî, etîk, metafîzîk, pênase û rewşa heyî jî nêzîkê objeya li ber nirxandinê dibe. Ev jî tê wê wateyê ku mijar bi hemû aliyan ve tên veristin û zelalkirin. Bi zanistî şirovekirina rastiyan jî rê li pêş mirov, gel û neteweyan vedike.

Hişmendî kakilê Felsefe ye, bi rêya dîsîplîn, azîn û pirsiyariyên cûda, bi her aliyê ve hûrkolîna rastiya bireserê; rêya zanyariya rast ramandin û fikirandinê vedike. Ev jî ji bo kes, kom, civak û gelan jiyanî ye. Her çendî dem bi dem hozan, zanyar û ramanwerên me yên wek Baba Tahîr Ûryan, Meleyê Cizîrî, Ehmedê xanê ûhw. Di nava sewaneyên helbestên xwe de pirsiyariyên sofîstîk û felsefîk bi cîhkirine jî, ji xetên bîra ereb (îslamî) bi tevahî neqetyane. Ji ber vê rastiyê hê di nava me de felsefeyeke bikane di gelek waran de pêşiya ramanê û bîra civakê ronîke, rûneniştiye.

Filosofan di pêşketina raman û bîra neteweyên xwe de rolên mezin lîstine û hişmediyêke têr li pey xwe hîştine. Dema em li neteweyên wek alman, fransiz, ingîlîz, rûs, îtalyan dinêrin; em dibînin ku felsefeya bi destên fîlosofan hatiye geşkirin di bingehê pêşketin û serkeftina van welatan de roleke gelek girîng lîstiye. Ew di zanista vê rastiyê de ne, lema jî li van welatan hima bigire di bin perên her zanîngehê de beşên felsefê hene.

Mixabin ku wekî hemû warê jiyanê em di warê felsefeyê de jî bêpar mane, li ber pêlê felsefeya ola biyanî û dagirkeran ketine, av û av çûne. Bi dîtina min; ev gavên tên avêtin jî hê tenê çirûskên dê bikanin di siberojê de bibin hîmê felsefeyeke kêrhatî ne.

Fêrgîn Melîk Aykoç

28.02.2016 

Bersivekê binivîsin