Mehmet Emin Ozbilen / Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?
Mehmet Emin Ozbilen / Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?
Sebaret bi bêjoka “Sophia” em fam dikin ko felsefe fîîlîyet û dîsîplînek entellektuelî ye. Li zanîngehên hemû cîhanê qutabîyên faqûlteya tibbê mecbûrin dersa felesefeyê bibînin. Îro bûye weke qaîdeyekî ko xwendekarên tibbê fêrî felsefeye nebin, nikarin bibin doktor.
Çima felsefe?
* Jiboy ko em xwe û xwezayê nas bikin.
* Jiboy ko em hest, raman û faalîyetê bînin cem hev.
* Jiboy ko em karibin bi tena xwe bifikirin û bi azadî biryara xwe bidin.
* Jiboy ahengdarîyek jîyana şexsî û civakî.
* Nek ko em zanistîyê berhev bikin û di tûrikên xwe de veşêrin, divêt em tecrubeyên xwe ji boy başbûna civakê bikarbînin.
* Jiboy ko em li hember xoperestîyê (bencîl-egoîstîyê) ciwanmerdîyê fam bikin û bidin jîyandin.
* Jiboy ko em karibin alîkarîyê bi cihana derdora xwe re, bi civakê re û bîrewarîya hevkarîyê pêşve bibin.
* Jiboy ko em karibin fikrên yekîtîyê têxin dewsa parçebûn û cudahîyê û weke nirxên çakbînîyê, têgehî (feraset) û rêzgirtinê fam bikin û bidin jîyandin.
* Jiboy ko em karibin bibin lêkolîner û kaşîfekî jîyanê yê bîrewar
* Jiboy ko em karibin di lêkolînên xwe de bê pêşdaraz be û bibe xwedîyê bi awayekî nêrîna giştî (tûnîtî).
* Jiboy ko em karibin demên buhûrî binasin û vê roja xwe ya îroyîn jî bi zanebûn jîyan bikin, da ko em karibin pêşerojên xwe bi awayekî zanistî bidin afirandin.
* Ji boy ko em zanibin hemû fê’lên nebaş yên wek nîjadperestîyê fanatizm û hemû piroleyên dine ji cehaletê tên û divêt em cehaletê têkbibin.
Mehmet Emin Ozbilen
28.02.2016