Ferhat Dayan: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Ferhat Dayan: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?
Ez însan im û pêdiviya min bi avê heye, bi xwarinê heye û bi xewê heye, lê felsefe ji van pêdiviyan wêdetir û zêdetir e. Taybetmendiya berbiçav ya însên; fikirîn e. Malzaroka felsefeyê mejî ye, felsefe di vê malzarokê de digihêjê û ji fikirînê diwelide. Ji loma felsefe ji pêdiviyê bêtir perçeyek jî însên e, însan bi xwe ye bi gotineke din; însan heyîneyek felsefîk e. Îja hege em dê qala pêdiviyekê bikin divê em felsefeyê jî wek organên (çav,guh,dest…) din yên mirovî bigirine dest.
Ji bo em xwe û cîhanê bibinîn pêdiviya me bi çav heye. Ji bo em xwe û cîhanê bibihîzin pêdiviya me bi guh heye û ji bo em ji xwe û ji cîhanê fêm bikin pêdiviya me bi mejî-fikirîn-pirskirin yanî bi felsefeyê heye û hege em ji xwe û ji cîhana xwe tiştekî fêm nekin em çiqasî lê binerin jî, bibihîzin jî, dest bidên jî em ti zewq û tehmê jê nastînin ji loma felsefe bo însanî amûrek jêneger e.
Ferhat Dayan
29.02.2016
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021