Nûhat Deştî: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Nûhat Deştî: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Nûhat Deştî: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?

Pêwistî û pêdiviya me çima bi felsefeyê heye? Ya rast pirs yek be jî bersiv hezar in. Lewra wê bersiva şa’ir, nivîskar, hunermend, felsefevan û hwd. rasterast neşibin hev û heta wê pênaseya wan a der heqê felsefeyê da jî wekî hev nebin. Xwedê em kêm afirandine -an jî her tiştî kêm hiştiye- û ji bo ku em xwe temam bikin, em difkirin, texeyyul dikin û hewl didin. Ji ber vê jî felsefe rêwîtiya ber bi kamilbûnê va ye. Însan di vê rêwîtiya xwe da difikire, texeyyul dike û bi saya felsefeyê rastî zanist û medeniyetê tê û edebiyat, huner û estetîkê keşf dike.

Felsefe ji bo min ‘bîr’ e, yanê hafize ye. Çima ‘bîr’ e? Bi meneya xwe ya yekem bîr e, ji bo ku ez avê jê vexwim xwe berdidim binê vê bîrê. Çimkî ez tî me -an jî kêm im- ku hêj jî tîbûna min neşikestiye. Bi meneya xwe ya duyem jî bîr e ku ez her tiştî diavêjim vê bîrê û di vê rêwîtiyê da gelek tiştan nîşanî min dide. Bi kurt û kurmancî ji ber ku însan ji pêşqebûlan dûr disekine, aqilê xwe dişixulîne, hişmendiyê dide, rast û şaşiyê ji hev derdixe, difikire, texeyyul dike, rastî zanist û medeniyetê tê û edebiyat, huner û estetîkê keşf dike pêwistî û pêdiviyê bi felsefeyê dibîne. Qet nebe ji bo min wiha ye.

Nûhat Deştî

29.02.2016 

Bersivekê binivîsin