Ferqa Daiş û Komara Tirkan

Ferqa Daiş û Komara Tirkan

Ferqa Daiş û Komara Tirkan

Terorîstên Daiş, bi kuştin, talan û tundkariya xwe ya li dijî ol û tayfeyê cêwaz, di serî de Êzdî, Mesihî, Şîî û hemû kesên fermanên wan pêk naynin, di şer de ye. Li Sûrî, şerê olî ji xwe re kirine rêbaz û maske. Helbet ola Îslamê, û bi taybetî jî misilmanên sunne ji bo berjewendiyên xwe bi karanî û tîne. Lewma jî êdî, ji bilî wan ol û kesên ne weke wan difikirin re mafê jiyanê nema ye li Sûri û Iraqê. Mal, jin û hemû zêr û diravê xelkê li xwe helal kirine. Ez nexwazim hemû kiryarê wan yeko yek, rêz bikim, jixwe ji aliyê xwêner ve baş tê zanîn. Dixwazin li ser mîrate, xenîmet û milkê xelkê, dewletekê ji xwe re ava bikin. Li gorî wan ava kirine. Kiryarê KT, yan jî bi navê din Tirkiye jî, em dikarin wûsa rêz bikin.

– Qirkirina Ermeniya û nefîkirina wan ji anatoliya. Cih warê ermeniya yeko yek ji destê wan derxistin. Ermenî jîr û xwedî hunerê desta bûn. Li çar aliyê anatolya bazirganî dikirin. Malê wan ji Stenbolê bigire hetanî bi Edenê û Kurdistanê talan kirin. Bi sedan û hezaran jinê wan, misilmanan li xwe re mahrkirin. Îro mirov nema dikare qala ermeniyan bike, li ser wê axê û desthelatê.

– Qirkirina Êzdiyan, bi sedhezaran êzdî neçar man ola xwe biguherin. Her weha, dewleta ermeniya û rewşenbîrê ermenî, hejmara kuştiyên xwe tomar kirin, lê yê êzdiya kesekî ku tomar jî bikira nebû. Li ser axa ku îro Tirkiya ye, ji Nizîpê bigire, hetanî bi Mereş û Qersê, Bedlîsê, Hekariya, Diyarbekir, Bazîd, Agirî, Mêrdînê, û Rihayê bi sedan gund û şêniyê êzdiya hebûn. Îro ji dermana re jî nema ne. Yê bi xwaze dikare di Şerefnameya, Şerefxan Bedlîsî bixwîne, ku di salê hezar û pênçsedî de hatiye nivisîn.

– Qirkirina Pontûs û Grêkiya. Bajarê Stenbolê hê jî paytextê cîhana xiristiyanên ortodokse. Her weha bi hezarê sala ji bajarvaniyê û cîhana xiristiyan re navend bû. Osmanî weke çeteyên Daiş, berê rêyên têkiliyê derve xistin bin destê xwe û paşê, xelkên ne misilman, hêdî derxistin. Ya dawî di dema Komarê de ye, ku hurum, yan jî rom dersînor kirin. Her weha bi navê <mubadele> şêniyê stenbolê yê kevn derxistin û kesên ku li balkana misilman bû ye anîn. Ew jî bûn nijdevan û kujerê pergalê. Zalimên herî navdar, ji balkanan hatine Tirkiyeyê.

– Qirkirina Mella û Şêxê îslamê û axa û began; herî zêde ew alimên ku bi nijada xwe kurd bûn. Qirkirina wan, ruxandina pergala kurdî bû. Her çend kêmasî û çewtiyê wan hebûn jî, lê armanc ne çewtî bû. Armanca jontirkan ruxandina pergala civakî ya kurd û Kurdistanê bû. Şex û Axayan, bi hişmendiya xwe kurd kuştin û li sêdara xistin, yên nû; ango axayên pergalê afirandin. Lewma jî xelk ji axa û axatiyê gelekî tengezar û bi dilêşin hêjî.

– Qirkirina Alewiyan, di serhildana Koçgirî de bi hezara elewî kuştin û ji taqet xistin. Bi Ferman û tertela Dêrsimê jî dawî li hêz û pergala Elewiyê anîn. Hêjî kesek bi baş nizane çima û çiqas Elewî li Dêrsimê hatine kuştin. Lê yê xuya ew e, ku bi ji hêz xistinê re, Elewiyê xwe afirandine. Lewma jî yê herî zêde heyranê M. Kemal li vê heremê hene. Helbet komkujiya Mereş, Sêwas, Çorûmê û ya Gazî Osman divê neyê jibîr kirin.

– Tunekirina hêzên çepgir û komonîstan. Serekê wan hatin tunekirin. Ji Mistefa Suphî bigire hetanî bi Denîz û Kaypakkaya bi her hileyî ji holê hatin rakirin. Yên di zindana de hiştin. Heta yê mayî niha bûne <ulusalci> ango netewkar û ji zindanan derxistin. Niha li Tirkiyeyê mirov nikare qala hêzeka çepgirên tirk bike.

– Pişavtin û qirkirina kurdan. Bi planên herî qirêj, kurdî û rengê kurdî, bi salan hatin qedexekirin. Kurd ji bo fîskaniyekê hatin girtin. Li bajara qoloçiya rihê xelkê û malê xelkê talankirin. Kurd neçar dikirin bi tirkî biaxifin. Lewma jî li her deverê dinivisîn; <Vatandaş konuş konuş, çok konuş turkçe konuş.> Ango; <hemwelatî bi axife biaxife têr biaxfe bi tirkî biaxife.>

Yê bixwaze dikare di arşîva meclîsê de bibîne çawa, ji bo helandina kurdî planan danîne. Bi hezaran ciwanên kurd yên herî zîrek û kêrhatî, di zindanan û şerê serxwebûnê de hatin kuştin. Çend hezar kurdên herî kêrhatî, bi navê <faîl nediyar> ji holê hatin rakirin. Nayê zanîn heta niha çuqasî ciwanên kurd, û xelkê din, di vî şerî de hatine kuştin û li serê çiyayan, di bin berfê de mane. Çend bi lêdanê hatine kuştin. Serokê rêkxistinê birêz Ocalan di nav de, çiqas ciwan di zindana de ciwanî û temenê di rizînin. Îmralî ne weke Qesra AKPê ye, tevî êdî bi kurda wûsa hatiye pejirandin jî. Ew dever girtîgeh e û Ocalan jî tê de girtiye. Ocalan ne ji nêrîne xwe, ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê girtiye. Bi nêrîna min ew girtiyê serxwebûna Kurdistanê ye, ne yê xweseriyê ye. Lewma jî azadiya wî divê azadiya her azadîxwazî û kurdekî be.

– Piştgiriya KT û tarîperestên îslamê. Êdî ji her kesî ve eyan e. ji <brayên misilman> yê Sûrî bigire hetanî bi yê Misrê, yê Filistînê, Lîbyayê, Çeçenistanê û yên dewletê Efrîka tevde hevalbendê KT in. Serokomarê wê xewna xelifeyan dike, lewma jî herî zêde heyranê paşayê Osmaniya ye. Ferqeka wan maye tenê, serokê KT bikravatin, yê xelîfe û emîrê DAIŞê ne bikravat e. Belkî Daiş bi êrîşa ser kurda û bi taybetî Kobanê çewtiya herî mezin kirin. Nexwe ew jî dikaribûn bi qasî KT bûbûna xwedî hêz û qudret.

Newaf Mîro

newafmiro@gmx.de

14.01.15

 

Bersivekê binivîsin