Fikirîna Teorîk ya Gelemperî û Felsefe

Fikirîna Teorîk ya Gelemperî û Felsefe

Fikirîna Teorîk ya Gelemperî û Felsefe

   Roja ku mirov daketiye ser rûyê erdê yan jî roja ku têgihijtiye hebûna xwe, herdem serê xwe bi hinek meseleyan êşandiye. Di destpêkê de di xwezayê de bi serê xwe bû, ne çek ne jî haletên ku bikaribe bi wan xwe biparêze hebûn. Demekê dirêj, wisa di herka demê de kaşbûye û xwe radestî hemû bûyerên tênegihijtî kiriye.

Lêbelê piştî domana fikirîne, dewr û dewran qûlipîne dewr û dewranên nû û destpêka serweriya mirovan, ya li hemberî hemû zindiyên xwezayê û li hemberî xwezayê bi xwe jî, dest pê kiriye.

Ev yek, asta fikirîna pratîkî ye, asta yekem e. Di vê qonaxê de tekoşîna ji bo pêdiwiyên rojane berbelav e û li ser kar e. Mirov ji bo stara xwe û ji bo xweparastinê, li ber xwe didin.

Lêbelê piştî ku daxwaza têgihiştina gelemperî rûdaye, fikrîna teorîk jî dest pê kiriye. Ev qonax, di pêşveçûna mirovahiyê de gaveke pirr girîng e û di dilê xwe daxwaza famkirina gerdûnê diguncîne. Li vir mebest, ne ji bo armancên pratîk, lêbelê ji bo armancên teorîk berxwedan û helwesteke ronak heye. Lewma jî, meriv bi hêsanî dikare bibêje ku destpêka felsefeyê û fikirîna li sert fikrê, ev qonax e. Asta fikirîna gelemperî, a niha jî derbasdar e û yek ji wan hêza dafdana mirovahiyê ye. Wekî gotina dawî, dixwazim bi çend hevokên kurt hebekê jî behsa taybetmendiyên felsefeyê bikim û bi vî hawî, vê kurtenivîsê temam bikim.

– Felsefe, hunera fikirînê ye.  

– Felsefe, pêşketin û ronahîkirina civakê ye.

– Felsefe, mirovan ji pêşbîryarî û pêşdarazan dûr dike.

– Felsefe, rênîşanderê mirovahî û zanyarî ye.

– Felsefe,  xweşikbûna giyanê û mifta deriyê bextewariya derûnî ye.

– Felsefe, kirdeyî ye û pêlika zanist û hunerê ye.

Axir meriv dikare bibêje ku di her asta jiyana me de felsefe heye û wer xwiya dike ku li ser jiyana me dê giraniya xwe zêdetir jî bike.

Gul Y. Seven 

25.04.2016

Bersivekê binivîsin