Hûtekî Nû Hate Vedîtin

Hûtekî Nû Hate Vedîtin

Li kevîşeneke (plaj) ya li Awistralyayê, diranê hûtekê ku pirr mezin û pênc mîlyon salî ye, hate vedîtin. Vedîtina vê diranê ku delîla pêşîn e, îdîaya ku hût bi tenê li Amerîkayê dikaribûn hebin, pûç kir. Koleksiyonvanekî ku di meha reşemiya bihurî li kevîşena Beaumaris Bayê ya li Melbournê, fosîla 30 cm dirêj bidest xistibû, weke diyarî daye Museum (muze) Victoriayê ku duho (21/04/2014) ji aliyê rêveberiya muzeyê ve hate ragihandin.

Pêwendiya diranê hûtê, bi cureyeke hûtan ya bi navê ‘livyatan melvillei’ yê ve heye ku li derûdora Perûya niha jiya ye. Hût bi qasî 18 metreyan dirêj û 40 ton giran bûye. Paleontologê muzeyê Erich Fitzgerald, ji Australian Broadcasting Corporation re wiha dibêje: cara pêşîn e ku vedîtineke wiha ji derveyî parzemîna Amerîkayê pêk tê. Heta vê demê fosîlên bi vî rengî, bitenê li qeraxên rojavayê Amerîkayê hatibûn bidest xistin.

Metîn Eser 

Çavkanî: BELGA

Bersivekê binivîsin