Gerdûnitiya Çirokan

Gerdûnitiya Çirokan

Gerdûnitiya Çirokan

“Hebû ji Xwedê mestir qet ti kes tunebû …”

“Hebû tunebû carek ji caran, rehme li dê û bavê guhdaran, xeyn ji cendirme û tehsildaran…”

“Hebû tunebû dibêjin…”

“Demek ji demên pir berê…”

“Demek ji dema…”

     Dema ku em zarok bûn van hevoka û ên wekî wan mifteyên deriyên efsûnî yên jiyana me ya teng û biçûk bûn. Bi bihîstina van hevoka re ger ku per û bask bi me ve hebûna me yê wê çaxê perwaz bidaya û em ê bifiriyana û bi hewa biketana. Bi rastî jî meriv di wê kêliyê da her tiştî ji bîr dikir û te digote qey meriv ji vê dinyayê hatiye tirûsikandinê dinyayeke din. Bi sedan çîroka jiyana me ya yeknesan û serkî dihate xemilandinê. Carna jê di jiyana me ya resteqîn de jî hest û pejn û şêl û tevger û bizav û wêrekî û newêrekiya me bi xwe jî di bin bandora van çîroka de dima û derdiketin holê. Ji wan çîrokan ên ku herî bala min dikişandin û bi kêm û zêde di bîra min de mane vana ne: Mişko û Kêzika kêzxatûn, Mîrze Meheme, Pîrê û Rovî, Şengê û Pengê, Hiso û Nazê, Elik û Fatik, Kupê Qeliyê.

     Ji van çîroka her yekê xwediyê nirxekî û hêjayiyeke çê û bi rûmet in. Lê ez dixwazim ji nav vana bi taybetî li ser çîroka Pîrê û Rovî bisekinim. Lewra dema ku min versiyoneke wê ya cuda ji devê mirovekî navdar û binavûdeng û di heman demê da jî yekî hêja û binirx bihîst(xwend) ez bi rastî jî şaş û ecêbmayî mam. Lewra ev kes ji ramanwer û siyasedmedarê İtalyan Antonio Gramsci pêştir ne ti kes e. Awê ku tê zanîn Antonio Gramsci ji aliyê rejîma dîktatorê faşîst Mussolini bi xwe ve hatiye girtin û deh-yazde salên dawiyên jiyana xwe di girtîgehê de derbas kiriye. Dema ku Antonio Gramsci di girtîgeha Turi yê da bû, di yekê pûşpera 1931an de ji hevser a xwe ya Ûris a ku navê wê Julie bû û diya herdû kurê(Delio û Julien) wî bû re nameyek dişîne. Di wê nemeyê de qala çîrokekî dike ku bi rastî jî pir dişibe çîroka Pîrê û Rovî. Her ku çiqas lehengên van herdû çîrokan ji hev cuda bin jî dîsa ew herdû jî dixwazin rastiyek nîşanê me bidin; dizî ne baş e û divê ti kes destdirêjiya heq û mafên kesekî din neke.

     Niha jî ez dixwazim van herdû çîroka veguhezînim ser vî kaxizê û pêşkeşê we bikim. Pêşî ez ê cîh bidime çîroka Pîrê û Rovî û di heman demê de ez bawer dikim ku hema hema pirî ji we yan wê dizanîn û yan jî bihîstine. Çîrok  ev e:

     “Hebû tunebû pîrek û roviyek hebû. Pîrê her roj mangaya xwe didot û şîrê xwe di bin selikekî de diparaste. Roviyek jî her roj bi dizî dihat mala pîrê û şîrê wê vedixwar. Pîrê meraq dikir û digote ‘Gelo ew kî ye her roj tê û şîrê manga min vedixwe?’

     Rojekî Pîrê bivirekî tûj têdixe destê xwe û dipê. Rovî dîsa tê ku şîr vexwe. Pîrê bivir radike û bi hemû hêza xwe li boça Rovî dixe. Boça wî qut dibe û Rovî qol dibe. Dibe kazekaza Rovî û digirî. Rovî şerm dike ku bê boçik here nava hevalên xwe. Li ba Pîrê radiweste û li ber Pîrê digere da ku Pîrê boçika wî bidê. Rovî lavan dike û dibêje:

     -Pîrika min a delal! Ji bo xwedê boçika min bide min.

     Pîrê dibêje:

     -Ku tu şîrê min bidî min ez ê jî boçika te bidime te.

     Rovî diçe cem mihê û dibêje:

     -Mihê Mihê ka hinekî şîr bide min!

     Mih dibêje:

     -Ka here ji min re hinek giha bîne.

     Rovî diçe mêrgê dibêje:

     -Mêrgê Mêrgê ka hinek giha bidemin!

     Mêrg dibêje:

     -Ka here çend keçên bedew bîne bila li ser min bikenin û govendê bigrin ku ez jî giha bidime te.

     Rovî diçe cem keçên bedew û ji wan re dibêje:

     -Ka werin em herin li ser mêrgê bileyzin!

     Keçik dibêjin:

     -Ka here ji me re mircanan bîne, em têkin stûyê xwe ku em bilîzin.

     Rovî diçe cem serraf û dibêje:

     -Ka mircanan bide min!

     Serraf dibêje:

     -Ka here ji min re hêkan bîne ku ez jî mircanan bidim te.

     Rovî diçe cem mirîşkan û dibêje:

     -Ka çend hêkan bidin min!

     Mirîşk dibêjin:

     -Here ji me re hebên garisên misrî bîne, em bixwin û hêkan bikin û bidin te.

     Rovî diçe cem bostan û dibêje:

     -Ka garisê misrî bide min!

     Bostan dibêje:

     -Ka here ji min re avê bîne, ez vexwim da ku ez garisê misrî bidim te.

     Rovî îcar berê xwe dide ber bi çem û dibêje:

     -Çemo, ez bi gorî, ka hinek av bide min!

     Çem avê dide Rovî. Rovî avê dide bostan. Bostan garisê misrî dide Rovî. Rovî garisê misrî dide mirîşkan. Mirîşk hêkan didin Rovî. Rovî hêkan dide serraf û mircanan jê distîne. Rovî mircana dide keçikan û keçik jî li ser mêrgê dikenin û govendê digrin. Mêrg gihayê nûgihiştî dide Rovî. Rovî giha dide mihê û şîr jê distîne. Rovî şîr dide Pîrê û boçika xwe jê distîne. Rovî ji kêfa boçika xwe difire û lotik û zîtika diavêje û ber bi hevalên xwe ve baz dide.

     Dema ku di ber çem de derbas dibe çem gazî wî dike û jê re dibêje:

     -Birayê Rovî! Ku careke din boçika te ji te bistînin, ne ez avê didime te, ne bostan hebên garisê misrî, ne mirîşk hêkan, ne serraf mircanan didin te, ne keçikên bedew bi mircanan li ser mêrgê dilîzin, ne mêrg giha dide te û ne jî mih şîr dide te. Tu yê hetanî dawiya emrê xwe bê boçik bigerî. Roviyê bê boçik jî ji xwe ne tu rovî ye. Baştir e ku tu dev ji diziyê berdî.”

     Bi kêm û zêde çîroka Pîrê û Rovî di nav Kurda de wiha ye. Vêca ez dixwazim li ser çîroka Antonio Gramsci ku di name ya xwe de qal dike û ji hevsera xwe Julie dixwaze da ku vê çîrokê ji herdû kurê wan re vebêje. Ev çîrok ji ev e:

     “Rojekî ji roja zarokekî di xew de ye û radizê. Diya wî piyanek şîr datîne ber serê wî da ku dema ji xew hişyar bibe wî şîrê vebixwe. Lê rojekî mişkekî tê û şîrê wî tevekî vedixwe. Dema ku ew zarok ji xew hişyar dibe dibîne ku şîrê wî ne li ber serê wî bûye û piyana vala jî li wê rastê ye. Di wê kêliyê de ew zarok dibêje kûr û digirî. Dema ku diya wî vê rewşê dibîne û ti tiştek ji destê wê jî nayê ew jî dibêje kûr û digirî. Mişk ji ber vê tevgera xwe ya xerab poşman dibe û serê xwe li diwara dixe. Lê pir bi ser de naçe mişk dibêje wiha nabe divê ez tiştekî bikim. Mişko zûzûka xwe dide hev û bi lezgînî xwe digihîne bizinekî da ku hinek şîr jê bistîne û bibe bide wî zarokê. Bizin dibêje li ser seran û li ser çavan lê divê tu hinek giha ji min re bînî da ku şîr bikeve gohanên min û ez jî bikaribim şîr bidime te. Mişko xwe digihîne mêrgê û vê daxwaza xwe jê re tîne ziman. Lê mêrg dibêje ji bêaviyê hemû giha hişk bûne û bûne pûş. Divê ku ti ji min re hinek av bînî da ku ez dikaribim hinek giha bidime te. Mişko xwe digihîne kaniyê lê dinêre ku ji ber herbê kanî hilweşiya ye û av a wê jî miçiqiye. Diviya ku qelfeyek avahiyê ji nû ve wê ava bike. Mişko diçe ba qelfe lê qelfe dibêje ku pêdiviya wî bi keviran heye da ku bikaribe kaniyê biselihîne û wê ji nû ve ava bike. Vêca mişko berê xwe dide çiya da ku ji wêderê hinek kevir peyda bike û bîne bide qelfe. Lê çiya jî ji mişko re dibêje va tu dibînî ku piça ax û xwelî li ser laşê min nemaye. Diz û rêbira hemû darên min jêkirin û dizîn. Va yê tu hestiyên min ên bê goşt dibînî. Mişko jî hemû serpêhatiya xwe jê re vedibêje û soz dide ku dema ew zarokê ha mezin bibe wê ew were û li ser vî çiyayê rût û pût darên çam û gurgan û mazî deyne. Piştî vê soza Mişko hê nû dilê çiya dikeve cîh û destûra birina kevira dide Mişko. Mişko radike kevira û dibe dide qelfayê avahiyê. Qelfeyê avahiyê kaniyê diselihîne û ji nû ve av ji kaniyê dizê û diherike. Mişko radike avê û dibe dide mêrgê. Mêrg giha dide Mişko. Mişko radike giha û dibe dide bizinê û bizin jî şîr dide Mişko. Mişko radike şîr û dibe dide wî zarokê. Wisa şîrê wî zarokê pir dibe ku êdî ew dikare bi wî şîrê serê xwe bişo. Ew zarok mezin dibe û diçe li ser wî çiyayê bi hezaran dar datîne. Ji nû ve li ser wî çiyayê ax û xwelî xwe digre. Wan darên ku wî zarokê danîtibû tevekî mezin dibin û avê di nava xwe da dihêlin û koka wan dara nahêle ku lehî mîna berê li ser deştê hikim bike. Şert û mercên hewa ya wê heremê xweş û baştir dibe û pîr û pergeleke xweş tête danîtin.”

     Antonio Gramsci balê dikişîne serê ku ev çîrok bi piranî li heremeke ku kêmav û kêmdar dihate vegotin.

     Vêca dema ku em li çîrokan dinêrin, li kudera dinyayê dibe bila bibe û ji aliyê kîjan gel ve hatiye gotin ne girîng e, em dibînin ku yek armanc û mebesta wan heye ew jî ev e: Ti car ji rastiyê rû yê xwe ba nede û tim û daîm alîgirê heqîqetê be.

     Pirî çîrok dûrê aqilan in, qewimîn a wan a li ser rûyê vê dinyayê ne pêkan e pirî caran, di piriya de em leqayê cefenan(fabl) tên ku herkes dizane di jiyana me ya rasteqîn de ne pêkan e ku ajal û rewir bikaribin biaxifin û di çîrokan de hin hêzên sersirûştî hem li mirovan hem jî li lehengên din hatine barkirinê jî lê dîsa jî awê ku ciwaknasê Faris Elî Şeriati gotiye: “çîrok û efsane û mîtolojî vir û derewên ku di xwe de herî pir rastî heqîqetan dihewînin in.”

Emre MÛHARGÎNΠ

20.02.2017

             

Bersivekê binivîsin